CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Yemenê tevî agirbestê jî şer didome
Hate îdîakirin ku tevî agirbesta li Swêdê ya ji bo bidawîkirina şerê navxweyî yê li Yemenê şerê li bajarê Hûdeyda ji nûve destpêkir. -
Li Nepalê qeza: Herî kêm 18 kes mirin
Li Nepalê otobusa rêwiyan ji rê derket û qeza kir di encama qezayê de hate ragihandin ku herî kêm 18 kes mirin e. -
Li Fransayê partiyên rastgir ên tundrew geş dbin
Li gorî ankêta dawî ya li Fransayê ya piştî çalakiyên Qutikzeran partiyên radîkal ên rastgir û alîgirên 'serweriya netewî' geş dibin. -
Li Hindistanê 13 karker li madenê asê man
Li madeneke derqanûnî ya li bakurê rojhilat ê Hindistanê, av li kanê qewimî û ji ber vê yekê herî kêm 13 karker asê man. -
Li DYA'yê mirina bi çekan rekor şikand
Li gorî daneyên dawî, li DYA'yê sala bihurî nêzî 40 hezar kes bi çekan hatin kuştin. Lewma sala 2017'an weke sala herî bi xwîn û giran a 20 salên dawî hate dîtin. -
Hêzên Yemenê li Hudeydeyê li ser agirbestê li hev kirin
Aliyên şer ên li Yemenê li muzakereyên li Swêdê bi rê ve diçûn de, ji bo agirbest li bajarê peravê Hudeydeyê bê kirin, li hev kirin. -
Li gorî lêkolînên zanîstî Tehran ditebiqe!
Zanyaran daneyên 15 salên dawî yên ji peykan girtine lêkolîn kirin. Hat peyitandin ku di serî de Tehran, gelek bajarên Îranê ditebiqin. Tehran, salê 25 cm ditebiqe. -
May bi dengê 200 parlamenterî li ser karê xwe ma
Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May kete ber dengdana pêneewletiyê ya partiya xwe. May bi dengê 200 parlamenteran bi ser ket û li ser karê xwe ma. -
Misrê firotina êlekên zer qedexe kir
Li Misrê firotina êlekên zer, ku li Fransayê bûbû sembola tevgera civakî hate qedexekirin. -
3 salên dawî herî kêm 1.100 parêzvanên mafên mirovan hatin kuştin
Raportorê taybet ê mafên mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Mîchel Forst diyar kir ku di navbera salên 2015-2017’an de herî kêm 1.100 kes hatine kuştin yên ku xwestina mafên mirovan biparêzin an jî mafên mirovan teşwîq bikin. -
Venezûela û Rûsya wê bi hev re tetbîqeta leşkerî pêk bînin
Li Venezûelayê ku mehên dawî bûye hedefa pêkanînên giran ê DYA'yê, wê tetbîqateke mezin a leşkerî bê kirin û leşkerên Rûs jî wê tevlî bibin. -
DYA'yê pêkanînên nû li ser Koreya Bakur ferz kir
Rêveberiya DYA'yê ragihand ku wan li dijî Koreya Bakur biryara hin pêkanînên nû dane. -
Konseya Ewropayê wê li ser Brexîtê li hev bicive
Piştî ku hikumeta Brîtanyayê dengdana li ser Brexîtê taloq kir, Konseya Ewropayê jî biryar da ku civîneke bilind a taybet li dar bixe. -
Dengdana li Îngiltereyê hate taloqkirin
Serokwezîra Îngiltere Theresa May ragihand ku pêşnûmeya dengdana ku Îngiltere ji YE’yê bê derxistin hatiye taloqkirin. -
Radarên trafîkê li Fransa di hedefê de ne
Li Fransa li gel çalakiyên Êlek Zeran radarên trafîkê jî bûne hedef. Li gelemperiya welat nîvê radaran hatine bêbandorkirin. -
Mûkwege ê ku xelata Nobelê stendibû nerazîbûn nîşanî ‘xemsariyê’ da
Bijîşkê ji Kongoyê Denîs Mûkwege yê ku tevî çalakgera jin a Êzidî Nadya Mûrad Xelata Aştiyê ya Nobelê stendibû, li hemberî sersarî û xemsariyê nerazîbûn nîşan da. -
Li wekîlên Perûyê hate qedexekirin ku 2021'an bên hilbijartin
Li Perûyê referandûmek hate lidarxistin û hate qedexekirin ku endamên Kongreya niha di sala 2021’an de werin hilbijartin. -
Rûsya bû duyemîn hilberînerê herî mezin ê çekan
Rûsya, di rêza sala 2017'an a hilberînerên çekan de piştî DYA'yê cihê xwe di rêza duyemîn de girt. Heta niha Îngilîstan di rêza duyemîn de bû. -
Pakta Koçberan a Neteweyên Yekbûyî hate qebûlkirin
Pakta Koçberan a Neteweyên Yekbûyî ya ku gelek welatan îmze nekiriye, di civîna li bajarê Marakeşê ya Fasê de hate qebûlkirin. -
Êlekzer, gundî û xwendekarên lîseyê daketin kolanan
Li Fransayê çalakiyên Êlekzeran didome û xwendekarên lîseyê jî bi çalakiyan ketin hefteya nû. Ew ê gundiyên li Fransayê jî vê hefteyê di nava çalakiyan de bin. -
Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser koçê li ber îmzekirinê ye
Li bajarê Marakeş ê Fasê di konferansê de wê peymana Neteweyên Yekbûyî ya ji bo çareseriya gerdûnî ya pirsgirêka koçberiyê bê îmzekirin. Gelek serokdewlet îro çûn Fasê. -
Li Kolombiyayê parêzvanên mafên mirovan tên kuştin
Li Kolombiyayê, peymana aştiyê ya ku sala 2016'an bi FARC'ê re hate îmzekirin, gav bi gav dikeve rewşeke nediyar. Du salên dawî bi sedan parêzvanên mafên mirovan hatin kuştin û ev yek dibe sedema tirs û fikaran. -
Karkerên Rêyên Hesinî yên Elman ji bo 4 saetan dikevin grevê
Karkên Rêyên Hesinî yên Elmanyayê, ji bo zêdekirina maeşên xwe îro danê sibê ji bo 4 saetan dikevin grevê. -
'Têkoşîna li dijî destdirêjiyê ya dema şer, dema aştiyê pêk tê'
Bijîşkê Kongoyî Denis Mukwege yê ku bi têkoşîna xwe ya li dijî destdirêjî û tundiya zayendî ya li herêmên şer tê naskirin û ji ber vê têkoşîna xwe Xelatiya Aştiyê ya Nobelê wergirt got, têkoşîna rastî divê di dema aştiyê de bê kirin. -
Zêdeyî nîvê Îngilîzan dixwazin li nava Yekîtiya Ewropayê bimînin
Li gorî anketekê ku beriya dengdana li ser Brexîtê ya li parlamenta Îngilîstanê hate kirin, piraniya Îngilîzan dixwazin di nava Yekîtiya Ewropayê de bimînin.