Venezûela û Rûsya wê bi hev re tetbîqeta leşkerî pêk bînin

Li Venezûelayê ku mehên dawî bûye hedefa pêkanînên giran ê DYA'yê, wê tetbîqateke mezin a leşkerî bê kirin û leşkerên Rûs jî wê tevlî bibin.

Wezîrê Parastinê yê Venezûelayê Vladîmîr Padrîno Lopez eşkere kir, balafir û leşkerên Rûs ên tevlî tetbîqata leşkerî ya hevpar bibin gihîştine paytext Caracasê.

Wezîr Lopez diyar kir, bi tetbîqata leşkerî re ew dixwazin nîşan bidin ku wê Venezûelayê 'biparêzin' û got, ew dixwazin vê yekê nîşanî tevahiya cîhanê bide.

Artêşa Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê diyar kir, du balafirên bomberdûmanê yên bi tîpa Tu-160, balafireke veguhastinê ya bi tîpa An-124 û balafireke rêwiyan a bi tîpa Il-62 gihiştine Caracasê. Lê belê agahî nehate dayin bê tetbîqata leşkerî çiqasî dewam bike.

Tê zanîn ku Rûsyayê salên dawî bi sedan milyon dolarî alavên leşkerî firot Venezûelayê.

Rêveberiya Venezûelayê ku ji ber krîza aboriyê ya salên dawî di hedefa zexteke giran a DYA'yê de ye, diyar dike ku Washîngton dixwaze Serokkomar Nîcolas Madûro têk bibe.