CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Trûmp: Danûstandinê bi Çînê re erênî ne
Serokê DYA’yê Donald Trûmp, diyar kir ku li ser çareserkirina lihevnekirina bi Çînê re ya li ser bazirganiya derve ‘Pêşketineke mezin pêk hatiye’. -
5 kes li Hollandayê ji ber plana êrîşê hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsînê de ku li ser êrîşeke terorê ya ku meha Îlonê pêşî lê hate girtin, hate ragihandin ku yek jê li Elmanyayê 5 kes hatine girtin. -
Di çalakiya Êlek Zeran de bi dehan kes hatin destgîrkirin
Çalakiyên Êlek Zeran ên li Fransayê ji 17'ê Mijdarê û vir ve dewam dikin. Bi dehan hezar kes tevlî çalakiya heftan bûn. Ji ber şerê ku di dema xwepêşandanan de rû da, bi dehan kes hatin destgîrkirin. -
Xwevekişandina li Hûdeydayê didome
Li gorî peymana di serê meha Kanûnê de tê diyarkirin ku milîsên li bajarê Hûdeydayê yê Yemenê xwe vedikişînin. -
Li Ûkraynayê agirbesta sersalê û Noel a Ortodoks
Li rojhilatê Ûkraynayê ku car caran şer lê diqewime, bi wesîleya sersalê agirbest hate ragihandin û wê herî kêm 10 rojan dewam bike. -
Biryara Trûmp a vekişînê: Bolton diçe Tirkiye û Îsraîlê
Hate ragihandin, li ser biryara Serokê DYE'yê Donald Trûmp a vekişîna ji Sûriyeyê, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî John Bolton wê li Tirkiye û Îsraîlê hevdîtinan bike. -
De Mîstûra: Bêyî Kurdan qet nabe
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji bo Sûriyeyê De Mîstûra diyar kir, nabe ku Kurdên Sûriyeyî jinedîtî ve bên û got, rîsk heye ku DAÎŞ ji nû ve vegere ser xwe. -
NÛ BÛ-Li Misrê teqîn: 3 kes mirin
Di êrîşeke bombeyî ya li nêzî Pramîdên Gîza ya li Misrê de 2 tûrîstên Vîetnamî li gel rênasekê mirin, 12 kes jî birîndar bûn. Ji kesên birîndar 10 Vîetnamî û 2 jî Misrî ne. -
Nivîskarê Îsraîlî Amos Oz wefat kir
Nivîskarê Îsraîlî û aktivîstê alîgirê aşitiyê Amos Oz di 79 saliyê de ji ber pençeşêrê rehmet kir. -
Îsraîl wê li pêşiya endametiya Fîlîstînê bibe asteng!
Îsraîlê ragihand, ji bo pêşî li endametiya tam a Fîlîstînê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) bigire, bi 'hevkariya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE)' dest bi hewldanan kiriye. -
Li peravên Fasê bi sedan koçber hatin rizgarkirin
Hate ragihandin, li peravên navbera Fas-Spanyayê zêdeyî 370 penaber hatine rizgarkirin. -
Li Sûdanê bîlançoya xwepêşandanan giran dibe
Li Sûdanê, ji 19'ê Kanûnê û vir ve li 10 bajaran ku paytext Hartûm jî di nav de ye, li dijî zêdebûna buhayê nan xwepêşandan tên lidarxistin. Tê gotin, bîlançoya van xwepêşandanan giran dibe. -
Talîbanan DYE hişyar kirin
Tevgera Talîbanê ya Efganistanê DYE hişyar kir û diyar kir ku heke DYE leşkerên xwe venekişîne, ew ê aqûbeta Yekîtiya Sovyetê ya salên 1980’î were serê wê jî. -
Protestoyên li Tûnûsê dewam dikin
Li Tûnûsê piştî ku rojnamevanekê xwe şewitand û şûnde, xwepêşandanên protestoyî yên ji bo başkirina mercên jiyanê hatibû destpêkirin dewam dikin. -
Li Sûdanê hêrs mezin dibe: Rojnameger jî ketin grevê
Li Sûdanê rojnamegerên ku azadiya îfadekirinê diparêzin, ji bo protestokirina êrîşên hikumetê yên li dijî xwepêşanderên ku bihabûna nan protesto dikirin, dest bi grevê kirin. -
Teqandina çirûskên peqîner li Brukselê hate qedexekirin
Li 19 komunên paytexta Belçîka Brukselê hate qedexekirin ku di pîrozbahiyên sersalê de çirûskên peqîner neyên teqandin. -
Li Atînayê bombe teqiya: 2 kes birîndar bûn
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, bombeyeke bi destan çêkirî li ber dêrekê teqiya. Di encamê de 2 kes birîndar bûn. -
Tevgara Aniha Aştî: Îsraîl wê jîgehên nû ava bike
Hikûmeta Îsraîlê, li gel helwestên tund jî, li ser xaka Filîstînê wê bi hezaran jîgehên dî ava bike. -
Bîlançoya aboriyê ya çalakiyên Êlek Zeran giran dibe
Çalakiyên Êlek Zeran ku 17'ê Mijdarê li Fransayê dest pê kir û ji ber betlaneyên Noel û Sersalê hinekî sekinîn, tê gotin ku rê li ber zerareke ji milyaran euroyî vekiriye. -
Ûkrayna dawî li yasaya rewşa awarte anî
Serokkomarê Ûkrayna Petro Poroşenko yasaya rewşa awarte ya piştî aloziyên bi Rûsyayê re rûdayî ku di dawiya meha Mijdarê de li herêmên sînor dabûn pêkanîn bi dawî kir. -
Di erdheja Scîlyayê de bi kêmanî 10 kes birîndar bûn
Di erdheja li Sicîlya ya bi pileya 4,8 a piştî volkana çiyayê şewatek ê Etna ya li Îtalyayê û şûnde, bi kêmanî 10 kes birîndar bûn. -
Li Tûnûsê rojnamegerekî xwe şewitand, li gelek bajaran şer heye
Li Tûnûsê beriya 8’emîn salvegera şoreşê rojnamegerekî agir berda bedana xwe. Ev çend roj in li gelek bajaran çalakiyên protestoyê yên li dijî aboriyê hene. -
Li Îranê otobusa xwendekar tê debûn qeza kir: 10 kes mirin
Li paytexta Îran Tehranê, li herêma kampuseke yek ji zanîngehên herî mezin, otobusekê qeza kir. 10 kes ji ber qezayê mirin. -
Japonya dîsa dest bi nêçira balîna dike
Japonya, roja Çarşemê eşkere kir ku ji Desteya Balînakariyê ya Navneteweyî vedikişin û wê ji meha Tîrmehê û pê ve dest bi nêçira balînayan bikin. -
Di navbera Îran û Talîbanê de muzakere tê kirin
Hate ragihandin ku rejîma Îranê bi Tevgera Talîban a Efganistanê muzakereyê dike.