CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Çînê êrîş, 20 zarok birîndar bûn
Li Çînê, li dibistanekê di encame êrîşekê de bi kêmanî 20 zarok birîndar bûn. Êrîşkar hate girtin. -
Talîbanê li Efganîstanê êrîş kir: Herî kêm 21 kes mirin
Li rojavayê Efganîstanê, ji ber êrîşa Talîbanê herî kêm 14 polîs û 7 milîsên alîgirê hikumetê hatin kuştin. -
Li Gabonê hewldana darbeya leşkerî
Li Gabonê, leşkeran dest danîn ser radyoya dewletê û ji bo darbeyê bang kirin. -
Tecrîd li Toronto hate şermezarkirin
Kurdên li Torontoyê, tecrîd şermezar kirin û Leyla Guven silav kirin. -
Li Efganîstanê kana madenê rûxiya: 30 kes mirin
Li bakur rojhilatê Efganîstanê, ji ber hilweşîna madeneke zêr herî kêm 30 kes mirin. -
Piştî biryara Trûmp rayedarekî din ê Pentagonê îstifa kir
Piştî biryara Serokê DYE'yê Donald Trûmp a ji bo vekişîna ji Sûriyeyê, rayedarekî din ji Wezareta Parastinê îstifa kir. -
Bi dehan hezar kes tevlî çalakiyên Êlek Zeran bûn
Li Fransayê, bi dehan hezar kes tevlî çalakiyên Êlek Zeran ên roja Çarşemê bûn. -
Îran û Rûsya dixwazin li Derya Xezerê tetbîqatê bikin
Hate ragihandin, Îran û Rûsya amadekariyê dikin ku li Derya Xezerê tetbîqateke hevpar bikin. -
Ji ber bahoza li Fîlîpînê rabû 126 kes mirin
Li Fîlîpînê hejmara mirovên ji ber bahozê mirin, bû 126 kes. -
Li DYE'yê krîza li ser budçeyê dewam dike
Li DYE'yê ji ber krîza li ser budçeyê ku ji meha Kanûnê ve dewam dike, bi sedan hezar karkerên cemaweriyê mexdûr bûn. Doh jî li ser mijarê bi Demokratan re hevdîtin hatin kirin, lê encam jê derneket. -
Gelê Macarîstanê li dijî qanûna koletiyê daket qadan
Li dijî reforma Qanûna Kar, ku hikumeta Orhan dixwaze bi sed hezaran karkerî mehkûmî koledariya karsazan bike, bi hezaran kes daketin qadan. -
Li Taylandê bahoza Pabûk: 30 hezar kes hatin veguhestin
Li Taylandê ji ber bahoza Pabûk a tropîkal 30 hezar kes hatin veguhestin. -
Êlek Zeran li Fransa dengê xwe li hikûmetê bilind kirin
Êlek Zerên ku bi hefteyan e li Fransayê hikûmet xiste nava krîzê, roja Şemiyê dîsa daketin kolanan. Her çendî hikûmet çalakî weke ‘serî rakirinek’ pênase kir, hiyşyariya xirakirina aramiyê kir. -
Îtalya derî li jin û zarokên penaber vedike
Heta niha hikumeta Îtalyayê bi polîtîkayên xwe yên dijber û tund ên li heMberî penaberan bibû rojev. Niha wê deriyên welêt ji jin û zarokên penaber ên li deryaya spî ji hêla saziyên alîkariyê ve hatî rizgarkirin, veke. -
Jeffrey li cihê McGurk hate erkdarkirin
Hate ragihandin ku li cihê Bret McGurk ê ku li dijî biryara vekişîna Sûriyeyê ya Serokê DYE Donald Trûmp îstifa kiribû, James Jeffrey hate wezîfedarkirin. -
Li Swêdê gumana şewba Ebolayê
Li Swêdê kesê ku ji bo nexweşxaneyê hate qebûl kirin, fikar hene ku vîrûsa Ebola girtîbe. -
Li Swîsreyê hevkariya mizgeftan a bi DAÎŞ’ê hate belgekirin
Welatiyekî Tirk ku li Swîsreyê dijî bi hinceta DAÎŞ’î ye li Iraqê mehkûmî darvekirinê hate kirin. Derket holê ku ev kes li Swîsreyê piştî ku li mizgeftên dewleta Tirk hate rêxistinkirin beşdarî DAÎŞ’ê bûye. -
Piştî DYE'yê Çînê jî bombeya herî mezin ceriband
Çînê bombeyeke xurt a ku hêza xwe ya nukleerî nîne ceriband. -
Li Hindistanê rageşî: 750 kes hatin destgîrkirin
Li Hindistanê piştî ku du jin ketibûn perestgehekê, çalakiyên protestoyê destpê kiribûn. Ji ber van çalakiyan zêdetirî 750 kesî hatin destgîrkirin. -
Li Brîtanyayê aloziya li ser Brexîtê dewam dike
Li Brîtanya Mezin ku hîn nediyar e wê wê Brexîtê çawa bi cih bîne, ji bo referandûmeke nû zext tê kirin. Lê bi gotina 'wê parçebûna li welêt mezintir bike' pêşî li vê daxwazê tê girtin. -
Nancy Pelosî bû seroka Meclîsa Nûneran
Li DYE'yê yek ji pozîsyonên herî xurt ên siyasî, Meclîsa Nûneran e. Ji bo serokatiya wê jî Nancy Pelosî hate hilbijartin ku bi helwesta xwe ya tund a li dijî Trûmp tê naskirin. -
Li Hindistanê şerê perestgehan didome
Piştî ku du jinan xwestibûn têkevin perestgeheke pîroz a Hîndûîzmê şer çêbûbû. Ev şer hê jî didome. -
Bahoza Ûsman a li Fîlîpînê: Hejmara miriyan bû 122
Li Fîlîpînê, bahoza Ûsmanê ku roja Şemiyê rabû hîn bi bandor e. Hejmara kesên ji ber bahozê jiyana xwe ji dest dan bû 122. 30 kes jî winda ne. -
Di nava salekê de 2262 penaber li Derya Spî fetisîn
Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî diyar kir, sala 2018'an 2262 penaberên hewl didan di ser Derya Spî re xwe bigihînin Ewropayê jiyana xwe ji dest dan. -
Macron gote Putîn, 'dest li Kurdan nede!'
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi telefonê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re axivî û xwest ku dest li Kurdan nede.