CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Sûdanê 37 kes hatin kuştin
Li Sûdanê hêzên dewletê êrîş birin ser greva giştî û protestyoyan û 37 kes kuştin. -
Li Endonezyayê hejmara miriyan bû 429
Li Endonezyayê tsûnamiyê li giravên Sûmatra û Cavayê da û li gorî bîlançoya nû 429 kes mirine. -
Li dijî Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê êrîş hate kirin
Li paytexta Lîbya Trablûsê, di êrîşa dijî Wezareta Karên Derve de herî kêm 3 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn. -
Li Rûsyayê grevên birçîbûnê yên Kurdan zêde dibin
Li navçeya Novoaleksandrovkiyê ya Rûsyayê Kurdan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dane destpêkirin. -
Hejmara qurbaniyên êrîşa li Kabûlê bû 43 kes
Li paytexta Efganîstan Kabûlê, di encama êrîşa çekdarî de ku heft saetan dewam kir, 43 kes mirin. -
Li Efganîstanê êrîşa giran: Herî kêm 30 kes mirin
Li paytexta Efganîstan Kabûlê, li herêma ku avahiyên hikumetê lê ne êrîşek hate kirin. Herî kêm 30 kes mirin. -
Li Perthê kongreya NCDK'ê pêk hat
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Perth ê Awûstralyayê, kongreya xwe ya salane pêk anî. -
Civîna Tevgera Azadî û Saîrûn destpê kir
Heyeta Tevgera Azadî gihişte Bexda û li gel hevpemana Saîrûn a lîderê wê Muqtada Sadir re civiya. -
Çiyayê volkanîk Etna dîsan dest bi teqînê kir
Li Îtalyayê çiyayê volkanîk ê herî bilind û aktîf Etna dîsan dest bi teqîna lav an kir. -
Li Endonezyayê hejmara miriyan bû 373
Li Endonezyayê tsûnamiyê li giravên Sûmatra û Cavayê da û li gorî bîlançoya nû 373 kes mirine. -
Li Sûdanê hersa civakî ya herî girîng a 30 salên dawîn
Li hemberî desthilatdariya serokê dewleta Sûdanê Omer El Beşîr ê ku sûcê şer kiriye, çalakiyên herî girîng ên 30 salên dawîn tên lidarxistin. -
Li Fransayê doza sedsalê: 2 milyon kes dozê li dewletê vedikin
Kampanya îmzeyan a li dijî xemsariya dewleta Fransayê ya di mijara avhewayê de, gihîşt asta rekorê. Di nava 6 rojan de 1,6 milyon kesî îmzeya xwe danîn binê kampanyayê. -
Ji ber tsûnamiyê li Endonezyayê nêzî 300 kes mirin
Li Endonezyayê ji ber tsûnamiya piştî teqandina volkanê 281 kes mirin. Pisporan diyar kirin, dibe ku pêlên din pêk werin. -
Fermana li ser vekişîna leşkerên Emerîkî hate îmzekirin
Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand, fermana ji bo vekişîna leşkerên Emerîkî ji Sûriyeyê hatiye îmzekirin. -
Macron ji Trûmp re got: Divê welatê tifaqê ewle be
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron diyar kir ku ji ber vekişandina DYE’yê ya li Sûriyeyê ew xemgîn in û got ku, “Kesên ku mirov tifaqê bi wan re dike divê ewle bin.” -
Bîlançoya tsûnamî ya li Endonezyayê giran dibe
Hejmara mirovên ji ber tsûnamiya li Endonezyayê jiyana xwe ji dest dan bû 222 kes. -
Li Endonezyayê tsûnamî: 168 kes mirin
Li Endonezyayê ji ber teqîna volkanekî, tsûnamî rû da. Herî kêm 168 kes mirin, bi dehan kes jî winda ne. -
Kampanya li dijî polîtîkayên Fransayê yên li ser avhewayê
Dewleta Fransayê tê sûcdarkirin ku li dijî germa global bi têrkerî tênakoşe. Li Fransayê bi vê sûcdariyê kampanya îmzeyan dest pê kir û di asta rekorê de welatî tevlî kampanyayê bûn. -
Parlamenta Kubayê Destûra Bingehîn a nû qebûl kir
Parlamenta Kubayê, bi piraniya dengan Destûra Bingehîn a nû qebûl kir. -
Nûnerê Taybet yê Koalîsyona Navnetewî Bret McGûrk îstifa kir
Piştî ku Trûmp biryara vekîşa leşkerên DYE ji Sûriyeyê da, wezîrê parastinê James Mattîs îstîfa kir. Piştî Mattîs Nûnerê Taybet ê Koalîsyona Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê ya DYA’yê Brett McGûrk jî îstifa kir. -
Li Viyana êrîş: Kesek mir
Li paytexta Awûstûrya Viyana di encama êrîşa bi çek a li navenda dîrokî de kesek mir, kesek jî birîndar bû. -
Parlamenta Ewropa ji awayê rêveçûna Brexîtê aciz e
Ji ber ku danûstandinên li ser derketina Brîtanya Mezin ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) li derveyî Parlamenta Ewropayê tên kirin, parlament ji vê yekê gelekî aciz e. -
Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Mattîs îstifa kir
Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Jîm Mattîs diyar kir ku wî û Serokê Emerîkayê Donald Trûmp li hev nekirine û îstifa kir. -
Emerîkî ji sala 1999'an û vir ve hîn qelew û kinik in!
Li gorî statîstîkên tenduristiyê yên federal ên DYE'yê, Emerîkî li gorî sala 1999'an hîn qelew û kinik in. -
Fransa: Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên parastin
Wezareta Karê Derve ya Fransa piştî biryara DYA ya vekişîna ji Sûriyeyê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku divê ewlekariya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriye û QSD bikeve bin gerantiyê.