CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Partiya rastgir a tund biryara 'Dexît'ê da!
Partiya neteweperest populîst a rastgir a li Elmanyayê AfD'ê, 'Dexît' ku tê wateya derketina Elmanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê, li nava bernameya xwe ya hilbijartinê bi cih kir. -
Li Sydneyê 3 jinên şoreşger hatin bibîranîn
3 jinên şoreşger ên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, li bajarê Sydney ê Avûstralyayê hatin bibîranîn. -
Li Parîsê gaz teqiya
Li paytexta Fransa Parîsê vê sibê ji ber tengavbûna gazê teqînek pêk hat û 2 agirkuj mirin. Çavkaniyên Fransayê ragihandin ku 3 jê bi giranî 10 kes di beşa lezgîn de tê ragirtin û bi giştî tedawiya 39 kesan tê kirin. -
Li Strasboûrgê roja 27’emîn
Li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. -
Îdîaya ku Îsraîlê bi moşekan li Şamê daye
Hate ragihandin hêzên hewayî yên Îsraîlê êrîşî Sûriyeyê kirine û li dijî vê êrîşê jî sîstema parstinê ketiye dewreyê. -
Li Kubayê qezaya trafîkê: 7 kes mirin, 33 kes jî birîndar bûn
Di qezaya trafîkê ya li Kubayê rû da de, 7 kes mirin. Hate ragihandin ku di nava kesên mirî de 2 Arjantînî, 1 Elman û 1 jî Fransî heye. 33 kes jî birîndar bûne. -
Fransa bang li Îranê kir ku fuzeyên balîstîk ên xwe rawestîne
Wezareta Karê Derve ya Fransa, bang li Îranê kir ku hemû xebatên xwe yên têkildarî fuzeyên balîstîk ên serî nukleer, bidin rawestandin. -
Li gorî Merkelê hê pir maye Tirkiye bibe endamê YE’yê!
Serokwezîra Elmanya Angela Merkel anî ziman ku hê pir maye ku Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewropayê. -
Li Sydneyê ji bo greva birçîbûnê çalakî hate kirin
Ji bo destekê bidin grevên birçîbûnê yên bi mebesta bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, li bajarê Awûstralya Sydneyê çalakî hate kirin. -
Di 2018’an de Elmanyayê bi qasî 200 milyon Eûro çek firotiye Tirkiyeyê
Derket holê di sala 2018’an de Elmanyayê bi qasî 200 milyon Eûro çek firotiye Tirkiyeyê. -
Li Efganistanê şer: Gelek kes hatin kuştin
Di êrîşên Talîbanan ên li ser herêmên Kunduz, Baglan, Takar û Bagiş ên Efganistanê de bi kêmanî 32 leşkerên Efgan û alîgirên hikûmetê hatin kuştin. -
Li Parlementoya Îngîltereyê kampanyaya ji bo grevên birçîbûnê
Li Parlementoya Îngîltereyê li hemberî tecrîda li Îmraliyê û ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin. -
Komkujiya Parîsê li Adigeyê hate şermezarkirin
Kurdên li Adigeyê, sê şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anîn û çalakgerên greva birçîbûnê silav kirin. -
Li Sûdanê protesto didome
Li Sûdanê çalakiyên protestoyê yên li dijî desthilatdariya Omer el Beşîr didome. Li Ondûrmanê ji ber mudaxeleya polîsan 3 kes mirin. -
Parlamenterên Ewropa û Rojhilata Navîn destek dan Guvenê
Parlamenterên Ewropa û Rojhilata Navîn danezanek belav kirin û piştgiriya xwe ya ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven eşkere kirin. -
Li DYE’yê krîza dîwar: Hejmara penaberan pir zêde bû!
Li aliyekî krîza di navbera serokê DYE’yê Donald Trûmp û Partiya Demokrat de didome, li aliyê din hate ragihandin ku hejmara penaberên bi malbatên xwe re li ser sînor hatî girtin pir zêde bûne. -
Serokê dawî yê Sowyeta Bilind a YKSS a mir
Serokê dawî yê Sowyeta Bilind ê Yekîtitiya Komarên Sowyeta Sosyalîst (YKSS) Lukyanov, mir. -
Koçber ji ber mercên xirab ketin greva birçîbûnê
Ji ber mercên jiyanê yên li navendeke ya bajarê Melboûrne ya Avûstûraylayê nêzî 200 koçber dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Xebatkarên ewlekariyê yên 3 balafirgehên Elmanyayê ketin grevê
Ji ber ku personelên ewlekariyê yên sê balafirgehên li Elmanyayê de di grevê de ne, hin seferên balafiran betal bûn. -
Kurdan jî destek dan meşa li Torontoyê
Gelê xwecihî yê Kanadayê 'Îndîgenoûs' li Torontoyê meşiyan. Kurd jî bi aliyên YPG/YPJ'ê tevlî meşê bûn û piştgirî dan wan. -
Kamara Avamê derbeke din li May xist
Eger Brîtanya Mezin neçar bimîne bêyî lihevkirinê ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve (Brexît), hikumeta May wê neçar be ku destûrê ji parlamentê bigire. -
Hamas: 45 hevkarên Îsraîlê hatin girtin
Hamas ku Şerîda Xezayê kontrol dike, ragihand ku bi dehan kes bi îdîaya "hevkarî bi Îsraîlê re kirine" hatine girtin. -
Li Avûstûrya û Yewnanîstanê berf bariya: 6 kes mirin
Li Avûstûryayê û Yewnanîstanê ji ber şiliyê û hewa sar 6 kes mirin. -
YE'yê serwîsa îstîxbarî ya Îranê kir lîsteya reş de
Yekîtiya Ewropayê serwîseke bi ser Wezareta Îstîxbarî ya Îranê ve û du endamên wê kirin 'lîsteya reş''. -
Talîban tenê dixwazin bi Emerîkiyan re muzakereyan bikin
Nûnerên tevgera Talîban a Efgan piştî Çarşemê bi rayedarên Emerîkî re wê du caran hev bibînin. Tevgera Tablîan qebûl nakin ku bi nûnerên hikûmeta Efgan re rûnin.