CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Madûro ji hilbijartinên giştî re amade ye
Serokdewletê Wenezuelayê Nîcolas Madûro ragihand ku ew hazir in hilbijartinên giştî organîze bkin û bi muxalefetê re rûnin lê hilbijartineke nû ya ji bo seroktiyê red kir. -
Kurd bi wekîlên Awûstralyayî re rûniştin
Kurd bi wekîlên Partiyên Kesk û Lîberal ên Awûstralyayê re rûniştin û daxwaza piştgiriyê kirin. -
DYE ji sermayê diqerise: -50 pile
Li bakurê DYE'yê qir hatiye û bi milyonan kes ji ber sermayê nikarin derkevin derve. Pileya germahiyê daketiye binê sifirê bi 50 pileyî. -
Bîlançoya felaketa bendavê ya li Brezîlyayê giran dibe
Li Brezîlyayê ji ber hilweşîna bendava bermahiyên madenê 84 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li çar aliyên dinyayê çalakiyên ji bo Rojava
Bi wesîleya salvegera çaran a rizgariya Kobanê li 20 welatan bi navê "Şoreşa Rojava biparêze" çalakî hatin lidarxistin. -
Di navbeyna Îran û Sûriyê de peymanên hevkariya aborî
Di navbeyna rejîma Îranê û Şamê de peymanên aborî hatin danîn. Serokdewletê Sûriyeyê Beşar El Esad got ev peyman li dijî şerê aborî yê Rojava 'palpişteke qeyîm e''. -
Li Yemenê êrîş: Yek jê rojnameger 7 kes mirin
Li Mokhayê ya ku li Başûrê Rojavayê Yemenê ye ji ber êrîşeke bi bombeyî yek jê rojnameger 7 kes mirin û 20 kes birîndar bûn. -
130 DAÎŞ'iyên ku li Rojava girtî wê bibin Fransayê
Hate diyarkirin 130 DAÎŞ'iyên li Rojava girtî çend heftiyên pêş bi balafiran wê bibin Fransayê. -
Koma nêzî Îranê gef li DYE’yê xwar
Koma nêzî Îranê Haşdî Şabî ji bo ku komên biyan ên li Iraqê derkevin pêşnûmaya zagonê pêşkêşî parlementoyê kir. Beriya ku pêşnûma were qebûlkirin, gef li DYE’yê xwarin. -
Li Brezîlyayê ji ber bendavê 60 kes mirin
Li Brezîlyayê ji ber hilweşandina bendavekê 60 kes mirin. Herî kêm 292 kes jî winda ne. -
Salamî: Stratejiya Îranê tunekirina ‘rejîma siyonîst e’!
Berpirsê paye bilind ê Mûhafîzên Şoreşa Îranê efser Huseyîn Salamî got; “Stratejiya Îranê tunekirina rejîma siyonîst ji nexşeya Rojhilata Navîn e.” -
Greva birçîbûnê ya li Adiyegê didome
Greva birçîbûnê ya li Adigeyê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, didome. -
Li Torontoyê greva birçîbûnê ya Îba didome
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, greva birçîbûnê ya Yûsûf Îba 16 roj in dewam dike. -
Li Kubayê ji ber tornado 3 kes mirin, 172 kes birîndar bûn
Ji ber tornado ya li paytexta Kuba Havanayê, herî kêm 3 kes mirin, 172 kes jî birîndar bûn. -
Li Brukselê 70 hezar kes ji bo avhewayê meşiyan
Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye bi deh hezaran kes ji bo parastina avhewayê ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan. -
Partiya Hevgirtin ya Efxanistanê piştgirî da grevên birçîbûnê
Berdevka Partiya Hevgirtin a Efxanistanê Selay Ghaffar peyamek bi dîmen weşand û piştgiriya xwe ya ji bo Hevseroka KCD Leyla Guven, grevên birçîbûnê anî ziman û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. -
Li Perûyê dema merasîma zewacê de lehî rabû: 15 kes mirin
Li oteleke ya Perûyê di dema merasîma zewacê de lehî rabû û herî kêm 15 kes mirin. -
Li Fîlîpînê êrîş li dêrekê hate kirin: Herî kêm 17 kes mirin
Li Fîlîpînê, li girava Joloyê ku weke keleha koma Îslamî Ebû Sayyaf tê naskirin, li dêrekê du êrîş hatin kirin. Herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Şewba Ebola: Li Komara Kongoyê ya Demokratîk 443 kes mirin
Li du eyaletên Komara Kongoyê ya Demokratîk (KKD), li du eyaltan ji Tebaxê û vir ve diyar bû ku 443 kes bi şewba ebolaya mirine. -
Fransa gefa guşarê li Îranê kir
Wezîrê Karê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drîan diyar kir ku di mijara bernameya fuzeyên balîstîk ên Îranê de pêşketin pêk werin wê guşarê li ser bikin. -
Li her devera cîhanê çalakî
Li her devera cîhanê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê û çalakî berbelav dibin. -
Li Wenezuelayê darbe:Ewropa û DYE'yê alîgirê darbeyê ne
Li Wenezuelayê darbeya ku li dijî Nîcolas Madûro hate kirin ji hêla DYE'yê û Ewropayê ve hate destekkirin. Rûsya û Çîn û bi dehan welat li dij derketin. -
DMME 3128 caran Tirkiye mehkûm kiriye!
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê 3128 caran Tirkiye mehkûm kiriye. -
Li Endonezyayê ji ber lehî û hezazê 8 kes mirin
Li girava Sûlawesî ya Endonezyayê, ji ber lehî û hezazê herî kêm 8 jiyana xwe ji dst dan. -
Venezûela DYE'yê sûcdar dike ku fermana 'darbeya faşîst' daye
Rêveberiya Serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro, piştî tepisandina darbeya leşkerî daxuyaniyek da û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) sûcdar kir ku fermana "darbeya faşîst" daye.