CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Sakîne Cansiz li Konferansa Gelan a Navneteweyî hate bîranîn
Li Venezûelayê, di Konferansa Gelan a Navneteweyî de ku ji aliyê Tevgera Gundiyên Bêxak ve hate organîzekirin, Sakîne Cansiz hate bîranîn. -
Îranê fuzeya binavê ceriband
Rejîma Îranê ragihand, di çarçoveya tetbîqata leşkerî de ya li Kendava Hurmuzê, fuzeya seyrê bi rengekî 'serketî' ceribandine. -
Gelê Cezayîrê rabû ser piyan
Li Cezayîrê roja Şemiyê bi sedan hezar kes rabûn ser piyan û namzetiya pêncemîn a Bûteflîka ya Serokkomariyê meşiyan. -
Li Efganistanê par zêdeyî 3.800 sivîl mirin
Li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî, sala 2018'an li Efganistanê 3.804 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Washîngtonê sinyal da ku destwerdanê li Venezuelayê bike
Hêzên bi ser serokdewletê Veneuzelayê Nîcolas Madûro piştî ku konvoya alîkariya mirovan asteng kir, şer derket, 2 kes hatin kuştin û 300 kes birîndar bûn. Washîngtong got, ''em ê tevbigerin''. -
Li Îtalyayê ji ber ba û bahozê 4 kes mirin
Li navenda Îtalyayê ji ber ba û bahozê herî kêm 4 kes mirin, yek jê zarok e. -
Dawiyê ceza li şîrketa navdar a çekan a Elman hate birîn
Dawiyê dadgeheke Elman ceza li şîrketa Heckler & Koch birî ku çeka G-36'an ku ji Kurdistanê heta bi Nîkaraguayê ji bo gelek dewletên kujer pir biqedir e. -
Awûstralya wê milyarek dar biçîne
Awûstralya ku ji aliyê daristanan ve dewlemend e, ji bo emîsyona gaza serayê kêm bike dixwaze heta sala 2030'î milyarek dar biçîne. -
Li Katalonyayê grev: Rê hemû hatin girtin
Ji bo şermezarkirina doza ku li rêveberên Katalan ên serxwebûnparêz hatiye vekirin, xelkê Katalan danê sibehê daketin qadan û rê girtin. -
Raperîna ciwanên Ewropî ji bo avhewayê bi ser dikeve
Li gelek welatên Ewropayê, ji bo parastina avhewayê ciwan neçûn dibistanê û çalakî pêk anîn. Parlamenta kantona Baselê ya Swîsreyê, ji bo parastina avhewayê rewşa awarte ragihand. -
Li Bangladeşê ji ber şewatê herî kêm 70 kes mirin
Li paytexta Bangladeş Dakkayê şewateke mezin rû da û herî kêm 70 kes di şewatê de mirin. -
Macron: Komên nijadperest wê bên belavkirin
Dawiya vê hefteyê li Fransayê li hemberî goristaneke Cihûyan êrîş pêk hatibû. Serokkomar Macron, ferman da ku komala û tevgerên nijadperest ku salên dawî bi hêz dibin, bên girtin. -
Tundiya polîsan a li Gallerê kete rojeva meclîsê
Êrîşa polîsan a li bajarê Newport ê Gallerê ku dawiya hefteyê li dijî aktîvîstên Kurd pêk hatibû, kete rojeva Meclîsa Gallerê. Parlamentera Plaîd Cymrû Bethan Sayed ji hikumetê daxuyaniyek xwest ji bo careke din polîs bi vî rengî tevnegere. -
Ji Efganistanê peyama ji bo Kurdistanê: Çarenûsa me yek e
Rayedarê Cemiyet-î Îslamî Hacî Khalîl û ji fermandarê Talîbanê Mowlawa Khanan ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin ku çarenûsa gelên Efganistanê û gelê Kurd weke hev e. -
Elmanya: Ji bo endamên DAÎŞ’ê em ê bi rêveberiya Rojava re rûnenên
Musteşara Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê Munteferîng diyar kir ku derbarê endamên DAÎŞ’ê yên ku YPG’ê ew bi saxî girtine, ew ê bi rêveberiya Rojava re hevdîtinên fermî pêk neynin. -
Du hevalên kar ên Serokkomarê Fransayê Macron hatin girtin
Du hevalên kar ên Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron hatin girtin. -
Li Îranê krîz zêde dibe, çalakî berfireh dibin
Li gelek bajarên Îranê bi daxwazên cihê çalakî tên lidarxistin. Karker, karsaz û jîngehparêz jî tê de gelek alî dixwazin krîz çareser bibin. -
Li Nîjeryayê ji ber êrîşekê zêdeyî 130 kes mirin
Li bajarokekî eyaleta Kadûna ya li bakur rojavayê Nîjeryayê, hefteya bihurî êrîş pêk hatibû. Hate ragihandin ku di vê êrîşê de 130 kes mirine. -
Weqfa Demokrasiyê ya Abdullah Ocalan tê avakirin
Di konferansa roja Înê de ya li Kamara Lordan a Kraliyeta Yekbûyî, biryar hate dayin ku Weqfa Demokrasiyê ya Abdullah Ocalan bê avakirin. -
Nîqaşa li ser DAÎŞ'iyên Elman zêde dibe
Bi banga Trûmp re nîqaşên li ser paşeroja çeteyên DAÎŞ'ê yên di destê YPG'ê de ne, li Elmanyayê zêde bûn. Beşek ji siyasetmedaran xwestin mafê welatîbûna çeteyan ji destê wan bê girtin. -
Wezîra Edaletê ya Swîsre: DAÎŞ’î yên Swîsreyî bila li wir werin darizandin
Wezîra Edaletê ya Swîsreyê Karîn Keller-Sûtter ji bo welatiyên Swîsreyî yên di nava DAÎŞ’ê de got; "Bila li Sûriye û Iraqê werin darizandin". -
Tê payin ku di hilbijartinên PE'yê de rastgir derkevin pêş
Di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê (PE) de ku wê meha Gulanê pêk were, tê payin ku rastgirên tund ên li dijî Yekîtiya Ewropayê ne, encameke xurt bi dest bixin. -
Tengezariya navbera Pakîstan û Hindistanê zêde dibe
Piştî êrîşa hefteya derbasbûyî ku li herêma Keşmîrê li dijî hêzên Hint hate kirin, tengaziyariya navbera Pakîstan û Hindistanê zêde bû. Pakîstanê ji bo tengazariyê kêm bike bang li Neteweyên Yekbûyî kir. -
Ji Belçîkayê tê payin ku ji ber mêtingeriya berê lêborînê bixwaze
Piştî ku komeke pispor a Neteweyên Yekbûyî ji ber rabirduya mêtingeriyê ji Belçîkayê xwest ku lêborînê bixwaze, li welêt nîqaşan dîsa dest pê kir. -
16 eyalet li ber biryara Trûmp a têkildarî dîwar rabûn
Piştî ku Serokê DYE'yê Donald Trûmp ji bo peydakirina fînansmana pêwîst a ji bo çêkirina dîwarê li ser sînorê Meksîkayê rewşa lezgîn a neteweyî ragihand, 16 eyalet li ber rabûn û ketin nava hewldanên hiqûqî.