CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Efganistanê êrîşên xwekujiyê
Li nêzî balefirgeha Celalabad a li rojhilatê Efganistanê êrîşeke xwekujiyê hate lidarxistin û herî kêm 16 kes mirin. -
Zarîf ji serdana Esad nehatiye agahdarkirin!
Hate ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf ji serdana Beşar El Esad a li Tehranê nehatiye agahdarkirin. Tê gotin, sedema îstîfakirina wî jî ji ber vê ye. -
Li Îranê helîkopter ket, 5 kes mirin
Li herêma bi daristan a ku 380 km dikeve başûrê Tehranê helîkoptera ku diçû alîkariyê beriya bigihîje hedefa xwe ket xwar û 5 kes mirin. -
Fermandarên Artêşên DYE û Rûsyayê wê li Viyanayê li hev rûnên
Serokên Fermandariyên Giştî yên DYE û Rûsyayê, li ser krîza Sûriyeyê wê roja Duşemê li paytexta Awûstûrya Viyanayê li hev bicivin. -
Cezayîrî li dijî desthilatdariya Buteflika rabûne ser piyan
Cezayîrî li dijî Serokkomar Abdulazîz Buteflika ku cara pêncemîn ji bo serokkomariyê namzetiya xwe danî bi rojane li qadan e. 1'ê Adarê bi sedan hezar kes daketin qadan. Çalakî bi şev jî dewam dikin. -
Li DYE'yê ji ber bahozê herî kêm 23 kes mirin
Li Alabama ya li başûrê rojhilat ê DYE'yê ji ber bahozê herî kêm 23 kes mirin. -
Elmanya ji bo DAÎŞ'iyên xwe nebe, çi ji dest tê dike
Elmanya ji bo DAÎŞ'iyên welatiyên Elman ên saxî ketine destê YPG'ê nebe, bi bayê bezê qanûnan diguherîne. Hevparên hikumetê li hev kirin ku DAÎŞ'iyên xwedî cotwelatiyê welatîbûna wan a Elman bê betalkirin. -
Ji bo derketina hêzên biyanî yên li Sûriyeyê hevkariya Îsraîl û Rûsyayê
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû diyar kir ku ji bo vekişandina hêzên biyanî yên li Sûriyeyê ew ê Rûsya û Îsraîl bi hev re bixebitin. -
Li Efganistanê lehî rabû: Herî kêm 20 kes mirin
Li eyaleta Kandaharê ya Efganistanê, ji ber baranê lehî rabû. Hate ragihandin, herî kêm 20 kes mirine. -
DYE û Koreya Başûr nema tetbîqatên hevpar dikin
DYE û Koreya Başûr dawî li tetbîqata mezin a leşkerî anîn ku salane pêk tînin. -
Li Ermenîstanê mîtînga li dijî tecrîdê
Kurdistaniyên li Ermenîstanê, ji bo şermezarkirina ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek li dar xistin. -
Li Îranê ji ber qezaya otobusê 8 kes mirin
Li rêya bejahî ya navbera bajarên Kûm-Tehranê yên Îranê otobusek qelibî. Di qezayê de 8 kes mirin, 36 kes birîndar bûn. -
Îranê moşekeke dî da naskirin
Rejîma Îranê li gel helwesta hikûmetên Rojavayî jî bernameya moşekan didomîne. Li Tehranê bi merasîmekê hate ragihandin wê moşeka bi navê 'Kor'ê hilberînin. -
Li Efganîstanê êrîş çû ser baregeha leşkerî
Li bajarê Helmand ê başûrê Efganîstanê tevgera Talîban, êrîş bire ser baregeheke leşkerî. Hate gotin 9 milîtanên Talîban hatine kuştin. -
Iraqê û koalîsyonê li dijî DAÎŞ'ê operasyon kirin
Artêşa Iraqê û Koalîsyona Navneteweyî li Kerkûk û derdora wê li dijî DAÎŞ'ê operasyonên hewayî kirin. Di encamê de 4 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin. -
Li Lubnanê dibe ku pirsgirêkên giran rû bidin
Li Lubnanê ku hema bêjin bi qasî nifûsa wê hejmareke penaberan heye, krîza siyasî û aborî lê mezin dibe û Hîzbûllah ji dewletê xurt e, dibe ku pirsgirêkên mezin rû bide. -
Li Îdlibê şer: 20 çekdaren alîgirê rejîmê hatin kuştin
Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand, li herêma Îdlibê, êrîş çûye ser cihên ku hêzên rejîmê lê dimînin û bi kêmanî 20 çekdarên alîgirên rejîmê hatine kuştin. -
Îran bi îstîfaya Zarîf dihejije
Piştî ku Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf Duşemê îstîfa kir, li Îranê nîqaşên kûr ên siyasî dest pê kirin. -
Şaredariyeke Parîsê xelat da Gultan Kişanak
Şaredariya Choîsy-le-Roî ya li paytexta Fransa Parîsê, 'xelat' da Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya dîlgirtî Gultan Kişanak. -
Gûterres: Sîstema kontrolkirina çekên navneteweyî hildiweşe!
Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gûterres, diyar kir ku di mijara kontrolkirina çekan de, têgînên bingehîn ên sîstema navneteweyî li ber hilweşînê ye, banga parastina Peymana Hêzên Nukler ên Mezîla Navîn (INF) kir. -
NY li dijî gotinên dijminatiyê planekê amade dike
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres diyar kir, li dijî gotinên dijminatiyê ku bi taybetî di pirsgirêkên mezin ên mîna koçberiyê de tên kirin, ew planeke têkoşînê amade dikin. -
Trûmp ûltîmatoma li ser Çînê rakir
Serokê DYE'yê Donald Trûmp, ji bo zêdekirina baca gumrukê ya li ser Çînê heta 1'ê Adarê wext dabû. Trûmp diyar kir ku di hevdîtinên navbera her du welatan de 'pêşketin' heye û bi vê yekê re dema eşkere kirbû, betal kir. -
Di hilbijartinên Moldovayê de Partiya Sosyalîst bi ser ket
Li komara Moldovayê ya li rojhilatê Ewropayê, di hilbijartinên giştî de Partiya Sosyalîst bi ser ket. Lê belê ji bo karibe bi tena serê xwe hikumetê ava bike, hejmara têrker a parlamenteran bi dest nexist. -
Rûniştinên Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî dest pê kirin
40. Rûniştinên Mafên Mirovan ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dest pê kirin. Kombûn wê 3 hefteyan bidome û binpêkirina mafên mirovan ên li gelek welatan wê werin nirxandin. -
Li Moskowayê Otonomiyên Kurd li hev civiyan
Li paytexta Rûsya Moskowayê civîna Rêveberiyên Otonomiyên Kurdan ên Neteweyî-Çandî pêk hat.