CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Di navbera Sûriye, Iraq û Îranê de civîneke leşkerî!
Hate îddîakirin ku serokên artêşên Sûriye, Iraq û Îranê ji bo nîqaşkirina ‘derfetên têkoşîna li dijî terorîzmê’ li Şamê wê bicivin. -
Li Ewropa û Japonyayê çalakiyên Newrozê
Kurdistanî li gelek welatên Ewropayê û Japonyayê daketin qadan û Newroz pîroz kirin. -
Êlekzeran hişyariya çalakiyeke meztir kirin
Yek ji nûnerê Êlekzeran Maxîm Nîcolle ji bo çalakiyên Şemiyê got, ''rojeke dîrokî'' û diyar kir, ji bo çalakiyên meztir ên heftiyên bê, xwe hazir dikin. -
Li Endonezya lehî rabû: 50 kes mirin
Li herêma Papûa ya Endonezyayê lehî rabû, hate gotin bi kêmanî 50 kes mirine. -
Li Frankfurtê li dijî tecrîdê çalakî pêk hat
Bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkhatina azadiya wî li Frankfurtê çalakî pêk hat. -
Li Fransayê bi sedan hezar kes daketin qadan
Li Fransayê, Êlek Zer û hawirdorparêz roja Şemiyê daketin qadan. Bi sedan hezar kes meşiyan. Di çalakiyên Êlek Zeran de li Parîsê şer derket. -
Ji bo werzê grev: Li 2 herzar navendan çalakî pêk tên
Li ser banga keçika Swêdî Greta Thunberg a ji bo werzê ku li xwendekaran kirî, îro li tevahiya cîhanê çalakî tên lidarxistin. -
Li Zelanda Nû komkujî: Herî kêm 49 kes hatin kuştin -NÛ BÛ
Li Zelanda Nû kesekî rastgirê tund êrîş bir ser du mizgeftan. Herî kêm 49 kesî jiyana xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn. -
Parlamenta Îngilîstanê dema Brexitê taloq kir
Parlamenterên Brîtanyayî, pêşnûmeya ku hikumetê ji bo taloqkirina dema Brexîtê pêşkêş kir, pejirandin. Li gorî pêşnûmeyê, erk ji hikumetê re hate dayin ku bi Yekîtiya Ewropayê re demê taloq bike. -
Li Îranê boriyên gazê teqiyan: 5 kes mirin
Li rojavayê başûr ê Îranê, ji ber gelek boriyên gazê teqiyan 5 kes mirin. -
DYE ji 'fikarên ewlehiyê' yên Tirkiyeyê bawer nake
Rayedarê DYE'yî yê ku ji Reutersê re axivî, diyar kir li ser mijara operasyoneke dagirkirinê ya pêkan a li ser Sûriyeyê bi Tirkiyê re neaxivîne, bi hincetên fikarên ewlehiyê, 'hewceyî bi operasyoneke wiha tine'. -
Di êrîşa li Brezîlyayê de 5 jê zarok 8 kes mirin
Di êrîşa li ser dibistaneke ya li Sao Paûlo ya Brezîlyayê de 5 jê zarok 8 kes mirin. -
Li Mozambîk û Malaviyê lehî: Herî kêm 100 kes mirin
Li Mozambîk û Malaviyê ji ber lehiyê herî kêm 100 kes mirin û lehiyê bandor li 800 hezar kesan kir. -
Di muzakereyên DYE û Talîbanê de ‘pêşketinên girîng’ hene
Hate diyarkirin ku di muzakereyên vê hefteyê de yên di navbera DYE û Talîbanê de ‘pêşketinên girîng’ pêk hatine. Lê herdu aliyan hê hin astengiyên mezin çareser nekirine. -
Qada hewayî ya Ewropayê ji Boeîng 737 MAX’ê re hate girtin
Ajansa Ewlehiya Hewayî ya Ewropayê (EASA) piştî ku balefireke rêwiyan a Boeîng 737 MAX a şîrketeke Etîyopyayê kete xwar, qada xwe ya hewayî ya Ewropayê ji van balefiran re girt. -
Rûsyayê li Lenîngradê S-400 danî
Federasyona Rûsyayê pergala berevaniya moşekan S-400 li herêma Lenîngradê, ya li bakurêrojhilatê welêt danî. -
DYE'yê personelên xwe yên dîplomatîk ji Venezûelayê vekişand
DYE'yê bi hinceta kûrbûna krîza li Venezûelayê, personelên xwe yên dîplomatîk ên li sefaretxaneya bilind a Caracasê kişand. -
Ji ber barana zêde ya li Brezîlayê 7 kes mirin
Ji ber barana zêde ya li Sao Paûlo ya herêma metrepol a Brezîlayayê bi kêmanî 7 kes mirin. -
Li Etiyopyayê balafira rêwiyan ket xwarê: Kes bi saxî jê nefilitî
Li Etiyopyayê danê sibehê balafireke rêwiyan ku 157 kes tê debûn kete xwarê. Hate ragihandin ku kes nefilitiye. -
Li Venezûelayê ji ber qutbûna elektrîkê gelek kes mirin
Li Venezûelayê qutbûna elektrîkê bandoreke giran kir. Hate ragihandin, 15 nexweşên bi makîneya diyalîzê ve girêdayî bûn ji ber qutbûna eletkrîkê mirine. -
Temel: Çalakiyên grevên birçîbûnê çalakiyên şoreşgerî ne
Parlamenterê HDP'ê Tayîp Temel diyar kir ku li Kurdistanê gelek serdemên dîrokî rû dane û got: "Grevên birçîbûnê yên îro yên bêdem-bêdorveger dişibin çalakiyên berxwedana Mezlûm, Kemal û Xeyrî." -
Li Mûsilê ji ber êrîşa xwekujî 2 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn
Li Mûsilê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşa xwekujî pêk hat û di êrîşê de yek jê polîs 2 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn. -
Li Portekîzê li dijî tundiya li jinê şîna neteweyî hat ragihandin
Li Portekîzê, li dijî tundiya li nava malê ya li dijî jinê al heta nîvî hatin daxistin û li Desteya Wezîran deqeyek rêz hate girtin. -
Di navbeyna Mûsil û Mexmûrê de Heşdî Şebî kete kemînê: 6 mirî
Li başûrê Mûsilê kemînek li ber hêzên Heşdî Şebî yên Şiî hate danîn, 6 şervanên Heşdî Şebî hatin kuştin. -
Li Kenyayê greva surprîz geşta hewayî felc kir
Balefirxaneya navnetewî ya paytexta Kenyayê Naîrobiyê bi greveke surprîz bi temamî felc bû.