CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Maliyê komkujî: 134 sivîl hatin kuştin
Hate ragihandin ku li navenda Maliyê 23’ê Adarê herî kêm 134 sivîl hatine qetilkirin. -
Roket li bakurê Tel-Avîvê ket: 5 kes birîndar bûn
Li herêma Mishmeretê ya li bakurê paytexta Îsraîl Tel-Avîvê, roket malekê ket. Polîsan diyar kirin ku ji ber êrîşê 5 kes birîndar bûne. Netanyahu serdana xwe ya li DYE'yê nîvco hişt. -
Serokwezîrê Iraqê ji bo ‘civînê sêalî’ çû Qahîreyê
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, serdana xwe ya destpêkê ya derveyî welêt, li Misirê pêk anî. Ebdulmehdî wê tevlî civîna sêalî ya Misir, Iraq û Urdunê bibe. -
Li Fasê perwerdekarên ciwan daketin kolanan
Li paytexta Fas Rabatê, bi hezaran perwerdekarên ciwan şeva Şemiyê daketin kolanan. Polîsan dest li ciwanan werdan û bi tundî ew belav kirin. -
Di êrîşa li Mogadîşûyê de 11 kes mirin, 15 jî birîndar bûn
Li paytexta Somalî Mogadîşûyê di êrîşa çeteyên Şebapê de, alîkarê wezîr jî di nav de 11 kes mirin . -
Macron serfiraziya QSD'ê pîroz kir
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Hêzên Sûriya Demokatîk (QSD), ku dawî li DAÎŞ'ê anî, slav kir. -
Li Çînê agir bi otobusa rêwiyan ket
Li wîlayeta Hûnan a Çînê agir bi otobuseke rêwiyan ket û 26 kes mirin, 30 kes jî birîndar bûn. -
Averêbûna otorîteyê ya Macron hêrsê zêde dike
Serokkomar Emmanuel Macron, ji bo ku pêşî li çalakiyên Êlekzeran bigire li gelek deveran qedexe danî û artêş tevgerand. -
Li Cezaîrê gel kuçeyan bernade
Li Cezaîrê bi sed hezaran kes ji bo ku Evdilezîz Buteflîka desthilatê berde, Înê dîsa derketin kolanan. -
Li Zelandaya Nû qedexeya çekan dest pê kir
Li Zelandaya Nû, piştî ku li du mizgeftan komkujî hate kirin, firotina çekên êrîşê û nîv otomatîk hate qedexekirin. Bi sedan kesî serî li polîsan dan ji bo çekên xwe radest bikin. -
HRW: Di êrîşên Burkîna Faso de bi dehan kes mirin
Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan (HRW) ragihandd li bakurê Burkîna Faso di encama êrîşên komên Îslamî de bi dehan sivîl hatine kuştin, bi deh hezaran jê ji bêgavî malên xwe terikandin. -
Li Çînê ji ber teqîna li febrîqeya kîmyewî 47 kes mirin
Li rojhilatê Çînê li febrîqeyeke kîmyewî teqînek çêbû. Hate ragihandin herî kêm 47 kes mirine, 90 kes jî bi giranî birîndar bûne. -
Li Başûr Afrîqa bahoz: Bi kêmanî 356 kes mirin
Ji ber bahoza Îdaî ya li Zimbabwe û Mozambîk ên Başûrê Afrîqayê bi kêmanî 356 kes mirin, bi sed hehezarna kes jî ji ber bahozê bibandor bûn. -
Li Qabûlê êrîşa ser pîrozbahiya Newrozê: 6 kes mirin
Li paytexta Efganîstanê Qabûlê dema pîrozbahiya Newrozê bi êrîşên obûsan bi kêmanî 6 kes mirin. -
Li Rûsyayê Newroza destpêkê li Kirimê hate pîrozkirin
Li Kirimê bi şahiyekê cejna Newrozê hate pîrozkirin. Mehmet Eziz di şahiyê de axivî û got, “Newroz li ba Kurdan sembola berxwedan û serketinê ye. Em li dijî polîtîkayên tinekirinê, bi giyana Newrozê têbikoşin.” -
Newroz li çar bajarên Swîsreyê hate pîrozkirin
Newroz li bajarê Basel, Luzern, Cenevre û St. Gallenê yên Swîsreyê hate pîrozkirin. -
Awûstralya: Gotinên Erdogan kirêt in!
Serokwezîrê Awûstralyayê Scott Morrison bersiv da Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û nerazîbûn nîşanî gotinên Erdogan ên li ser komkujiya Zelanda Nû da. Morrison ji bo gotinên Erdogan got, "li ser nefikiriye, kirêt in û mirovan pê diêşîne." -
Li meclîsa Gallerê pêşniyarpirsa ji bo greva birçîbûnê
Grevên birçîbûnê yên bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îro wê li Parlamentoya Xweser a Gallerê bê nîqaşkirin. -
Polîsê Hollandayê têkildarî êrîşkarê Tirk nameyek dît
Roja Dûşemê li bajarê Ûrtrech ê Hollandayê êrîşek hatibû kirin û di êrîşê de 3 kes hatibûn qetilkirin. Êrîş ji aliyê Gokmen Taniş ê eslê xwe Tirk ve hatibû kirin û polîsan di wesayîta Taniş de nameyek dît. Polîsan got ku îhtimala ‘êrîşa terorî’ cidî ye. -
Li Fransa û Kanadayê ji bo Gezen çalakî hatin lidarxistin
Ji bo Zulkuf Gezen ku li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kir, çalakî tên lidarxistin. Li Fransa û Kanadayê di çalakiyan de ji bo berxwedanê banga xwedîderketinê hate kirin. -
Di êrîşa li Ûtrechtê de 3 kes mirin, 9 kes jî birîndar bûn-NÛ BÛ
Di êrîşa saetên sibê ya li tranvayê ya li bajarê Utrechet a Hollandayê pêk hat de 3 kes mirin, 9 kes jî birîndar bûn. Têkildarî êrîşê polîs ciwanê bi navê Gokman Taniş di saetên şevê de destgîr kir. -
Ji bo protestoya dostaniya çekan a Elman-Tirk cezayê 500 Euro
Bi armanca protestokirina Rheînmetall ku ji bo rejîma Erdogan panzeran dihilberîne 2 kesên li dijî şer pankart vekiribûn. Doza herdu îro pêk hat û dadgehê cezayê dayîna 500 Euro li her du kesên dijberî şer birî.ddfewa -
Polîsên Hollandayê li êrîşkarê Tirk digerin
Li bajarê Ûrtrech ê Hollandayê êrîşek hatibû kirin û di êrîşê de 3 kes hatibûn qetilkirin. Hate ragihandin ku polîsên Hollandayê li êrîşkarê Tirk digerin. -
Li Endonezyayê di karesata lêhiyê de nêzî 80 kes mirin
Li herêma Papûa ya Endonezyayê lehî rabibû û hate gotin ku bi kêmanî 80 kes mirin. -
Li Rûsyayê ciwanan agirê pêşîn ê Newrozê vêxistin
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Kurd ên Rûsyayê agirê Newrozê hate vêxistin.