CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Trûmp, Macron û May naçin Davosê
Serokê DYE'yê Donald Trûmp, ji ber krîza siyasî ya li welatê xwe wê tevlî Forûma Aboriyê ya Davosê nebe. Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî ji ber krîza Êlek Zeran tevlî nabe. -
Li Kongoyê qetlîam: Di nava 2 rojan de 890 kes mirine
Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku di nava du rojan de li gelek gundên dikevin rojavayê Komara Kongo ya Demokratîk di nava meha Kanûnê de nêzî 900 kes mirine. -
Macron: Sala 2019’an jî leşkerên me wê li Sûrî bimînin
Serokkomarê Fransa Emmanûel Marcon ragihand ku leşkerên wan wê sala 2019’an jî li Sûriyeyê bimînin. -
Li 3 bajarên Efganistanê ji bo aştiyê meş hate kirin
Li 3 bajarên dikevin başûr û rojhilatê Efganistanê, bi daxwaza aştî û edaletê meş hatin kirin. -
Li Kolombiyayê êrîşî dibistaneke polîsan hate kirin
Di teqîna li nêzî dibistaneke polîsan a li paytexta Bogota ya Kolombiyayê pêk hat de, bi kêmanî 4 kes hatine kuştin. -
Bi hezaran xwendekarî dibistan boykot kirin, ji bo avhewayê meşiyan
Li Paytexta Belçîka Brûkselê bi hezaran xwendekar dibistan boykot kirin, ji bo avhewayê daketin kolanan. -
HRW: Li Tirkiyeyê Rewşa Awarte qediya lê zext didomin!
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW), di rapora xwe de ya ku di sala 2019’an weşand, ragihand ku hikumeta Tirk a zordar Rewşa Awarte rakiriye lê zext û zor didomin. -
Greva giştî ya li Tûnisê bandoreke giran li jiyanê kir
Li Tûnisê ku pêvajoya bi navê 'Bihara Ereban' lê dest pê kir, ji bo zêdekirina muçeyan li sektora cemaweriyê greva giştî pêk hat. -
Li Zîmbabveyê di çalakiyên protestoyî de 68 kes birîndar bûn
Li Zîmbabveyê, ji destpêka hefteyê ve li dijî zêdebûna buhayê sotemeniyê çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Heta niha herî kêm 68 kes bi fîşekan birîndar bûn. -
Îran: Em ê li Sûriyeyê bimînin
Fermandarê Mûhafizên Şoreşê yê Îranê Mûhammed Alî Caferî ragihand ku ew ê hebûna xwe ya li Sûriyeyê bidomînin. -
Di derbarê May de pêşnûmepirsa pêbaweriya hate pêşkêşkirin
Piştî ku Kamaraya Avamê plana Brexitê red kir, der barê Serokwezîra Îngilîstanê Theresa May de pêşnûmepirsa pêbaweriyê hate dayin. -
Sala 2018'an zêdeyî 4.300 Xiristiyan hatin kuştin
Li gorî rêxistineke civakî ya sivîl, sala 2018'an li gelemperiya cîhanê zêdeyî 4.300 Xiristiyan ji ber baweriya xwe hatin kuştin ku piraniya wan li Nîjeryayê hatin kuştin. -
Peymana Brexîtê nehate qebûlkirin
Peymana derketina Îngilîstanê ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) li parlamenta Îngilîstanê di dengdanê de hate redkirin. -
Wê Brezîlî êdî bi hêsanî çekê bigrin
Serokê Dewleta Brezîlyayê Jaîr Bolsonaro îro yasaya çek standinê ya li tevayî welat îmze kir. Yasaya ku standina çekê hêsan dike yek ji sozên Bolsonoro yên pêvajoya kampanyaya hilbijartinê bû. -
Hêzên Yemenê ji bo pevguherîna girtiyan wê li Urdunê bicivin
Li ser daxwaza Neteweyên Yekbûyî rêveberiya Urdinê qebûl kir ku bi hêzên Yemenî re li ser pevguherandina girtiyan rûnin. -
Li Bangkokê li dijî qirêjiyê barana çêkirî hate barandin
Li Bangkokê ya ku paytexta Taylandê ye, li hemberî qirêjiya hewayê ji bo barîna baranê balefir firiyan. -
Greva li Elmanyayê: Bi sedan seferên balafiran betal bûn
Li Elmanyayê ji ber ku personelên ewlekariyê yên 8 balafirgehan ketin grevê, bi sedan seferên balafiran betal bûn. -
Wekîlê Kurd rûniştina ewilî ya parlamenta Ermenîstanê birêve bir
Piştî hilbijartinên giştî yên pêşwext ên 9'ê Kanûna 2018'an ku li Ermenîstanê hatin kirin, rûniştina destpêkê ya parlamentê pêk hat. Parlamenterê Kurd Kinyas Hasanov rûniştina parlamentê bi rê ve bir. -
Îran wê du sataleytan li fezayê bi cih bike
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ragihand ku wê ‘rojên bê’ du satalaytên Îranî li fezayê bi cih bikin. -
Partiya Komunîst a Fransayê ji bo Leyla Guven bang kir
Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) diyar kir ku Leyla Guven a di greva birçîbûnê di nava ‘mirin û jiyan’ de ye û banga ketina tevgerê li Fransa , Yekîtiya Ewropa û welatên din kir. -
Li gorî Pompeo DYE herêmeke tampon dixwaze
Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo diyar kir ku derbarê ‘herêma tampon’ hevdîtina bi hemû aliyan re didome. -
Li Îranê balafira kargo kete xwarê: Herî kêm 13 kes mirin
Li nêzî paytexta Îran Tehranê, balafireke kargo kete xwarê. Hate ragihandin, herî kêm 13 kes mirine. -
Li Awûstralyayê mîlyonek masî mirin
Di çemê başûr-rojhilatê Awûstralyayê de ji mîlyonekê zêdetir masî mirin. -
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê bi rêveberên Iraqî re rûnişt
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan serdana Bexdayê kir û bi rêveberên Iraqî re rûnişt. -
Li Îranê balafireke kargo ket
Li Îranê balafireke kargo ku herî kêm 16 kes tê de bûn, li nêzî Tehranê ket xwarê.