Li Kongoyê qetlîam: Di nava 2 rojan de 890 kes mirine
Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku di nava du rojan de li gelek gundên dikevin rojavayê Komara Kongo ya Demokratîk di nava meha Kanûnê de nêzî 900 kes mirine.
Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku di nava du rojan de li gelek gundên dikevin rojavayê Komara Kongo ya Demokratîk di nava meha Kanûnê de nêzî 900 kes mirine.
Li gorî daxuyaniyeke nivîskî ya Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY’yêî di nava dîroka 16-18’ê Kanûnê de li 4 gundên dikevin herêma Yûmbî ya eyaleta Maî-Ndombeyê di şerê nava civakan de bi kêmanî 890 kes hatine kuştin.
Komîseriya Bilind bîlanço spart ‘Çavknaiyên pê bawer’ yên di encama şerê navbera civaka Banûnû û Batandê de rû dane.
Berdevkê hikûmeta Komara Kongo ya Demokratîk Lambert Mende yê ji AFP’ê re axivî , anî ziman ku hejmara kuştiyan nikarin piştrast bikin û got: “Li gorî texmînên ku pêşkêşî hikûmetê hatine kirin, derdorî 100 kesî mirine.”
Komeleya Gihandina Edaletê ya Kongoyê jî agahî sparte çavkaniyên herêmî û diyar kir ku 500 kes mirine.
Şerê di navbera her du civakan de ji 16’ê Kanûnê ve destpêkiribû. Di şerê tê texmînkirin ji ber pêşbaziya navbera her du civakan ên Banûnaû û Batendê derketî de , bi dehan kes birîndar bûne. Komîseriya Mafê Mirovan a NY’yê diyar kir ku bi kêmanî 82 kes birîndar bûne, lê hejmara rast hê bilindtire.
Her wiha agahiya ku 465 mal û avahî hatine şewitandin û talankirin. Di nava van de 2 dibistanên seretayî, navendeke tenduristiyê, sûkek û boruyeke ya Komîsyona Hilbijartinê ya Serbixwe a Navneteweyî jî heye.
Li gorî NY’Yê ji nîvê nifûsa gund zêdetir ji ber bûyerên rû dayî neçar mane ku koç bikin. Derdorî 16 hezar kesî jî xwe spartine Congo-Brazzavîlle ya Komara Kongoyê.