CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Qutikkesk mafên xwe yên desteserkirî dixwazin
Daxwazên ku çalakgerên bi navê ''Qutikkesk'an dane hikûmet û parlametoyê, jiyana bi milyonan mirovê destteng û halnexirab rasterast têkildar dike. -
ÎMO: Germa global dibe ku bigihêje 3-5 pileyî
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (ÎMO), ji ber zêdebûna gaza ser ya li atmosferê, germa li ser rûyê erdê wê ji 3 heta 5 pileyî bilind bibe. -
Li Elmanyayê êrîşa sîber a ji Rûsyayê
Tê gotin, li dijî kompûterên artêşê û endamên Meclîsa Federal a Elmanyayê, êrîşeke mezin a sîber ji îstîxbarata Rûs hatiye kirin. -
Caferî: Tirkiye çekên kîmyewî dane komên biçek!
Nûnerê Herdemî yê Sûriye yê NY’yê Caferî anî ziman ku divê Tirkiye hêzên xwe yên li Sûriyeyê vekişîne. Bal kişand ku Tirkiye çekên kîmyewî dane komên bi çek ên li Helebê çekên bi kîmyewî bikar anîne. -
Zûrabîçvîlî: Gurcistanê Ewrûpa hilbijart
Serokkomara nû ya Gurcistanê Salome Zûrabîçvîlî diyar kir ku welatê wê Ewrûpa hilbijartiye. -
Li DYA'yê ji ber bikaranîna narkotîkê emrê mirovan kêm bû
Li gorî raporeke li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hate weşandin, ji ber bikaranîna madeyên narkotîkê bi rêjeyeke bilind, emrê mirovan kêm bûye. -
Polîsan bi ser Dutsche Bankê de girt
Polîsan bi ser benqeya Alman a bi navenda Frankfûrtê Deutsche Bankê de girtin. Tê gotin bi çarçoweya lêpirsîna şofandina pereyan bi ser benqeyê de girtin. -
Danûstandinên li ser Yemenê hefteya bê dest pê dikin
Sefîrê Bilind ê Îngilîstanê yê ji bo Yemenê got, danûstandinên aştiyê wê hefteya bê li Swêdê dest pê bikin. -
Bi sedan Fîlîstîniyên birîndar bi enfeksiyonê ketin!
Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) bi bîr xist ku mehên dawî li Xezayê nêzî hezar Fîlîstînî bi fîşekan birîndar bûne û birîna wan enfeksiyon girtiye. MSF'ê hişyarî da û diyar kir ku Fîlîstîniyên birîndar dibe ku seqet bimînin. -
Ûkraynayê ji NATO'yê xwest ku keştiyan bişîne Azovê
Serokkomarê Ûkraynayê Petro Poroşenko ji Elmanyayê û hemû welatên NATO'yê xwest, ku li dijî Rûsyayê destekê bidin wan û keştiyên xwe li derya Azovê bi cih bikin. -
Li YE'yê dijminatiya li Yahûdiyan: Lêzêdekirin û pêşdarazî pir bû
Li gorî lêkolîneke CNN'yê kirî, li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) her yek ji çar kesan derbarê Yahûdiyan xwedî pêşdaraziyên li ser agahiyên lêzêdekirî ye. -
Drama 70 salî ya penaberên Fîlîstînî dewam dike
Sirgûna 70 salî ya gelê Fîlîstînê dewam dike. Bi milyonan ji wan hîn jî bi alîkariya UNRWA ya Neteweyên Yekbûyî girêdayî ne û bi vî rengî dikarin debara xwe bikin. -
YE'yê 'êrîşa li Ûkraynayê' ya Rûsyayê mehkûm kir
Yekîtiya Ewropayê (YE) destwerdana Rûsyayê ya li keştiyên leşkerî yên Ûkraynayê mehkûm kir. -
Li Misirê heşt mûmya hatin dîtin
Li pîramîteke Dahshûrê ya li başûrê Kahîreyê ya Misirê heşt mûmya hatin dîtin. -
YE û NE'yê banga danûstandinê li Talîbanan kirin
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres banag li hikûmeta Efxan û Talîbanan kir ku rasterast danûstandinên aştiyê bikin. Serokkomarê Efxan jî şandeyeke danûstandinê ya ji 12 kesan pêk tê, ava kir. -
Trafîka Yewnanîstanê ji ber grevê asê ma
Li Yewnanîstanê, ji bo dawî li polîtîkayên teserûfa giran bê anîn, wesayitên girseyî û rêyên hesinî û deryayî ji bo 24 saetan ketin grevê. -
Li Awûstralyayê 28 balînayan xwe li peravê xistin
Li başûrê rojhilatê Awûstralyayê 28 balînayan xwe li peravê xistin. -
Bi hezaran Sirp ên li Kosovayê li dijî baca gumrukê meşiyan
Rêveberiya Kosovayê, li ser betalkirina daxwaza wê ya endametiya Întetpolê, mafê gumrikê danî li ser malên ji Sirbîstanê tên standin. Bi hezaran Sirp li dijî vê li bajarê Mitrovicayê meşiyan. -
Li nêzî febrîqeyeke kîmyewî teqînek pêk hat: 22 mirî
Li bakurê Çînê, li nêzî febrîqeyeke kîmyewî teqînekê rû da û şewat derket. Herî kêm 22 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn. -
Rewşa dawî ya rageşiya di navbeyna Rûsya û Ukraynayê de
Rageşiya di navbeyna Rûsyayê û Ukraynayê de didome, di serî de DYA gelek welat destekê didine Ukraynayê. -
Her ku rojavayî ji Îranê vedikşin, şîrketên Çînî dikevin şûna wan
Ji ber pêkanînên DYA'yê, piraniya şîrketên cîhana rojava xwe ji Îranê vekişandin. Şîrketên Çînî ku xwe ji pêkanînên DYA'yê venagirin, bi vekişîna şîrketên rojavayî re cihê xwe di nava projeyên girîng ên Îranê de digirin. -
Li gorî Îranê plana Filistîn a DYA’yê ‘komplo’ ye
Serokê Parlamentoya Îranê Alî Larîcanî got plana DYA’yê ya ku ji bo çareseriya pirsgirêka Filistîn-Îsraîlê komplo ye. -
Li Efganistanê sê leşkerên Amerîkayê hatin kuştin
Li nêzî bajarê Gaznî yê navenda Efganistanê bi bombeya destan êrîşî leşkerên Amerîkayê hate kirin. Hate ragihandin ku di êrîşê de 3 leşkerê Amerikayê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. -
Li Iraqê hikumet nayê avakirin
Îro dihat payîn ku parlamentoya Iraqê bicive û ji bo 8 wezîrên kêm mayî dengdana pêbaweriyê bê kirin. Lê belê hate ragihandin ku ji ber lihevnekirina di nav partî û lîsteyan de dengdan hatiye taloqkirin. -
Di navbera Îzlanda û Polonyayê de krîza Naziyan
Bi wesîleya salvegera serxwebûna Polonyayê di 11’ê Mijdarê de meşek hatibû lidarxistin. Rojnameya Stûndîn a li Îzlandayê nûçeyek li ser vê meşê çêkir. Ev nûçe bû sedem ku di navbera herdu welatan de krîz pêk were.