CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li peravên Spanyayê 9 koçber winda bûn, zarokek hate rizgarkirin
Li peravên başûrê Spanyayê, zarokeke koçber di rewşeke pir xirab de hate dîtin. 9 koçberên li gel zarok di keştiya lastîk de ku noqî avê bûn, winda bûne. -
NY ji bo Efrîqaya Navîn hişyariya birçîbûnê da
Netewên Yekbûyî (NY) ji bo Komara Efrîqaya Navîn ku ji nû ve tundî lê zede bûye hişyariya birçîbûnê da. -
Abdulmehdî: Em ê li gorî ambargoya DYE’yê ya li ser Îranê tevnegerin
Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî diyar kir ku ambargoya DYE’yê ne navneteweyî ye û ji ber wê ew ê li gorî ambargoyê tevnegerin. -
Êrîşa li Kabûlê: Hejmara miriyan bû 55
Li paytexta Afganîstan Kabûlê, hejmara kesên ji ber êrîşa bombeyî mirin bû 55. Herî kêm 80 kes jî birîndar bûn. -
Di êrîşa DYA ya li Somaliyê de 37 endamên Şebabê mirin
Artêşa DYA’yê li dijî rêxistina Şehba ya li Somaliyê du êrîşên hewayî pêk anîn. Di van êrîşan de li gorî hatin ragihandin 37 endamên Şebabê mirine. -
Li Nîjeryayê ji ber êrîşa Boko Haram 53 kes mirin
Li bakurê rojhilatê Nîjeryayê di êrîşên Boko Haram ên dawiya hefteyê de 44 leşker û 9 cotkar hatin kuştin. -
Li Qabûlê teqîn: Herî kêm 40 kes mirin
Li paytexta Efganistan Qabûlê li nêzî salona dawetê teqîn çêbû û di teqînê der herî kêm 40 kes mirin. -
Konseya Ewropa: Biryara li ser Demîrtaş xwedî hikm e
Piştî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan biryara DMME'yê ya li ser siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş qebûl nekir, Konseya Ewropayê bersiv da. -
Trenek li Barcelonayê ji rê derket: 1 mirî, 44 birîndar
Li Barcelonayê yek ji trenên banliyoyan ji rê derket. Ji ber qezayê kesek mir, 44 kes jî birîndar bûn. -
Li Brukselê bi kêran êrîşî polîsan hate kirin
Li paytexta Belçîka Brukselê li pêşiya qereqola polîsan a navendî bi kêran êrîşî polîsan hate kirin. -
Asyaya Başûrê Rojhilat di ekonomiya înternetê de bi pêş ve diçe
Li Asyaya Başûrê Rojhilat a ku berhemên pêşkêtî lê tên bikaranîn, li gorî texmînan ew ê li 6 welatên wê ekonomiya li ser înternetê jî bi pêş ve biçe. -
Li Fransayê 500 kes birîndar bûn, bi sedan kes hatin destgîrkirin
Li Fransayê, çalakiya 'Êlek Zerikan' ku zêdebûna buhayê sotemeniyê şermezar dikin, roja Duşemê li gelek bajaran dewam kir. Bîlançoya bûyeran giran dibe. -
Li Yemenê ligel krîza mirovahiyê şer jî dijwar dibe
Li bajarê Hûdeyde yê Yemenê şerekî dijwar diqewime. -
WHO: Têkoşîna li dijî tayê qels bûye
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand, ji ber ku foneke têrker nehatiye peydakirin, têkoşîna li dijî tayê sekiniye, lewma bi sed hezaran kes mirine. -
Ji ber mayînan di salekê de 2 hezar û 793 kes mirin
Li gorî Handîcap Înternatîonal a rêxistina civaka sivîl a navneteweyî di sala 2017’an de ji ber mayînên reş ên qedexe 7 hezar û 293 kes an mirine yan jî birîndar bûne. -
Volkana Fûego ji nû ve çalak bû, 3 hezar kes hatin tehliyekirin
Li Gûatemalayê volkana Fûefo ji nû ve çalak bû. Ji ber pijiqîna lavan sê hezar kes hatin tehliyekirin. -
Gelo berpirsyarê şewata li Kalîforniyayê şîrketa elektrîkê ye?
Li DYA'yê nîqaş tê kirin ku şîrketa elektrîkê ji şewata li eyaleta Kalîforniyayê berpirsyar e. -
Li Xuzistanê nerazîbûna karkeran didome
Li bajarê Şûş ê Eyaleta Xuzîstanê ya Îranê, greva karkerên li kargeha Şekir dixebitin 15 roj in dewam dike. Polîsên Îranê êrîş kirin û 19 karker destgîrkirin. -
Çalakiya 'Êlek zerik'an wê bidome
Li Fransayê, 'êlek zerik'ên ku roja Şemiyê 2 hezar çalakî pêk anîn, doh jî li meydanan bûn. Çalakiyên ku li ser medya civakî hatin birêxistinkirin, tê payin ku mayinde bibin. -
Dozger Del Ponte: Divê NY xwe nû bike
Endama berê yê Komîsyona Lêpirsîna Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî Carla Del Ponte kar û xebatên Neteweyên Yekbûyî ya li ser Sûriyeyê rexne kir û got ku, “Neteweyên Yekbûyî ji bo min bû cihê şikestina xeyalan.” -
Çîn wê ji Îsraîlê zêdetir ‘Dronên Kujer’ çêbike
Yek ji welatên ku 'droneyên kujer' çêdike, Çîn e. Çîn hewl dide bazareke ji dehan milyar dolarî kontrol bike. -
Li Yemenê 18 milyon kes birçî ne
Ji sala 2015'an û vir ve li pêş çavên tevahiya cîhanê li Yemenê şerekî giran diqewime. Vî şerî rê li ber krîza herî giran a însanî ya li cîhanê vekir. Bi milyonan mirov li hemberî birçîbûnê li ber xwe didin. -
Hikumeta Merkel amadekariyan dike ji bo Sûriyeyiyan vegerîne!
Tevî ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi temamî neqediya ye, Elmanya amadekariyan dike ku penaberên Sûriyeyî vegerîn welatê wan. Li gorî plana Wezîrê Karên Hundir Seehofer, wê destpêkê Sûriyeyiyên 'sûcdar û metirsîdar' bên şandin. -
CIA'yê di mijara kuştina Kaşikçi de encameke çawa bi dest xist?
Washîngton Postê îdîa kir ku CIA gihîştiye wê encamê ku Cemal Kaşikçi bi fermana prensê velîahtê Mûhammed Bîn Salman hatiye kuştin. Rêveberiya Washîngtonê ragihand, hîn encamek bi dest nexistine. -
Peywendiyên aborî di navbera Iraq û Îranê de digihînin 20 milyar dolaran
Piştî civîna Serokkomarê Iraqê Berhem Salih û Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî, hat diyar kirin ku biryar hatiye girtin peywendiyên aborî di navbera herdû welatan de bê xûrtkirin û ew ê bazirganiya aborî ji 12 milyar dolar bigihinîn 20 mîlyar dolaran.