CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Bûyera Skrîpal: Dibe ku DYA pêkanînên nû li ser Rûsyayê ferz bike
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ji ber bûyera jehrîkirina ajanê berê yê du alî Sergey Skrîpal dibe ku ew hin pêkanînên nû li ser Rûsyayê ferz bikin. -
Ji ber êrîşa Boko Haram bi dehan leşker 'winda' ne
Li Nîjeryayê di êrîşeke çeteyên Boko Haram de gelek leşker mirin, herî kêm 16 leşker jî winda ne. -
Li DYA’yê hilbijartina biqasî referandûmê bi wate destpê kir
Li DYA’yê hilbijêr ji bo hilbijartina dema navber a ji bo Donald Trûmp mîna hilbijartina testê ye, çûn ser sindoqan. -
Ji serê salê ve li Behra Spî zêdetirî 2 hezar kes mirine
Komîseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji serê salê ve li Behra Spî nêzî 2 hezar koçberan jiyana xwe ji dest dane. -
Azadiya Ocalan azadiya me ye!
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê çalakî li pêşiya Konseya Ewrûpayê werin kirin. Çalakî bi daxuyaniya çapemeniyê hate destpêkirin. -
Li Hudeydayê şer giran bû, sivîl di nav şer de mane
Li Hudeyda ya Yemenê şerê di navbeyna komên alîgir ên hikûmetê û milîsên şiî yên Hûsî de îro jî şer çêbû. Tê gotin li herêma ku şer çêdibe bi sed hezaran sivîl di nav şer de mane. -
Heke referandûmeke din bibe alîgirên Brexîtê wê kêm bibin
Li gorî lêkolîneke li Brîtanyayê heke îro referandûmek bibe beşekî xilbe wê bixwaze ku li nav Yekîtiya Ewropayê bimînin. -
Gardiyanekî Kampa Stûtthofê derdixînin dadgehê
Li bajarê Munsterê yê Elmanyayê kesekî 94 salî yê ku di navbera salên 1942-1944’an de li Kampa Naziyan a Stûtthofê gardiyantî dikir, bi sûcê ku bûye şirîkê bi sedan cînayetan, tê darizandin. -
Kêm maye ku mirovahî temamiya cîhanê dagir bike
Herêmên xwezayî yên ku mirovan dest nedanê, di nava sed salî de herî kêm bi 4 qatî kêm bûn. Tenê yek ji çar paran maye. Tê gotin mirovahî wê van deverên mayî jî talan bikin. -
Li nêzî peravên Spanyayê 13 koçber xeniqîn
Di demên dawîn de gelek koçber dixwazin ji ser Spanyayê biçin welatên Ewrûpayê. Hate ragihandin ku di navbera Fas û Îspanyayê de gelek koçber xeniqîne. -
Li Kamerûnê bi dehan xwendekar hatin revandin
Li Kamerûnê ku ji ber hilbijartina serokdewletiyê alozî hîn dewam dike, bi dehan xwendekar hatin revandin. Tevgerên alîgirê serxwebûnê yên li herêmên bi zimanê Îngilîzî dimînin, tên sûcdarkirin. -
Pêkan e ku Trûmp li Parîsê li gel Pûtîn bicive!
Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp ragihand ku pêkan e di dema merasîma 11’ê Mijdarê ku li Parîsê bê lidarxistin de li gel Serok Dewletê Rûsyayê Vîladîmîr Pûtîn bicive. -
Talîban tevlî konferansa li Moskova dibin
Rêveberên Talîban ragihandin ku tevlî konferansa tê payîn ku wê roja Înê li Moskova bi pêşengtiya Rûsyayê bê kirin, bibin. DYA û hikûmeta Afgan konfernasê boykot dikin. -
DYA’yê ji bo 8 welatan îmtiyaza demkî ragihand
Rêveberiya DYA’yê tevî guşarên li ser Îranê biryar da ku 8 welat bi demkî petrolê ji Îranê bikire. Di nava van welatan de Çîn, Tirkiye û Hindistan jî hene. -
Rûhanî: Em ê ambargoya DYA'yê têk bibin
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî got, wê ambargoya DYA'yê têk bibin. -
Bi yekbûna du galaksiyan Kadiz ava bû
Li gorî zanyaran ku daneyên ji teleskopa fezayê Gaîa analîz kirin, stêrkên sîwana hundir a kadizê ji galaksiyeke din tên. Tê texmînkirin ku ev galaksî beriya 10 milyar salî li kadizê ketiye. -
Hêz û derfeta kirînê ya karkerên li Îranê %80 kêm bû
Li Îranê ku ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve di nava krîzê de ye, hêz û derfetên karkeran ên ji bo kirînê 80 ji sedî kêm bûye. -
12 kesan ji bo serokatiya CDU serî lê dan
Piştî ku Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel eşkere kir ku wê di kongreya CDU ya meha Kanûnê de ji bo serokatiya partiyê nebe namzet, hejmara mirovên ji bo namzetiyê serlêdan kirine bû 12 kes. -
4 hemwelatiyên Swîsreyê nikarin ji Tirkiyeyê derkevin
Wezareta Karê Derve ya Swîsreyê diyar kir ku dewleta Tirk kesekî hemwelatiyê Swîsreyê girtiye û ji bo ku dernekevin derveyî welat qedexe li ser 3 kesan pêk aniye. -
Rayedarên Îranê: DYA nikare bi Îranê!
Rayedarên Îranê diyar kirin ku wê Îran li beramberî gefên DYA’yê çokan netewîne. -
Gelê Kaledonyaya Nû ji serxwebûnê re got ‘Na’
Li Kaledonya Nû ku giraveke li Pasîfîkê ye û di bin desthilatdariya Fransayê de ye, ji bo serxwebûnê îro referandûm hate kirin. Di referandûmê de dengê ‘Na’ derket. -
Iraqê nerazîbûn nîşanî Sefîrê Amerîkî da
Qonaxa duyemîn a ambargoya DYA'yê ya li ser Îranê sibê dest pê dike. Wezareta Karên Derve ya Iraqê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Sefîrê Bilind ê DYA'yê yên li ser mijarê da. -
Li Hudeydayê şer: Bi dehan milîsên Hûsî hatin kuştin
Li Yemenê rayedarên tibbî diyar kirin ji êrîşên ser Hudeydayê yên ji roja Şemiyê ve bi dehan Husî hatine kuştin. -
Li Sîcîlyayê lehî rabû: 10 kes mirin
Çemê Palermo yê li herêma Sîcîlya ya Îtalyayê ji ber barana zêde rabû. 9 kes ji malbatekê, bi giştî 10 kes li ber lehiyê ketin û mirin. -
Li Kaledonyaya Nû referandûma serxwebûnê
Li Kaledonya Nû ku giraveke li Pasîfîkê ye û di bin desthilatdariya Fransayê de ye, ji bo serxwebûnê îro referandûm heye.