CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Xaneqînê teqîn: 2 kes mirin
Li Xaneqînê piştî bernameeya Îmam Huseynî teqîn çêbû, di encama teqînê de 2 kes mirin û 11 kes birîndar bûn. -
Trûmp vê carê mafê zarokên li DYA'yê ji dayik dibin da ber xwe
Zarokên ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji dayik dibin, yekser dibin welatiyên Amerîkî. Serokê DYA'yê Donald Trûmp niha dixwaze vî mafî ji holê rake. -
Li Elmanyayê hemşîreyekî kevn li 100 cînayetan mikur hat
Li Elmanyayê doza hemşîre Nîels Hogel hate destpêkirin. Hogel li xwe mikur hat ku wî 100 nexweş kuştiye, lê li gorî texmînan hejmara rastîn zêdetir e. -
Greva li balafirgeha Brukselê 6 roj in dewam dike
Greva karkerên bagajê yên li balafirgeha Zaventem a paytexta Belçîka Brukselê, di roja şeşan de ye. Roja Sêşemê herî kêm 140 sefer ji ber grevê betal bûn. -
Fransa: Divê şerê li Yemenê biqede
Seroka Fermandariya Giştî ya Artêşa Fransayê Florence Parly diyar kir, şerê ku Siûdî Erebistan li Yemenê dike ew ê negihêje tu encamê û divê ev şer biqede. -
Li Îtalyayê ji ber şertên nebaş ên hewayî 8 kes mirin
Li Îtalyayê ji Yekşemê ve ji ber şertên nebaş ên hewayê 8 kes mirin, gelek dibistan hatin girtin. -
WWF: 44 salên dawî %60 ê heywanên kovî qelihîn
Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF) diyar kir ku ji ber zext û zora mirovan, van 44 salên dawî 60 ji sedî yê heywanên kovî qelihîne. -
FKO: Biryara naskirina Îsraîlê dibe ku bê betalkirin
Konseya Navendî ya Rêxistina Rizgariyê ya Fîlîstînê (FKO) qebûl kir ku heta dewleta Fîlîstînê were naskirin, biryara li ser naskirina dewleta Îsraîlê bê betalkirin. -
DYA li dijî koçberan 5 hezar leşkerên din dişîne
Bi hezaran koçberên ku 13'ê Cotmehê ji Hondûrasê bi rê ketin, ber bi DYA'yê ve dimeşin. Hate gotin, ji bo pêşî li koçberan bigirin bi hezaran leşkerên din ên Amerîkî ber bi sînorê Meksîkayê ve hatine şandin. -
Wezîrê Elman ji bo Sîemensê çû Tirkiyeyê
Wezîrê Aboriyê yê Elman Altmaîer ku hefteya bihurî serdana Enqereyê kir, eşkere bû ku di rojeva wî de îhaleyên bikevin destê Sîemensê hebûn. Sîemensê karê nûkirina sîstema enerjiyê ya Stenbolê ku buhayê wê 1,5 milyar Euro ye, stend. -
Li Tûnûsê êrîşeke xwekujî pêk hat
Li navenda paytexta Tûnûsê teqînek mezin çêbû, herî kêm 9 kes birîndar bûn. -
Serokwezîrê Iraqê yê nû çû serdana hêzên leşkerî
Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî çû serdana Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê. -
Li Çînê qezaya kanê: Herî kêm 19 kes mirin
Li Çînê di kana komirê de qezayek çêbû û herî kêm 19 kes mirin. Di vê madenê de di 22’ê Çileyê de jî 22 karker asê mabûn. -
Li Elmanya krîza hilbijartinê: Rewşa Merkel krîtîk e!
Di hilbijartina eyaleta Hessenê ya Elmanyayê de Serokwezîr Angela Merkel derbeke giran xwar. Merkel diyar kir ku ew ê nebe namzeta serokatiya Partiya Xirîstiyanên Demokrat (CDÛ)yê. -
Li Ewrûpayê ji ber qirêjiya hewayê 422 hezar kes mirin
Saziya Jîngehê ya Ewrûpayê diyar kir ku li Ewrûpayê 422 hezar kes ji ber qirêjiya partîkulan mirine. -
Li balafirgeha Brukselê grev hate lidarxistin
Li balafirgeha Brukselê ji ber greva xebatkarên karê bagajê dikin vê Duşemê 110 sefer hatin betalkirin. -
Li Arjantînê erd hejiya
Li Arjantînê ku welatekî Başûrê Amerîkayê ye, bi 6.4 pileyî erd hejiya. -
Bûteflîka dibe ku cara 5'an bibe namzetê Serokkomariyê
Hilbijartinên serokkatiyê yên Cezayîrê wê meha Nîsanê werin kirin. Tê gotin, Serokkomarê niha Abdulazîz Bûteflîka bûye namzet. -
Balafira ku 188 kes tê de bûn kete xwarê
Li Endonezyayê, balafira ku 188 rêwî tê de bûn kete nava deryayê. -
Jaîr Bolsonaro bû Serokkomarê nû yê Brezîlyayê
Di tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariya Brezîlyayê de ku doh pêk hat, namzetê rastgir Jaîr Bolsonaro bi ser ket. Bolsonaro bi rêjeya 55.70 ji sedî yê dengan stend û bû Serokkomar. Hevrikê wî namzetê çep Fernando Hadddad jî 43.30 ê dengan stend. -
Cîhangîrî: Ambargoya DYE’yê nikare bandorê li me bike
Alîkarê Yekemîn ê Serokkomarê Îranê Îshak Cîhangîrî bal kişand ser zextên DYE’yê û got ku, “Di van şertan de em milyonek varîl petrolê bifiroşin wê dahata me bibe wekî ya sala par.” -
Li Deryaya Spî du zarokên koçber mirin
Yekîneyên Ewlehiya Peravê yên Spanyayê ragihandin ku li Deryaya Spî 2 zarokên koçber mirine û 16 koçber winda ne. -
Ji ber êrîşa li Pîttsbûrghê 11 kes mirin
Li gorî bîlançoya fermî, li bajarê Pîttsbûrghê yê li bakurê rojhilat ê DYA'yê ji ber êrîşa li Sînagogê 11 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn. -
Hilbijartina îro wê qedera hikûmeta Merkel diyar bike
Li Elmanya her kesî bala xwe daye ser hilbijartina Eyaleta Hessenê ya îro. Encama ku ji sindoqê derkeve bi qasî ku dikare dahatuya hikûmeta bi seroktiya Merkel a Xiristiyan demokrat/sosyal demokratan diyar bike, wê girîng e. -
Li Kolombiyayê êrîşên li parêzvanên mafên mirovan zêde bûn
Li Kolombiyayê, ji Peymana Aştiyê ya 2016'an û vir ve ku di navbera FARC û dewletê de hate îmzekirin û şer qedand, her sê rojan carekê êrîşeke çekdarî li parêzvanên mafên mirovan tê kirin.