CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Welatiyên Nîjerê li dijî qanûna budçeyê rabûn ser piyan
Li paytexta Nîjerê Nîamayê, bi hezaran kes li dijî qanûna budçeyê ya sala 2019'an ku antî-sosyal tê binavkirin, daketin qadan. -
Ji bo keştiya Aqûarîûsê li Ewropayê çalakî hatin lidarxistin
Bi hezaran kes roja Şemiyê li gelek welatên Ewropayê daketin qadan û xwestin, keştiya alîkariya însanî Aqûarîûs karê xwe yê rizgarkirinê li peravên Lîbyayê bidomîne. -
Li Sanayê çalakiya protestoyê: Bi dehan kes hatin destgîrkirin
Li paytexta Yemen Sanayê ku di bin serweriya milîsên Husî de ye, li dijî qeyrana aborî çalakiya protestokirinê pêk hat û bi dehan kes hatin destgîrkirin. -
Li Fransayê nîjatperest alîgirên li dijî koçber û ‘Îsalamiyan’ kom dike
Li Fransayê her ku diçe nîjatperestên ku di salên dawî de hê tehlokeya wan mezin dibe, niha jî êrîşî saziyên mirovî yên alîkariya koçberên ji Behra Spî tên dike, dikin. Îro wê li gelek bajaran ji bo alîkarîkirina bi koçberan re xwepêşandan bên kirin. -
Rojê herî kêm 100 penaber ji Tirkiyeyê diçin Yewnanistanê
Ligel ku di navbera hikumeta AKP’ê û Yekîtiya Ewrûpayê de peymana penaberan heye, di rojên dawîn de hejmara kesên ku ji Tirkiyeyê diçin Yewnanistanê zêdetir bûye. Di pênc rojên dawîn ên meha Kewçêrê de 560 penaber gihiştin Yewnanistanê. -
Xebatên MÎT’ê yên li Elmanyayê tê veşartin
Hikumeta Merkel pirsnameya Partiya Çep a têkildarî xebatên MÎT’ê yên li Elmanyayê bersivand û diyar kir ku di sala 2018’an de 13 lêpirsîn hatiye vekirin. Lê hikumetê got ‘razên dewletê ne’ û kitekitên lêpirsînê neda. -
Fransa û 5 welatên Ewropa kontrolkirina sînorên xwe didomîne
Piştî êrîşa 2015’an a li Parîsê û şûnde di serî de Fransa kontrolên xwe yên sînor, weke gelek welatên din ên Ewropayê ji ber êrîşên ‘terorî’ dirêj dikin. -
Fransayê hişyariya S-300 da Rûsyayê
Wezareta karê derve ya Fransayê, hişyarî kir ku Rûsyayê pergala S-300 ya parastina hewayî daye rejîma Sûriyê û ev jî wê rê li ber dewamkirina aloziya leşkerî veke” -
Şefê Înterpolê li Çînê tê lêpirsîn
Serokê Înterpolê Meng Hongweî yê dihate zanîn ku winda bûye li Çînê bûye mijara lêpirsînê û tê lêpirsînkirin. -
Serokê Înterpolê Hongweî li Çînê winda bû
Serokê Înterpol Meng Hongewî di dema serdana ji bo Çînê de winda bû, li ser vê li Fransa lêpirsîn hate destpêkirin. -
Xelata Aştiyê ya Nobelê dane Nadîa Murad û Denîs Mukwege
Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2018’an dane parêzvana mafê mirovan a Êzîdiyan Nadîa Murad û jînekologê Kongoyî Dr. Denîs Mukwege. -
Li Efganistanê êrîşa bombeyî: 3 kes mirin
Li Efganistanê li dijî ofîsa saziya alîkariyekê êrîşa bombeyî pêk hat û di êrîşê de 3 kes mirin. -
Li Endonezyayê hejmara miriyan zêde dibe
Li gorî daxuyaniya Ajansa Rêveberiya Karesatên Netewî ya Endonezyayê (BNPB) hejmara kesên di erdhej û tesûnamiyê de mirin, bû hezar û 558 kes. -
Piştî Trûmp, Pence jî Çîn bi destwerdanê sûcdar kir
Li DYA'yê ku lêpirsîna li ser destwerdana Rûsyayê li hilbijartinên serokatiyê yên 2016'an dewam dike, niha jî li DYA'yê tê îdîakirin ku Çînê dest li hilbijartinên Kongreyê werdide. -
Letonya belgeyên berê yên KGB'ê yên veşartî eşkere dike
Letonya ku welatekî berê yê SSCB a berê ye, ragihand ku wê dosya û belgeyên dawî yên veşartî yên ji rêxistina îstîxbarata Sowyetan KGB'ê mane, ji gel re eşkere bike. -
Pirsgirêka avê ya li Iraqê: Sefîrê Bilind ê YE'yê jî nexweş ket
Li Basrayê ku navenda xwepêşandanên li Iraqê ye, ji ber pirsgirêka ava gemarî heta niha zêdeyî 90 hezar kes nexweş ketine. -
Li Viyanayê heta 9’ê Cotmehê ew ê tecrîd were protestokirin
Li Viyanayê komplo û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê protestokirin. -
Li Endonezyayê bobelat li ser bobelatê
Piştî erdhej û tsûnamiya li girava Sîlawesî ya Endonezyayê alîkariya mirovî kêm dibe. Rêxistinên civakî li ser mijara zarokên ku bobelatê ew ji malbatên wan qut kirin, alarmê didin. -
Xamineyî li xwe mukur hat: Rewaş welat hesas e
Lîderê Olî yê Îranî Alî Xamineyî anî ziman ku ji ber zoriyên aborî û zextên DYA’yê yên li ser civaka Îranê di pêvajoyeke hesas re derbas dibin. -
Biryara efûyê ya dîktorê berê Fûjîmorî hate betalkirin
Dadgeha Bilind a Perûyê, biryara efrûyê ya di derbarê dîktatorê berê Alberto Fûjîmorî de derxistibû betal kir û demildest fermana girtinê da. Hema piştî biryarê rakirina Fûjîmorî ya beşa lezgîn a nexweşxaneyê bal kişand. -
KCK’ê Berhem Salih pîroz kir: Em pir girîng dibînin
Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê namzetê YNK’ê Berhem Salih ku Sêşemê bi dengdanê bi Serokkomarê nû yê Iraqê pîroz kir. -
Li Îranê Hatemî bi rexneyên tund li ser dikê ye!
Nakokiyên di navbera Îran û DYA’yê de, dîsa piştî DYA ya ku bi yek alî xwe ji peymanê vekişand û bi destpêkirina guşaran û şûnde, li gel krîzên aborî û siyasî yên li Îranê rû didin, Serokkomarê berê Muhammed Hatemî dîsa li ser dika siyasetê ye. -
Hikûmeta Îzlanda bi 400 milyon kronî destek da çapemeniyê
Wezîra Çand û Perwerdê ya Îzlanda Lîlja Alfredsdottir got her sal ew ê bihayê 400 milyon kronî destekê bidin weşanxane û çapemeniyê. -
‘Bi êrîşên sîber bi milyonan dolar bi dest Koreya Bakur ve anîn’
Hate gotin hackerên ku li hemû cîhanê ji benqeyan bi sedan milyon dolar şelihandin têkilî rêveberiya Koreya Bakur in. -
DYA'yê peymana aboriyê ya 63 salan a bi Îranê re betal kir
Piştî ku Dîwana Edaletê ya Navneteweyî biryar da ku divê pêkanînên DYA'yê yên li ser Îranê bandorê li rewşa însanî û seferên balafiran ên sivîl neke, Washîngtonê ragihand ku wan peymana sala 1955'an a ji biryarê re bûye hincet, betal kirine.