Fransa û 5 welatên Ewropa kontrolkirina sînorên xwe didomîne
Piştî êrîşa 2015’an a li Parîsê û şûnde di serî de Fransa kontrolên xwe yên sînor, weke gelek welatên din ên Ewropayê ji ber êrîşên ‘terorî’ dirêj dikin.
Piştî êrîşa 2015’an a li Parîsê û şûnde di serî de Fransa kontrolên xwe yên sînor, weke gelek welatên din ên Ewropayê ji ber êrîşên ‘terorî’ dirêj dikin.
Li paytexta Fransa Parîsê 13’ê Mijdara 2015’an ji ber gelek êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li dijî sivîlan hate kirin 130 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn û li gel ragihandina Rewşa Awarte re kontrolên tund ên sîror jî hatibûn destpêkirin. Tevî demê ku borî jî li şûna Rewşa Awarte Qanûnên Têkoşîna bi Terorê re hatin xurtkirin, kontrolên sînor jî tevlî li hinek cihan hatiye sistkirin jî lê hê jî dom dike.
ÎHMALÊN ÊRÎŞÊN ‘TERORÎ’ HENE!
Li hemberî daxuyaniyên têkildarî kontrolên sîstematîk ên Yekîtiya Eworpa (YE) Fransa bersiv da û diyar kir ku kontrolên sînor ên ku wê heta 31’ê Cotmehê bi dawî bibin, 6 meh din jî dirêj kirin. Li gorî nûçeya AFP’ê ya ku agahiyên xwe dispêre nameya ku ji bo Konseya YE’yê hatî şandin, hikûmeta Fransa bal kişandiye ser îhmalên êrîşên terorîstî yên li welat.
Hikûmeta Fransa fikar û metirsiyên wan ên çeteyên welatiyên Fransî ku hê jî bi zêdahî li bajarê Îdilibê hene û berê xwe bidin Ewropayê û çalakiyan bikin hene. Lê hikûmetê diyar kir ku kontrolên sînor ne bi sîstematîk e, tenê di rewşên cuda de kontrola nasnameyan dikin.
Fransa’da bu yıl içinde kendisini DAİŞ üyesi olarak gösteren çetelerin düzenlediği saldırılarda 5 kişi hayatını kaybetti.
Li Fransayê ji ber êrîşên çeteyên ku xwe weke endamên DAÎŞ’ê dan nasîn û di nava salê de çalakî kirin, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
LI 6 WELATAN KONTROLÊN SÎNORAN DEWAM DIKIN
Li gel Fransa, Elmanya, Swêd, Awûstûrya û Danîmarka yên endamên YE’yê Norweça ku di çarçoveya Peymana Schengen a pêşnûmeya serbestiya betlanyê heye jî kontorlên xwe yên sînor didomînin.