Xamineyî li xwe mukur hat: Rewaş welat hesas e
Lîderê Olî yê Îranî Alî Xamineyî anî ziman ku ji ber zoriyên aborî û zextên DYA’yê yên li ser civaka Îranê di pêvajoyeke hesas re derbas dibin.
Lîderê Olî yê Îranî Alî Xamineyî anî ziman ku ji ber zoriyên aborî û zextên DYA’yê yên li ser civaka Îranê di pêvajoyeke hesas re derbas dibin.
Kilavûzê şoreşa Komara Îslamî ya Îran û Lîderê Olî Alî Xamiyeî li Tehranê di civîna li Tehranê de ku li pêşberî bi hezaran endamê Basîc ên peremilîter û muhafizên Şoreşê axivî.
Xamineyî got: “Rewaş welat, herêm û rewaş dinê, bi taybet ji bo me, Îraniyan pir hesas e.”
Lîderê Olî got: “Hesas e ji ber ku li aliyekê qêrîna hêzên mezin û polîtîkayên Amerîka heye, li aliyê din pirsgirêkên aboriya welat, debara welatiyên ku nikarin debara xwe bikin kir lewaz bûye.
Xamineyî got: “Divê em toqatekî li DYA bidin û guşarên wan vala derbixin. Bi destûra xudê em ê guşarên wan vala derbixin. Valaderxistina guşaran tê wataya serneketina Amerîka (…) serneketina Amerîka tê wateya ku toqatek ji destê gelê Îranê xwarinê.”