CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Hollandayê komeke ‘amadekariya êrîşeke terorîst dikirin’ hate girtin
Serdozgeriya Hollandayê ragihand ku pêşî li êrîşeke terorîstî hatiye girtin. -
Netanyahû: Depoya atomê ya veşartî ya Îranê heye
Hê jî ne diyar e bê ke rewşa peymana nukleerê ya Îranê wê çawa be, Israîlê got depoya atomê ya veşartî ya Tehranê heye. -
Ofîsa alîkariyê li Filistîniyan hate girtin
Ofîsa NY ya bi mebesta alîkariya bi Filîstiyan, ji ber ku DYA'yê fînans li ser wan pirî, ji hêla darayî ve destteng bû, hate girtin. -
Parêzvanên Erdogan ên êrîşkar li Berlînê ne
Parêzvanên Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan sala borî li Washîngtonê êrîşî gel kiribû. Derket holê ku Erdogan van parêzvanên xwe aniye Berlînê jî. -
Hollanda ew ê ol û nîjada kesên xwedî çek qeyd bike
Hollanda ji bo dirêjkirina rûhsata çekê ya kesên ku çekên wan hene, ew ê nasnameya wan a olî û nîjadî li ber çavan bigire. -
Biryara DMME ya li ser Ocalan
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê di doza êşkencekirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de diyar kir ku ‘têra xwe delîl’ tune. -
Li Nîjerya lêhî rabû: 200 kes mirin
Li Nîjeryayê ji ber barana zêde ya li 12 eyaletan ku bû sedem lêhî rabe, bi kêmanî 200 kes mirin. -
Çete ji herêma tampon a Idlibê vedikişin?
Hate îdîakirin komên çete yên bi nîrê dewleta Tirk wê ji herêma tampon ku Mokow û Enqerê sînorê wê danîne vekişin. Hate ragihandin rejîma Erdogan û HTŞ ya têkilî El Qaîde li hev rûniştine. -
Li Fransa ji bo pir û vîyadûkan hişyariya xeteriyê
Piştî karesata pirê ya ku li Îtalyayê bû sedema mirina dehan kesî û şûnde, li gorî xebateke li Fransa, li gel bi dehan piran, 2 vîyadûn bi lezgîn divê bên nûkirin. -
FED'ê faîz rakir, Trûmp ne razî ye
Benqeya Navendî ya DYA'yê( FED) vê salê sê caran faîz rakir, Serokê DYA'yê Donald Trûmp helwest nîşan da. -
Beriya serdana Erdogan çalakiyên protestoyê didomin
Beriya ku Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan biçe Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan çalakiyên protestoyê li dar dixin. -
Nirxê riyalê Îranî li pêşberî dolar ketiye asta herî jêr
Vê Çarşemê riyalê Îranê li pêşberî dolar di demê xwe yê herî bê qedir û qîmet de ye. -
WSJ: Pentagona wê 4 batariyên fuzeyan ên xwe vekişînin
Wal Street Joûrnal (WSJ) ragihand ku Pentagon wê di mehên pêşiya me de 4 batariyên fuzeyan ên x we yên li Rojhilata Navîn vekişînin. -
Gelo DYA li Sûriyeyê amadekariya şerekî bê dem dike?
Li DYA’yê rêveberiya Trûmp peyama heta ku hebûna Îranê li xaka Sûriyeyê hebe wê ji Sûriyeyê dernekeve, da. Ev daxuyanî weke ku DYA li Sûriyeyê amadekairya şerekî bê dem dike hate pênasekirin. -
HDK-A: Em Elmanya li Erdogan teng bikin
Kongreya Demokratîk a Gelan -Elmanya (HDK-A) ji bo serdana Erdogan a li Elmanya şermezar bikin bang kir ku her kes tevlî çalakiyên 28-29'ê Îlonê bibin. -
Hahn: Krîza Tirkiyeyê bi paketên alîkariyê çareser nabe
Endamê Berpirsê Firehbûna Komîsyona Yekîtiya Ewropa (YE) Johannes Hahn beriya serdana Serokomarê Tirk Erdogan a ji bo Elmanyayê nirxandinek kir û got Krîza li Tirkiyeyê bi paketên alîkarî û krediyê çareser nabe. -
Qatar 2022: Hê jî keda koçberan didome
Rêxistina Efû ya Navnetewî (Amnesty International) raporek weşand û bal kişande ser kedxwarina mûçeyê xebatkarên biyanî yên li Qatarê kar dikin ku wê Kûpaya Cîhanê ya 2022’an were leyîstin. -
Serokwezîrê Fransayê bû, bû namzetê Barselonayê
Manuel Valls ê Katalan ku li Fransayê 2 salan serokwezîrtî kirî, di hilbijartinên xwecih de, ya sala bê, wê ji bo şaredariya Barselonayê têkev hilbijartinê. -
Li Libyayê şer kêm bû
Li Libyayê ku şerê navxwe hê jî didome, şerê li derdora paytext Trablûsê duh bi giştî bidawî bû. -
Li Arjantinê greva giştî bandoreke xerab li jiyanê kir
Li Arjantînê tevlîbûneke zêde ji bo greva giştî çêbû ya sendîkayan a ji bo protestokirina politîkayên hikumeta Macrî û serlêdana ji bo ÎMF’ê hate kirin. Di heman demê de greva giştî bandoreke xerab li rewşa jiyanê jî kir. -
Hikumeta Sûriyeyê: Em ê biçin Îdlîbê
Hikumeta Sûriyeyê diyar kir ku yan bi rêya şer, yan bi rêya aştiyê ew ê têkevin Îdlîbê. -
Tehranê daxwaza hevdîtina Pompeo red kir
Şêwîrmendê lîderê olî yê Îranê Alî Hamaney, Alî Akber Velateyî got wê di navbera rêveberên Îran û Amerîkayê de hevdîtin çênebe. -
Têkiliyên sîxûrî yên Belçîka û Tirkiye ji nû ve destpê dike
Tirkiye ya ku têkiliyê wê bi DAY’yê re xirabû ye, bazara xwe ya bi welatên Ewropa re xurt kiriye. Hevkariya di navbera Tirkiye û Belçîkayê de ji nû ve destpê kir. Serokwezîr Charles Mîchel ragihand ku wê bi taybet di warê xîrûsî de hevkarî bikin. -
Îran berpirsên êrîşa Ahvazê tesbît kiriye!
Rejîma Îranê ragihand ku berpirsên êrîşa li dijî merasîma leşkerî ya li Ahvazê tesbît kirine. Li gorî rejîmê êrîş ji aliyê ‘Tekfîrcî’ ên hinek welatên Ereb piştgirî dikin ve hatiye kirin. -
YE ji bo bi Îranê re kar bike sîstema 'berdêl' ava kir
Welatên Yekîtiya Ewropa, ji bo bi Îranê re ya DYA guşar li ser zêde kiriye bazirganiyê bike, sîstemek nû ava kir.