CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Hilbijêrên Elman bêzar bûne û daxwaza hilbijartina pêşwext dikin
Tê gotin, ji ber nîqaşên li nava koalîsyonê û helwesta li hemberî çalakiyên li dijî koçberan, piraniya gelê Elman daxwaza hilbijartina pêşwext dikin. -
Li Îranê Havînê zuha, niha jî lêhî radibe
Îran a di mehên Havînê de zuha û bi hatina werza Peyîzê re jî li gelek eyaletan ji ber baranê lêhî rabû. Di encama lêhiyê de kesek mir û 3 kes jî winda bûne. -
Îran: NY divê çavdêriyê li bernameya nukleerê ya Israîlê bike
Rejîma Îranê ji NY'yê xwest ku gefên Israîlê mehkûm bike û çavdêriyê li bernameya nukleerê bike. -
Balafira Rûs ku ketî hevkêşeya Sûriyê: Çi bû?
Hate gotin li Sûriyê Duşemê balafireke Rûs 'bi qezaya lêxistina dostan' hate xwarê. Ev 'qeza' di navbeyna Moskow-Tel Evîvê de bû sedema krîzê. Balafir li Sûriyê hate xistin. Israîlê Tehran û Şam tawanbar kir. Moskow bihêrs e. Balafir çawa ket? -
Kargeha otomobîl a Volkswagen jî Îranê derdikeve
Hilberînên otomobîl a Elman Volkswagen ragihand ku wê hemû xebatên xwe yên li Îranê bidin rawestandin. -
Hikûmeta Merkel peymana firotina çekan bi xwe îxlal kir
Derket holê hikûmeta Elman a tevî peymana ‘nefirotina çekan a welatên di nava Şerê Yemenê de cih digirin’ ên li nava peymana koalîsyonê de cih digire, firotina çekan a ji bo Siûdî Erebîstan, Urdun û YEE’yê erê kir. -
Israîlê derbarê balafira Rûs a ku hatî xistin daxuyanî da
Artêşa Israîlê têkildarî balafira Rûs ku Duşemê li Lazkiyê hate xistin, got, ew ê hemû îstîxbaratê bi Moskowê re par ve bikin. -
Rapora UNÎCEF 2017: Serê 5 çirkan zarokek dimire
Li gori rapora 2017'an a UNÎCEF'ê li tevahiya cîhanê serê 5 çirkan zarokek ji 15 salî biçûtktir dimire. -
Civîna Kore ya li Pyongyangê didome
Hevdîtina di nav bera Serokê Dewleta Koreya Başûr Moon Jae-în û lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-ûn di roja 2’emîn de didome. Hate ragihandin ku herdu aliyan biryarên girîng îmze kirine. -
DYA li Polonya wê baregeha mayinde ava bike
Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand li Polonyayê ku li dijî Rûsya hevalbendê girîng e, biryardar in ku baregeheke leşkerî ya mayinde ava bikin. -
Bi sûcdariya qirkirina Rohîngyayan pêşlêpirsîna Myanmarê
Dadgeha Cezayê ya Navnetewî (ICC) ji ber sedema operasyonên li ser Rohîngyayan ku par bûbû sedema mirina bi deh hezar kesî li ser dewleta Myanmarê pêşlêpirsîn da destpêkirin. -
Li Filîpînê bahoz: Herî kêm 74 kes mirin
Li Filîpînê ji ber bahoza Mangkhûtê erd heziyabû. Di vê hezazê de 74 kes mirin. -
Li Îranê qezaya tirafîkê; bi kêmanî 21 kes mirin
Li parêzgeha ÎSfehan a li navenda Îranê di encama li hev dana tobusek û kamyoneke madeyên şewatek li nav de, bi kêmanî 21 kes mirin. -
Rûsya hişyarî da Îsraîlê
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû, piştî xistina balafira keşfê ya Rûs a li Sûriyeyê û şûnde, bi rêya telefonê li hempîşeyê xwe Avîgdor Lîeberman geriya û ragihand ku ‘Mafê wan ê bersivdayînê heye’. -
Rêveberiya Şamê ji peymana Idlibê dilxweş e!
Wezareta Karê Derve ya Sûriyê got ew ji peymana di navbeyna Rûsyayê û Tirkiyê de dilxweş in. -
Li Nîjeryayê lêhî rabû: 100 kes mirin
Ji ber karesata lêhiyê ya li Nîjeryayê pêk hat, kêmanî 100 kes mirin. Rêveberan di asta neteweyî de karesata xwezayî îlan kir. -
Moskova: Sûriye balafira Rûs xistiye
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, ragihad ku balafira II-20 a ji şeva Duşemê ve winanda bibû, ji ber çalakiyên Îsraîl ên ‘bêperirs’ û ‘provakator’ ji aliyê sîstema parastinê ya S-200 ve hatiye xistin. -
Çeteyên DAÎŞ'ê vê carê êrîş birin ser Xaneqînê
Çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser gundê Qaye ya nehyeya Gulala ya Xaneqînê ku Erebên Şiî û Kurd bi hev re lê dijîn. Di êrîşê de sê jê zarok 7 sivîl birîndar bûn, derbarê 2 sivîlan agahî tine. -
Rejîma Sûriyê balafira Rûs xistiye?
Di êrîşa Israîlê ya ser Sûriyê de balafireke Rûsya dema li ser Behra Spî bû, ji ber çavan winda bû. -
Êrîşa hewayî li ser Xezayê pêk hat: 2 Filistînî mirin
Piştî ku 2 Filîstînî nêzî xeta ewlehiyê ya li Xazeyê bûn, ku ev Filistîn û Israîlê ji hev vediqetîne, êrîşeke hewayî pêk hat. -
DYA’ê baca zêde li ser Çînê sepand
Serokê DYA’ê Donald Trûmp ragihand ku buhayê baca ku li ser berhemên ji Çînê tên girtin wê bigihêje 200 milyar dolar. Ev jî hema bêje hema nîvê berhemên ji Çînê tên girtin li xwe digire. -
Li Yemenê li dijî bajarê Hudeydayê operasyon
Li Yemenê ya ku ev 4 sal in şer lê dewam dike, yek ji bajarê ku bûye hedefa êrîşan bajarê peravê Hudeyda ye. Hate ragihandin ku li dijî vî bajarî operasyonên bi desteka Siûdî Erebîstan ji nû ve destpê dike. -
Anarşîstan ji bo piştgiriya Kurdan li dijî Sefaretxaneya Îranê çalakî kirin
Komeke anartşîst li paytexta Yewnanîstan Atînayê şibakeyên cihê nobedar a li pêşiya Sefaretxaneya Îranê şikdanin û boyaxa sor li avahiyê dan. -
Di roja pêşî de têkilî bi Serokê Meclîsa Îranê re danî
Serokê Meclîsa Iraqê Muhammed Halbûsî yê ku hê nû hilbijartin, bi rêya telefonî bi Serokê Meclîsa Îranê Alî Larîcanî re axivî. -
Li Yemenê êrîşa hewayî: Herî kêm 7 kes mirin
Di êrîşeke hewayî ya ji aliyê Koalîsyona Ereb a bi pêşengtiya Siûdî Erebîstan a li Yemenê de, herî kêm 7 kes mirin.