Bi sûcdariya qirkirina Rohîngyayan pêşlêpirsîna Myanmarê
Dadgeha Cezayê ya Navnetewî (ICC) ji ber sedema operasyonên li ser Rohîngyayan ku par bûbû sedema mirina bi deh hezar kesî li ser dewleta Myanmarê pêşlêpirsîn da destpêkirin.
Dadgeha Cezayê ya Navnetewî (ICC) ji ber sedema operasyonên li ser Rohîngyayan ku par bûbû sedema mirina bi deh hezar kesî li ser dewleta Myanmarê pêşlêpirsîn da destpêkirin.
Tebaxa par ji ber operasyona ku tê îdîakirin hêzÊn artêşê li dijî rêxistina çekdar a kêmarên dînî Rohîngiyan li Myannarê dabû destpêkirin, bi sed hezaran sivîl xwe li Bangledeşê girtibûn. Komîsyoneke lêkolînê ya ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî (YE) ve hatibû peywirdarkirin, tespît kir ku ji 10 hezar kesî zêdetir miro mirine, ICC'yê pêşniyar kiribû ku bi kêmanî li ser 6 generalên ji artêşa Myannarê bi sûcdariya qirkirinê doz were vekirin.
ICC ya li Laheyê li gor pêşniyara komîsyona lêpirsînê ya NY'yê çû û biryar da ku li ser rayedarên Myanmarê pêşlêpirsîn dest pê bike. Biryara pêşlêpirsînê ji hêla Serdozgerê ICC'yê Fatou Bensouda ve hate ragihandin, ev biryar gava pêşî ya lêpirsîna fermî ya ku wê biçe darizandina pêş ICC'yê.
Tebaxê NY'yê raporek belav kiribû û bal kişandibû ser sûcê qirkirinê. Di raporê de hatibû gotin li ser Serekerkanê Myanmarê General Mîn Auung Hlaîng û li ser fermandarê paybilind ên artêşê bi sûcê şer, qirkirin û sûcê dijî mirovahiyê divê doz were vekirin.