CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Basrayê qeyran civakî: Parlamento bi lezgînî dicive
Li bajarê Basra yê Iraqê gel rabû raperînê. Tevî bangên arambûnê û êrîşên hêzên ewlehiyê yên kujer raperîn nesekiniye. Parlamentoya Iraqê bi vê rojevê roja şemiyê dicive. -
Qedera Idlibê li Tehran û New Yorkê tê gotûbejkirin
Li hêlekê ku rejîma Sûriyê li dijî Idlibê ku çeteyên bi desteka Tirkan lê ne, xwe ji operasyonê re hazir dike, li hêla dî, Rûsya, Îran û Tirkiye û DYA, Konseya Ewlehiyê ya NY’yê li New Yorkê siberoja Idlibê gotûbêj dikin. -
Li gorî Fransiyan, Macron ne serketî ye
Serokkomarê Fransayê Macron ku ji roja dest bi wezîfeyê kiriye û vir ve bi gotina 'serokkomarê dewlemend' tê rexnekirin, qedir û qîmetê xwe yê li nava gel ji dest dide. -
DYA'yê pêkanîn danî ser hevkarên rejîma Sûriyeyê
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), bi hinceta ku bazirganiya petrolê û çekan bi rejîma Sûriyeyê re dikin pêkanîn danî ser gelek şîrketan. -
'DYA wê pereyê ku dide NATO'yê kêm bike'
Li gorî nûçeyên Stûttgarter Zeîtûng û Stûttgarter Nachîchten ên Elmanyayê, DYA wê pereyê ku ji bo rêveçûna giştî ya NATO'yê dide, kêm bike. -
Li Meksîkayê ji goreke komî herî kêm 166 cesed hatin derxistin
Li Meksîkayê ku her sal bi hezaran kes ji ber çeteyan tên kuştin, goreke din a komî hate dîtin ku cesedên bi sedan kesî lê hatine veşartin. -
Fransa: Divê di destê DAIŞ’ê de tu ax nemîne
Generalekî Fransayê Françoîs Lecoîntre diyar kir ku di serê salê de ew ê di destê DAIŞ’ê de tu ax nemîne. -
Li gorî sefîrê DYA’yê Golan ‘heta hetayê’ wê ya Îsraîlê be
Sefîrê DYA’yê yê Îsraîlê Davîd Frîedman diyar kir ku Girên Golanê yên ku Îsraîlê dagir kiriye, ew ê ‘heta hetayê’ di bin serweriya Îsraîlê de be. -
Qeşaya herî stûr a Arktîkayê qelişî
Hate ragihandin ku qeşaya herî stûr a nêzî Groenlandê ya Arktikayê qelişî ye. -
Li Basrayê bendergeha Ûmm Kasr hat girtin, avahî hatin şewitandin
Li bajarê Basrayê yê Iraqê xwepêşandanên protestoyê roja Çarşemê jî domiya. Xwepêşanderan bendergeha Ûmm Kasrê girtin û sê avahî şewitandin. -
Li Japonyayê ji ber erdhejê 8 kes mirin
Roja pêncşemê li bakurê Japonyayê bi pileya 6.6 erdhej pêk hatibû. Ji ber erdhejê herî kêm 8 kes mirin. -
Li dijî Erebîstana Siûdî bi fuzeya balîstîk êrîş hate kirin
Milîsên Hûsî yên Yemenî fuzeyeke balîstîk avêtin Erebîstana Siûdî. Herî kêm 26 kes birîndar bûn. -
Paragûay sefaretxaneya xwe ji Qudsê dibe Tel Avîvê
Piştî ku DYA'yê Quds weke paytexta Îsraîlê nas kir, Paragûayê jî destek da vê biryarê. Lê belê Paragûayê biryar da ku sefaretxaneya xwe ya bilind li Tel Avîvê vegerîne. -
Hikumeta Japon mikur hat ku Fûkûşîmayê rê li ber kanserê vekiriye
Hikumeta Japonyayê li xwe mikur hat ku sala 2011'an radyasyon ji Santrala Nukleerî ya Fûkûşîma belav bûye û fikar hene ku gelek kes bi kanserê ketibin. -
Drama koçberan a li Derya Spî: herî kêm 5 kes mirin
Ji ber polîtîkaya tund a Îtalyayê, koçberan berê xwe dan Spanyayê. Tê gotin, li peravên Spanyayê cesedên gelek koçberan hatine dîtin. -
Trûmp li ser metirsiya komkujiyê ya li Îdlibê hişyarî da
Serokê DYA'yê Donald Trûmp li ser operasyoneke li dijî Îdlibê careke din daxuyanî da û hişyarî da ku ji ber komkujiyeke gengaz a li dijî sivîlan ew rewşê 'ji nêz ve' dişopînin. -
Li Hokkaîdoyê erd hejiya: Gelek avahî hilweşiyan
Li girava Hokkaîdo ya Japonyayê, ji ber erdhejê gelek avahî hilweşiyan û tê gotin ku gelek mirov di binê xirbeyê avahiyan de mane. -
Îdîaya li Iraqê leşkerên ji bo mudaxeleyê çûbûn paşve vekişiyan
Çalakiyên li Besrayê 8’ê Tîrmehê bi protestoyên polîtîkayên aborî, av, elektrîkê destpê kirin, belavî hemû bajarên başûr bûn û duh dîsa destpêkiin. Hate îdîakirin ku hêzên artêşê ku ji bo mudaxeleyê sewqî Besrayê hatibûn kirin paşve vekişiyan e. -
Li Kabîlê êrîşeke xwekuj hate kirin
Li Kabîlê ya ku paytexta Efganistanê ye êrîşeke xwekuj hate kirin. Di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn. -
Sadr: Zêde sebra me nemaye!
Pêşengê Şîî Mukteda El Sadr nerazîbûn nîşanî qetilkirina 7 sivîlên li Basrayê da û ji hêzên ewlekariyê re got ku, “Zêde sebra me nemaye.” -
Li Basrayê di xwepêşandanan de gelek kes mirin
Li bajarê Basra yê Iraqê, di xwepêşandanan de 5 kes mirin û 68 kes jî birîndar bûn. -
Parvekirina agahiyên krîptokirî ewlehiya sîber qels dike!
Gelek serwîsên îstîxbaratê yên welatan bi daxuyaniyeke hevpar ji şîrketan xwestin ku hemû daneyên takekesî par ve bikin, li dijî vê sazîyên rêxistinên civakî yên navnetewî û şîrket li dij vê ne. -
Merkel dixwaze biçe Chemnîtzê
Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel plan dike ku biçe bajarê Chemnîtzê. Li Chemnîtzê hefteya bihurî êrîş û xwepêşandanên nîjadperestî hatibûn kirin. -
Li Japonya tofana ‘Jebî’: 6 kes mirin, 90 kes birîndar bûn
Li Japonyaya ku îsal karesatên xwezayî re rû bi rû mayî niha jî bi tofana ‘Jebî’ re rû bi rû ye. Tofan vê sibê girava Shîkakû derbas kir. -
Li Qahîreyê li nêzî Balyozxaneya DYA’yê teqîn
Diyar bû ku li nêzî balyozxaneya Qahîreyê ya DYA’yê teqînek çêbûye û di encamê de kesek birîndar bûye.