CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Spanya bombeyên bi lazêrê nafiroşe Riyadê
Spanyayê firotina 400 bombeyên bi lazerê ya ji bo Siûd betal kir. -
Li Japonyayê bahoza herî xedar a 25 salên dawîn
Li Japonyayê bahozeke xedar pêk hat. Tê diyarkirin ku di nav 25 salên dawîn de, ev bahoza herî xedar e. -
Yekîtiya Ewrûpayê hin astengkirinên aborî yên li ser Çînê rakir
Hemû cîhanê bala xwe daye ser şerê bazirganî yê ku Serokê DYA’yê Donald Trûmp Çîn di serî de li dijî welatên din vekiriye lê Yekîtiya Ewrûpayê hin zextên li ser Çînê rakir. -
Ji bo herêma Gola Çadê wê bi 2 milyar Euroyî alîkarê bê kirin
Ji bo bi milyonan kesên li herêma Gola Çadê ku bi ziwatî û şer di rojevê de ye, wê bi 2 milyar Euroyî alîkariya malî bê kirin. -
Li Elmanyayê konsera girseyî ya li dijî nîjadperestiyê
Ji bo şermezarkirina pêla nîjadperestiyê ku çend roj in li bajarê Chemnîtz ê li rojhilatê Elmanyayê dewam dike, konserek hate lidarxistin. Bi deh hezaran kes tevlî konserê bûn. -
Şewata li Rîo gelek berhemên dîrokî yên bêhempa şewitand
Li Muzeya Neteweyî ya li bajarê Rîo de Janeîro yê Brezîlyayê şewateke mezin derket û bermahiyên deh hezar salî jî di nav de, gelek berhemên dîrokî şewitîn. -
Li Başûrê Afrîqa depoyeke teqemeniyê teqiya: 8 kes mirin
Di encama teqîna depoya teqemeniyê ya li nêzî bajarê Cap a Bakşûrê Afrîqayê de 8 kes mirin. -
Li Behra Spî di heft mehan de 1600 penaber xeniqîn
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku di mehên pêşîn ên sala 2018’an de ji 1600’î zêdetir penaber di Behra Spî de xeniqîne. -
Elmanya derî bi ser meleyên Erdogan digire!
Hikumeta federal a Elmanyayê biryar da ku ji dêvila meleyên ku endamên DÎTÎB’ê ne û ji rejîma Erdogan re dixebitin, ew meleyên xwe bigihîne. -
Sanchez soza xweseriyeke xurtir da Katalanan
Pedro Sanchez ê Sosyalîst soz da Katalanan ku ji bo statuyeke hîn xurtir a xweseriyê referandûmeke nû pêk bîne. -
Reforma teqawîtbûnê ya li Rûsyayê hate şermezarkirin
Li Rûsyayê bi hezaran kes daketin qadan û projeya dirêjkirina emrê ji bo teqawîtbûnê protesto kirin. -
Li Şîliyê 700 hezar masiyên somon ji birkê reviyan
Li Şîliyê, 700 hezar masiyên somon ên ji bo xwarinê dihatin xwedîkirin, piştî ku bahozek rabû ji birkê reviyan. -
Li Somalî êrîşa bombeyî
Li Somalî êrîşeke bi wesayiteke bombebarkirî hate kirin û bi kêmanî 5 kes mirin. -
Li Chemnîtzê bi hezaran kes li dijî nîjadperestiyê meşiyan
Li bajarê Chemnîtzê yê Elmanyayê bi hezaran kes li dijî nîjadperestî û dijminatiya li biyaniyan meşiyan. -
Li Kongoyê ji ber şewba Ebolayê 47 kes mirin
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, ji ber şewba Ebolayê ku meha Tîrmehê dest pê kir, 47 kes mirin. -
Krîza li Tirkiyeyê wê bandorê li sektora otomotîvê ya Elman bike!
Krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê ku bi bêqîmetbûna Lîreyê Tirk giran bûye, wê bandorê li sektora otomotîvê ya Elman jî bike. -
Namzetiya da Silva nehate qebûlkirin
Li Brezîlyayê wê meha cotmehê hilbijartina serokdewletiyê were kirin. Dadgeha Bilind a Hilbijartinê namzetiya da Silva qebûl nekir. -
Şêwirmendê ku Ebadî ew ji peywirê xistibû, namzet hate nîşandan
Musteşarê Ewlehiya Neteweyî û Serokê Haşdî Şabî Falih Beyaz ê ku Serokwezîrê Iraqê ew ji peywirê xistibû ji aliyê hin rayedarên Koalîsyona Nasir ji bo serokwezîriyê namzet hate nîşandan. -
Li Elmanyayê teqîn, 8 kes birîndar bûn
Di rafîneyekî li başûrê Elmanyayê teqîn çêbû, herî kêm 8 kes birîndar bûn. -
Trûmp tenê di qada aborî de dilê hilbijêran xweş dike
Li gorî ankêteke dawî ya li DYA’yê ji ber sûcdariyên li ser tîma hilbijartinê popularîteya Trûmp kêm bûye û gel herî pir destekê dide polîtîkayên aboriyê yên Trûmp. -
Li NAFTA’yê muzakere xitimîn
Muzakereyên li ser peymana bazirganiyê NAFTA’yê ya di navbeyna DYA, Kanada û Meksîkayê de xitimîn, Wallsttreet Journol îdîa kir ku muzakere hatine birîn. -
DYA, wê êdî saziya Filistin a NY fînanse neke
Rêveberiya Amerîkayê ragihand ku wê êdî saziya alîkariya koçberên Filistînî UNRWA ya Netewên Yekbûyî (NY) fînanse neke. -
Lêpirsîna Rûsyaye: Hevkarê Manafort jî li xwe mikurt hat
Li DYA’yê lêpirsîna Rûsyayê ku FBI rê ve dibe didome. Hate gotin hevkarê şefê kampanyaya hilbijartinê ya Trûmp Manfort jî sûcê xwe qebûl kiriye û wê bi dozgeriyê re hevkariyê bike. -
Di êrîşa Amsterdamê de gumana îslama radîkal
Duh li paytexta Hollanda Amsterdamê êrîşeke bi kêr pêk hat û hate ragihandin ku êrîşkar welatiyê Afganistan ê li Elmanyayê dijî ye. Guman heye ku êrîşkar endamê çeteyên radîkal be. -
Li Zîmbabveyê li ser zêdetirî mîlyonek zarok metirsiya birsîbûnê
Piştî ku Robert Mûgabe neçar ma bi zorê ji peywîra xwe hate girtin, hate ragihandin ku li Zîmbabve ya ku krîza aborî bi dawî nebûyî herî kêm 1.3 mîlyon zarok rû bi rû birsîbûnê ne.