CÎHAN
Hemû Nûçe
-
DYA alîkariya 200 milyon dolar a ji bo Filistîniyan betal kir
Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp gefa qûtkirina alîkariya ji bo Filistîniyan xiste meryetê. Alîkariya 200 milyon dolar betal kir. -
Li Çînê otelek şewitî: 18 kes mirin
Di şewata li oteleke dikeve bakurê rojhilatê Çînê de herî kêm 18 kes mirin, 19 kes jî birîndar bûne. -
Li gorî Moskowê li Idlibê ‘haziriya çeka kimyewî’ tê kirin
Rûsya hin komên çekdar, ji bo ku mudaheleya Rojava proveke bikin, bi haziriya êrîşa çekên kîmyewî sûcdar kir. -
Li Afganîstanê ji ber êrîşa xwekujî 3 kes mirin
Li rojhilatê Afganistanê êrîşeke xwekujî pêk hat û hate ragihandin ku 3 kes mirine. -
Serokê İTC’ê gef li Şiî û Suniyan xwar!
Li Iraqê hevdîtin û lihevkirina di navbera komên Şiî û Sunî yên ji bo avakirian hikûmeta nû de, İTC ya ku jİ aliyê Tirkiyeyê ve hatî avakirin rehetsiz kir. -
Reva ji Venezûelayê gihişt asta krîtîk
Rêxistina Koçberan a Navnetewî diyar kir ku reva ji Venezûelayê gihiştiye asta koçberiyê ya li Behra Spî û hişyarî da. -
Kolera li Cezayirê vegeriya: Ji 40’î zêdetir weqa, 1 mirî
Li Cezayîrê bi sedema şewba kolerayê kesek mir. Ji 40’î zêdetir weqa hatin tespîtkrin. -
DYA’yê alîkariya darayî ya li Filîstînê rawestand
Rêveberiya DYA’yê got alîkariya darayî ya ku wê bidana gelê Filîstînê wê nedin. -
Elmanya 700 hezar Euro da saziya Erdogan!
Derkete holê ku hikûmeta Merkel par 724 hezar Euro pere destek daya DÎTÎB’ê ya saziya diyaneta Tirk ku li Elmanya mîna şûbeya rejîma Erdogan dixebite. -
Li Iraqê aliyên siyasî li ser serokwezîrê nû li hev kirin
Hate gotin li Iraqê li ser hikûmetê, komên siyasî li ser serokwezîrê nû li hev kirine. -
Darizandina jinika alîgira DAÎŞ’ê dest pê kir
Darizandina Samantha Elhassanî ku QSD’ê ew girtibû û radestî DYA’yê kiribû dest pê kir. -
HRW: Li Macarîstanê penaber birçî têne hiştin
Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan (HRW) got hikûmeta Macarîstanê tehdeyê li penaberan dike, penaberan birçî dihêle. -
Wezîrê Îtalî ji ber tehdeya li penaberan wê îfadeya wî were standin
Alîkarê serokwezîrê rastgir ê radîkal ê Îtalyayê Matteo Salvînî ji hêla dozgeriyê ve, bi sedema ku tehde li penaberan kiriye wê îfadeya wî were standin. -
Trûmp: Ti pêşketin bi Koreya Bakur re nîne, Pompeo naçe
Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp ragihand ku serdana di asta Wezîrên Karê Derve ya di demên dawî de ji bo lihevkirina bi Koreya Bakur re bi hinceta ‘Ji ber heta nukleer tine nebin ti pêşketin nabe’ hate betalkirin. -
Moskova ji bo Enqerê têkildarî Îdilbê çi pêşniyar kir?
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû,di hevdîtina li gel hevpîşeyê xwe Hûlûsî Akar de, têkildarî Îdlibê pêşniyar kirin. -
Li ser sînorê Perû-Brezîlayê bi 7.1 pileyî erd hejiya
Enstîtuya Jeofîzîk a Amerîkayê (USGS) raghand, li ser sînorê Perû û Brezîlyayê bi 7.1 pileyî erd hejiya. -
De Mîstûra Rûsya, Îran û Tirkiye vexwende Cinêvê
Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan De Mîstûra Rûsya, Îran û Tİrkiye vexwende hevditinên li Cinêvê yên 11 û 12’ê Îlonê. -
Elman naxwazin alîkariya darayî bidin Tirkiyeyê
Ti partiyên siyasî û raya giştî ya Elman heta niha destek nedaye pêşniyara ji bo alîkariya darayî ya ji bo Tirkiyeyê. Lê Îlonê di navbeyna du welatan de wê danûstandinek dest pê bike. -
DYA’yê di mijara S-400’an de hişyariya fişaran da Tirkiyê
Wezareta Karê Derve ya DYA’yê, eşkere kir ku dikarin li ser Tirkiyê ku bi Rûsyayê re peymana Pergala Parastina Hewayî ya S-400 mohr kiriye, fişaran pêk bînin. -
Danûstandinên navbera Enqere û Moskowayê
Wezîrê Parastina Millî ya Tirk Hûlûsî Akar û Serokê MÎT'ê Hakan Fîdan, piştî hefteyekê dîsa diçin Moskowayê. -
Kabîleyek nû li daristanên Amazonê hate keşfkirin
Kabîleya nû ya xwecihî li ser sînorê Brezîlya û Perûyê hate keşfkirin. -
Cihê gora dîktator tê guhertin
Bi fermana hikumeta Spanyayê, cihê gora dîktator Franco tê guhertin. -
Wezîrê Edaletê ji Trûmp re got: Dadgerî serbixwe ye!
Serokê DYA'yê Donald Trûmp li ser pêvajoya ezilkirin ku tê payin dest pê bike, hişyarî da. Lê Wezîrê Edaletê ku ji aliyê wî bi xwe ve hate wezîfedarkirin, bi gotina 'dest li dadgeriyê nayê werdan' li ber van hişyariyan rabû. -
Spanyayê 116 penaber di nava 24 saetan de dersînor kir
116 penaberên ku pêr xwe li herêma Ceaûta ya Spanyayê digirtin, di nava 24 saetan de li Fasê hatin vegerandin. Rêxistinên mafên mirovan diyar kirin ku rêveberiya Madrîdê bi vê dersînorkirinê re sûc kiriye. -
Aîr France û Brîtîsh Aîrways jî ji Îranê vedikişin
Di çarçoveya pêkanînên DYA yên dijî Îranê de şîrketên welatên rojavayî yek bi yek ji Îranê vedikişin. Du şîrketên mezin ên rêyên hewayî seferên xwe yên li Tehranê sekinandin.