CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Hîldesheîmê ji bo azadiya Ocalan çalakiya 4 rojî
Li Elmanya Hîldesheîmê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke ji bo 4 rojan hate destpêkirin. -
Li Bexdayê teqîn: 3 kes mirin
Li taxa Şîiyan a paytexta Iraq Bexdayê Sadr Cityê li qada bazarê teqînek pêk hat. Di teqînê de sê kes mirin. -
Talîbanê baregeheke leşkerî bi dest xist
Tevgera Talîbanê baregeheke leşkerî ya li bakurê Afganîstanê bi dest xist. Herî kêm 14 leşker mirin û aqûbeta bi dehan leşkeran ne diyar e. -
Wesayîtek li Parlamentoya Îngîltereyê ket
Li Keyîtiya Yekbûyî wesayîtek li bariyerên avahiya parlamentoyê ket. Polîsan diyar kir ku rewşa birîndaran baş e. Ajovan hate destgîrkirin. -
Rewşa dawî ya qeyrana DYA-Tirkiyeyê
Bi fişarên DYA'yê yên li ser Tirkiyeyê, lîrayê Tirk gelekî bêqîmet bûye. Her tevdîrên ku Erdogan werdigire û sûcdariyên dike, qeyranê kûrtir dike. -
Xaça Sor: Li Yemenê 40 jê zarok 51 kes hatin kuştin
Komîteya Xaça Sor a Navnetewî got, li Yemenê di êrîşên hewayî yên Pêncşemê de 51 kes hatin kuştin. -
Kubayî li ser destûra nû ya bingehîn diaxivin
Destûra nû ya bingehîn a Kubayê ji doh ve tê nîqaşkirin. -
Îtalyayê penaberek jî venehewand
141 penaber roja Duşemê ji aliyê keştiya bi navê Aqûarîûs ve hatin rizgarkirin. Îtalyayê yek ji van penaberan jî qebûl nekir û bang li Îngilîstan û welatên din ên Yekîtiya Ewropayê kir ku deriyên xwe vekin. -
Trûmp mohra xwe danî binê pêşnûmeyê: Ji Tirkiyeyê re F-35 nîne
Serokê DYA'yê Trûmp mohra xwe danî binê pêşnûmeya budçeyê. Bi pêşnûmeyê re balafirên F-35 ji Tirkiyeyê re nayên firotin. -
Li Torontoyê festîvala aştî û çandê hate lidarxistin
Li bajarê Toronto yê Kanadayê Festîvala Aştî û Çandê ya 16’emîn hate lidarxistin. -
Hamaney: Bi DYA’yê re ew ê ne şer û ne jî hevdîtin pêk were!
Serokê dînî yê Îranê Alî Hamaney diyar kir ku ew ê bi DYA’yê re ne hevdîtinan û ne jî muzakereyan bikin. -
Le Monde: Çarenûsa Erdogan a li Sûriyeyê girêdayî Moskowayê ye
Rojnameya Fransayê Le Monde, di nûçeyeke xwe de nivîsî ku çarenûsa Erdogan ê her diçe îzole dibe, li Sûriyeyê di destê Moskowayê de ye. -
Rejîma Îranê moşeka xwe ya nû da nasîn
Wezareta Parastinê ya Îranê moşeka xwe ya nû ya menzîla wê kin e da nasîn. -
Bîlançoya erdheja li Endonezyayê giran dibe
Hejmara mirovên ji ber erdheja 5'ê Tebaxê ya li Endonezyayê jiyana xwe ji dest dan bû 436 kes. -
Li DYA'yê agir bi 100 cihan ket
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) agir bi 6 daristanan ket. Rayedaran diyar kirin ku hejmara şewatên niha 100 derbas kiriye û 30 hezar îtfaiyevan ji bo tefandina agir têdikoşin. -
Rûsya vê carê civîna bilind a Sûriyeyê ya çar alî dicivîne
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku wê di navbera Rûsya, Fransa, Elmanya û Tirkiyeyê de civîna bilind a çar alî li ser Sûriyeyê bê lidarxistin. -
Merkel bi destvala ji Spanyayê vegeriya
Serokwezîra hikumeta Elman a federal Merkel ku hewl dide deriyên xwe li penaberan bigire, ji serdana du rojan a li Spanyayê bi hêvî bû. -
Hezar ne gol e û ne jî derya
Rûsya, Îran, Kazakîstan, Azerbaycan û Tirkmenîstanê peymana ku statûyeke bidin Deryaya Hezarê li Kazakîstan Aktauyê îmze kirin. Bi vê peymanê mêtingeriya li ser Deryaya Hezarê hate fermîkirin. -
Tevgera Çep a Wagenknecht gelekî balê dikişîne
Li dijî populîzma rastgir ku li Elmanyayê zêde bûye, bi pêşengiya Seroka Koma Partiya Çep Sahra Wagenknecht tevgereke nû ya çep rû da. Tevgerê ji niha ve gelekî bal kişand. -
Li Pakistanê li dijî qereqola polîsan êrîş: 4 kes mirin
Di êrîşa li dijî qereqolekî polîsan a li Pakistanê de, 4 kes mirin. -
Li Bukreşê dijî hikûmetê çalakî: Zêdetirî 450 kes birîndar bûn
Li paytexta Romanya Bukreşê di çalakiyên protestoyê yên li dijî hikûmeta sosyal demokrat de şer derket, zêdetirî 450 kes birîndar bûn. -
Iraq li ser guşarên DYA’yê yên li ser Îranê çi dibêje?
Li dijî guşarên aborî yên DYA’yê yên li ser Îranê welatên Ewropa li eniya xwe dikevin pozîsyonekê, tê meraqkirin bê ka welatên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî Iraq bêyî dilê xwe jî be wê qebûl bike yan na. -
Li Endonezyayê hejmara miriyan bû 387
Li Endonezyayê Yekşema borî bi pileya 6.9 erd hejiya bû. Di erdhejê de heta niha 387 kes mirin. -
Komkujiya li Yemenê bi çekên Elman hate kirin
Hefteya derbasbûyî hêzên koalîsyonê ku Siûdî pêşengtiya wê dikin li dijî nexweşxaneyekê ya li bajarê Hudayda yê Yemenê çalakiyek pêk anîbûn û 55 sivîl mirîbûn. Derket holê ku êrîşa hewayî bi çekên Elman hatiye kirin. -
Li Kanadayê êrîş: 4 kes hatin kuştin
Di êrîşa bi çek a li bajarê Frederîcton a Kanadayê pêk hat de, 2 jê polîs bi giştî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku gomanbarek ji aliyê polîsan ve hatiye destgîrkirin.