CÎHAN
Hemû Nûçe
-
NY: Hevdîtinên aştiyê yên Yemenê wê 6'ê Îlonê dest pê bikin
Ji bo şerê navxweyî yê li Yemenê bê qedandin, ku ji havîna 2014'an û vir ve dewam dike, bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) wê 6'ê Îlonê hevdîtin dest pê bikin. -
Şaredarên 5 bajaran: Em dixwazin penaberan vehewînin
Şaredarên Bajarên Mezin ên Koln, Dusseldorf, Potsdam, Wûppertal û Stûttgartê ji Serokwezîr Merkel de nameyeke hevpar nivîsandin û ji bo penaberên li Derya Spî hatine rizgarkirin gotin, "Em ê wan vehewînin." -
Xelata profesorê Kurd nehate dîtin
Zanyarê Kurd caucher Bîrkar hêjayî Xelata Fîeldsê hatibû ku ev yek weke Nobel a Matematîkê tê naskirin. Lê belê xelata Bîrkar a ku hate dizîn hîn nehatiye dîtin. -
Rejîma Sûriye 3 parêzgehên dikevin başûrê welat jî kontrol kirin
Li gorî artêşa Rûsya rejîma Sûriye, Dera, Kûneytra û Sûweyda yên dikevin başûrê welat bi temamî kontrol kirine. -
Çalakiyên li Îsfahanê geştir dibe
Li Îsfahanê çalakiyên protestoyê yên ji ber buhabûn, qutkirina av û elektrîkê geştir dibin. -
Senatoya DYA’yê pêkirina F-35 a li ser Tirkiyê pejirand
Senatoya DYA’yê pêşnûmeya yasayê ku dane balafirên şer F-35 a ji bo Tirkiyê radiwestîne, pejirand. -
Îsraîl razî ye ku Esad ji nû ve bibe xwedî otorîte
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avîgdor Lîeberman got, eger desthilatdariya navendî ya Beşar El Esad ji nû ve bê avakirin, wê Golan hîn aram be. -
Ryanaîr wê grevê li hemû Ewropayê berbelav bike
Xebatkarên şîrketa rêya hewayî Ryanaîr rojên pêş wê li tevahiya Ewropayê dest bi grêvên nû bikin. -
Emisyona gaza serayê pir zêde bûye
Li gorî raporeke li Amerîkayê gelek gaza serayê ku bandorê li germbûnê û guherîna demsalan dike, 2017'an gihaye asta herî zêde. -
Rewşa pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê nediyar e
Hate ragihandin ku encamek ji danûstandinên agirbestê yên navbera hikumetê û ELN'ê bi dest neketiye. Bi hikumeta nû re wê pêvajoya aştiyê bikeve nava rewşeke nediyar e. -
Rapora Avhewayê ya 2017'an: Germahiya global mayinde ye
Li gorî raporeke avhewayê ku li DYA'yê hate weşandin, piştî salên 2015 û 2016'an, germahiyê sala 2017'an jî rekor şikandiye û dinya wê hîn bêhtir germ bibe. -
DYA: Heta ku Brûnson bê berdan wê pêkanîn bidomin
DYA'yê ku ji ber krîza girtina rahîb Brûnson li dijî du wezîrên AKP'yî biryara pêkanînê da, hişyarî da ku pêkanîn wê bidomin. -
Yek ji çar parên nifûsa Elmanyayê koçber in
Li gorî lêkolîneke li Elmanyayê hate kirin, her yek ji çar kesên li Elmanyayê koçber in. Li nava malên koçberan jî bi giranî bi Elmanî nayê axaftin. -
Rûsya: Dema ku wexta wê hat divê leşkerên Tirk ji Sûriyeyê derkevin
Nûnerê Taybet ê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ê Sûriyeyê Aleksandr Lavrentyev diyar kir ku, ‘dema ku wexta wê hat’ ew ê israr bikin ku bila leşkerên Tirk ji Sûriyeyê derkevin. -
Piraniya gelê Elman li dijî serdana Erdogan e
Li Elmanyayê li gorî lêkolîneke raya giştî piraniya gelê Elman li dijî serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a ji bo Elmanyayê ye. -
Li Îranê çalakiyên protestoyê berbelav dibin
Li Îranê çalakiyên gel yên li dijî rewşa giran a jiyanê, nelirêtî, qutbûna av û ceyranê belavî navenda welat Îsfahan û gelek bajarên din bû. -
Erdên çandiniyê yên Efrîkaya Başûr têne camwerî kirin
Serokkomarê Efrîkaya Başû Cyrîl Ramaphosa bi guherîna destûrê bêyî ku tezmînatê bide dixwaze camwerîkirina erdên çandiniyê zûtir pêk bîne. Hate gotin ev erd wê li kêmarên reşik û hejaran were belavkirin. -
Qeyrana li Îranê teyîsî nav meclîs û artêşê
Qeyrana aborî ya Îranê, teyisî nava meclîs û artêşê jî. Ji aliyekî ve beşeke artêşê tê rexnekirin, ji aliyê din ve di derbarê serokwezîr û wezîrê xebat û firehiyê de pêşniyarpirs hat pêşkêşkirin. -
Talîban derbeke giran li çeteyên DAÎŞ’ê xist
Li herêma Rojavayê Bakur a Efganîstanê Talîbanan derbeke giran li çeteyên DAÎŞ’ê xist. -
Li gorî NY'yê di salekê de 870 hezar kes li Mûsilê vegeriyan
Neteweyên Yekbûyî got piştî Mûsil ji dest çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgarkirin di nav salekê de 870 hezar kes li Mûsilê vegeriyaye. -
Li Efrîkaya Navîn sê nûçegihan hatin kuştin
Li Komara Efrîkaya Navîn sê nûçegihanên Rûs ku derbarê komeke paramîlîterên Rûs dokûmanter hazir dikirin, hatin kuştin. -
Madûro: Modela me ya hilberînê ne serketî ye
Serokkomarê Venezûelayê Nîcolas Madûro li xwe mikur hat ku modela wan a hilberînê ne serketî ye. -
Trûmp: Ez hîs dikim ku Îran di nêz de biaxive
Serokê DYA’yê Donald Trûmp got ew hîs dike ku rêveberên Îranî di demeke nêz de qebûl bikin ku bi rayedarên Amerîkî re rûnin. -
Li Meksîkayê balafir kete xwarê: 85 kes birîndar bûn
Balafireke ku 101 kes tê de bûn, dema dadiket kete xwarê. Di bûyerê de kesek nemir, lê 85 kes birîndar bûn. -
Demekê mirov havînê di çem re dimeşiyan
Pisporê meteorolojiye Bjorn Alexander ku ji qenala N-TV ya Elman re axivî got germahiya havîna ji heftiya dî ve mirov dikare bide ber havîna 2003’yan û got berê havînên wiha germ çêbûne ku mirov di çêm re meşiyane.