CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Şerê bazirganiyê yê navbera YE û DYA'yê
Di şerê bazirganiyê yê navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Yekîtiya Ewropa (YE) de, piştî windahiyên her du aliyan, peymana destpêkê hate îmzekirin. -
Tevî agirbestê jî li Xezayê mirov têne kuştin
Tevî agirbesta navebera Îsraîl û Hamasê şer û bomberdûman dewam dike. Hate ragihandin ku herî kêm 3 Fîlîstînî hatine kuştin. -
Bîlançoya şewata li Yewnanîstanê giran dibe
Bîlançoya şewata li Yewnanîstanê ku ev çend roj in dewam dike, giran dibe. Hate gotin ku heta niha herî kêm 81 kes mirine. -
Li Suweydayê di êrîşan de herî kêm 100 kes mirin
Çeteyên DAÎŞ’ê li herêma Suweydayê ya Sûriyeyê de hin êrîş kirin û hate diyarkirin ku herî kêm 100 kes mirine. -
Li Laosê bendav hilweşiya: 131 kes winda ne
Li Laosê ya ku bi komunîzmê tê birêvebirin, roja Duşemê bendav hilweşiya. Bi hilweşîna bendavê re 5 mîlyar metrekup av bû lehî. -
Ji sedî 3’ê Pîlotan jin in
Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Asîmangeriya Sivîl, li tevahiya cîhanê tenê ji sedî 3’ê pîlotan jin in. -
Li Parîsê seyareyeke tijî teqemenî hate dîtin
Li Banliyoya Sarcelles a paytexta Fransa Parîsê, di parka navendeke bazirganî de seyareke tijî teqîmenî hate dîtin. -
Ewropa ji germê dikele û dişewite
Li gelek welatên Ewropayê dinya gelekî germ e. Li gelek herêman daristan dişewitin. Li Yewnanîstanê bi dehan kes mirin. -
Pakîstanî di nava rewşeke aloz de dengê xwe didin
Pakîstanî di nava rewşeke aloz a şer de dengê xwe didin. Ji ber êrîşeke li nêzî buroyeke hilbijartinê hate kirin herî kêm 30 kes mirin. -
Li Meksîkayê çeteyên tiryakê 11 kes kuştin
Li Meksîkayê, di nava 6 mehên îsal de 11 kes ji ber çeteyên tiryakê hatin kuştin. -
Îtalya bernameyên xwe yên alîkariya bi penaberan re kêm dike
Li Îtalyayê ku Lîga Bakur (Lega Nord) a neteweperest Wezareta Karên Hundir bi dest xistiye, wê alîkariya ji bo penaberan herî kêm 50 ji sedî bê kêmkirin. -
Enflasyona li Venezûelayê dibe ku bibe milyonek ji sedî
Li Venezûelayê ku bi kêmbûna buhayê petrolê re salên dawî ketiye nava krîzeke mezin a aboriyê, tê gotin ku heta dawiya salê rêjeya enflasyonê dikare bibe milyonek ji sedî. -
Li peravên Spanyayê bi sedan koçber hatin rizgarkirin
Li peravên Spanyayê di operasyonan de bi sedan koçber hatin rizgarkirin. -
Di şewata li Yewanistanê de 74 kes mirin
Di şewata li rojavayê paytext Atîna ya Yewnanistanê dom dike de 74 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Artêşa Îranê gef li DYA’yê xwar
Serfermandarê Giştî yê Îranê General Muhammed Bagerî anî ziman ku wê li dijî gefên DYA yên li hember destkeftiyên Îranê yên didoîne bersivên ‘tund’ bidin. -
Netanyahû: Tirkiye ber bi dîktatoriyeke tarî ve diçe
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû bersiv da Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku gotibû ‘Îsraîl dewleta herî nîjadperst û faşîst e.” -
Îsraîlê balefireke şer a Sûriyeyê xist
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku wan li balefireke şer a Sûriyeyê xistine ya ku li asîmanê wan digeriya. -
Li Japonyayê 80 kes ji germê mirin
Li Japonyayê 80 kes ji germê mirin û 35 hezar kes jî ji ber ku nexweş ketin rakirin nexweşxaneyê. -
Endama sazkar a Femenê Shachko li Parîsê mirî hate dîtin
Endama sazkar a tevgera Femenê Oksana Shachko li mala xwe ya li paytexta Fransa Parîsê mirî hate dîtin. -
Li Laosê bendav hilweşiya: Bi sedan kes winda ne
Li Laosê ya ku welatê biçûk ê Asyaya Başûrê Rojhilat e, ji ber hilweşandina bendava hîdroelektrîkê ya ku hê dihat avakirin, bi sedan kes winda bûn. -
DYA'yê li ser nefirotina F-35'an a ji bo Tirkiyeyê li hev kir
Li DYA’yê nîqaşên di derbarê fişarên li ser Tirkiyeyê de didomin. Senatoya DYA’yê û gotûbêjerên Meclîsa Nûneran, li ser pêşnûmeya parastinê ku fişarên li hemberî Tirkiyê digire nava xwe, li hev kirin. -
Li Yewnanîstanê herî kêm 50 kes ji ber şewatê mirin
Li Yewnanîstanê ji ber şewata li daristanê herî kêm 50 kes mirin. -
Li Yewnanîstanê ji ber şewatê 5 kes mirin
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, ji ber şewatê herî kêm 5 kes mirin. -
Li Îranê şîddeta li ser jinê ya di nav malê de zêde bûye
Hate ragihandin ku li Îranê di salekê de şîddeta li ser jinê ya di nav malê de 20 ji sedî zêde bûye. -
Li gorî Îranê tweetên Trûmp beşek ji 'şerê psîkolojîk' e
Generalekî Îranî diyar kir ku gefên Serokê DYA Donald Trûmp ên bi rêya Twîtterê dixwe, beşek ji 'şerê psîkolojîk' e.