CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Malî êrîşa komên tund: Bi dehan kes mirin
Li Maliyê êrîşên çeteyên Îslamî yên tund dewam dikin. Di kemînekê de ji her du aliyan gelek kes mirin. -
Rêveberiya Trûmp niha jî dixwaze baca dewlemendên super kêm bike
Rêveberiya Donald Trûmp ku par ji bo şîrket û dewlemendan bi 1,5 trîlyon dolarî bac kêm kir, niha jî plan dike ku baca 'dewlmeendên super' daxîne. -
Serokê îstîxbaratê rê li ber partiya nîjadperest xistiye
Derket holê ku Serokê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Elmanyayê Hans-Georg Maassen timî bi lîdera partiya nîjadperest AfD'ê re hevdîtin kiriye. Tê gotin ku Maassen şîret li AfD'ê kiriye ji bo ji aliyê îstîxbaratê ve neyê şopandin. -
NY destûra Sûriyeyê bi Tirkiyê, Îranê û Rûsyayê re gotûbêj dike!
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mîstûra ji bo destûra nû ya Sûriyê wê li Cinêvê bi Rûsya, Tirkiye û Îranê re rûne. -
Rapora NY'yê: Îran hê jî çekan dide Hûsiyan
Li gorî rapora nû ya Neteweyên Yekbûyî (NY) rejîma Îranê hê jî moşekên balîstîk û amûrên hewayî yên bêmirov dide milîsên Hûsî yên li Yemenê. -
Li Afganîstanê mayin bi otobusê teqiya: 8 mirî, 40 birîndar
Li rojavayê Afganîstanê, mayin bi otobusekê teqiya. Piraniya wan jin û zarok 8 kes mirin, 40 kes jî birîndar bûn. -
Riyalê Îranê di du rojan de 18 ji sedî kêm bû
Riyalê Îranê li hemberî dolar di nava du rojan de 18 ji sedî kêm bû. -
Li Afrîkayê ji ber 'nexweşiyeke nenas' gelek kes mirin
Li Kongoyê ku beriya çend hefteyan bi dehan kes ji ber nexweşiya Ebolayê jiyana xwe ji dest dan, niha jî ji ber 'nexweşiyeke nenas' bi dehan kes mirin. -
Îtalya: Ji bo 'aramiya' li Lîbyayê wê konferansek pêk were
Lîbya dema dawî ji ber drama penaberên hewl didin xwe bigihînin Ewropayê di rojevê de ye. Hate ragihandin ku ji bo 'aramiya' li Lîbyayê wê konferansek bê lidarxistin. -
Medya nivîskî û devkî qels dibe
Li gorî lêkolîneke li DYA'yê hate kirin, hejmara kedkarên çapemeniyê yên li medya devkî û nivîskî dixebitin, di nava 10 salan de gelekî kêm bû. Nûçegihaniya li ser înternetê jî her bi pêş ve diçe. -
DAÎŞ'ê berpirsyariya êrîşa li Tacikîstanê li xwe girt
Li Tacikîstanê ku welatekî li Asya Navîn e, roja Yekşemê êrîşek hatibû kirin û 4 tûrîst miribûn. Çeteyên DAÎŞ'ê berpirsyariya vê êrîşê li xwe girtin. -
Trûmp niha jî dixwaze bi Îranê re hevdîtinê bike
Serokê DYA'yê Donald Trûmp ku timî mesajên tund dide Îranê, niha jî ragihand ku ew amade ye 'bê şert' bi Îranê re hevdîtinê bike. -
Li Spanyayê ji bo koçberan bûçeyeke 30 milyonî
Hikûmeta Spanya ragihand ku ji bo alîkarîkirina koçberên ji Efrîqayê tên bûçeyeke 30 milyon eûro veqetandiye. Spanya bang li Yekîtiya Ewropa kir ku destekê bide. -
Mirovahî wê ji 1'ê Tebaxê û pê ve bi deyn bijî
Mirovahiyê hemû çavkaniyên xwezayî yên li cîhanê bêyî ku salek biqede, ku ji bo xwenûkirina cîhanê pêwîstî bi vê wextê heye, qedand. Mirovahî wê ji 1'ê Tebaxê û pê ve pênc mehan bi deyn bijî. -
Penaberên li Elmanyayê wê êdî karibin malbatên xwe bînin cem xwe
Li Elmanyayê, astengiyeke li pêşiya gihandina hev a malbatên penaber ên xwedî mafê demkî yê mayinê ne, tê rakirin. -
Li Tacikistanê êrîşî tûrîstan hate kirin: 4 kes mirin
Li Tacikistanê roja Yekşemê bi otomobîlê êrîşî tûrîstan hate kirin û di vê êrîşê de 4 tûrîst mirin. Rayedaran diyar kirin ku êrîşkar, çekdar bûne. -
Avahiyên modern li ber germê zêde ne baş in
Li gorî lêkolînên hatin kirin, avahiyên ku avahîsaz û endizyar li gorî şert û mercên werza demsalê çêdikin, lê belê ji bîr dikin ku wê di nava çend salan de werzeke germtir pêk bê. -
Li Kamboçyayê Partiya Hûn Sen tevahiya parlementeran wergirtin
Di hilbijartinên giştî yên Kamboçyayê de partiya serokwezîr Hûn Sen tevahiya parlementeran bi dest xistin. -
Hevdîtina DYA-Talîbanê 'erênî' derbas bû
Hevdîtina veşartî ya navbera dîplomateke payebilind a DYA'yî û nûnerên Talîbanê li Dohayê pêk hat. Hate ragihandin ku 'işaretên gelekî erênî' ji hevdîtinê derketine. -
Pêla koçberan a ber bi Spanyayê ve dewam dike
Roja Yekşemê li peravên Spanyayê yên Derya Spî zêdeyî 200 koçber hatin rizgarkirin. -
Mûxalefeta Elman: Bila Erdogan neyê
Serokkomarê Tirk Erdogan dixwaze dawiya meha Îlonê serdaneke fermî li paytexta Elmanya Berlînê bike. Mûxalefet ji vê serdanê aciz e. Ji çepgiran heta rastgiran mûxalefet ji niha ve dibêje, "Bila Erdogan neyê." -
Ji ber şewata li Yewnanîstanê 91 kes mirin
Hejmara mirovên ji ber şewata li Yewnanîstanê mirin bû 91 kes. Nasnameya 28 qurbaniyan hê jî nekariye bê tespîtkirin. 25 kes jî winda ne. -
Îsraîlê êrîş bir ser Xezayê: 2 kes mirin
Balafirên şer ên Îsraîlê êrîş birin ser Kampa Cebaliyayê. Ji ber êrîşê 2 kes mirin. -
Parêzerê Mîlosevîç hate kuştin
Yek ji parêzerên lîderê berê yê Sirbîstanê Slobodan Mîlosevîç Dragoslav Ognjanovîc hate kuştin. -
Li Endonezyayê ji ber erdhejê herî kêm 10 kes mirin
Li Girava Lombokê ya Endonezyayê ji ber erdhejê herî kêm 10 kes mirin.