CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Trûmp guşarên nû yên ‘gumrikê’ li Tirkiyeyê kir!
Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp, baca ku ji gumrikan ji alimînyom û pola yên ji Tirkiyeyê dihatin kirîn du qat zêde kir. -
Li Kanadayê ji ber êrîşa çekdarî 4 kes mirin
Li bajarê Frederîcon ê Kanadayê êrîşeke çekdarî pêkhat û herî kêm 4 kes mirin. -
Grêva xebatkarên rêya hesin ên Îranê didome
Li Îranê xebatkarên rêya hesin ji 20’ê Tîrmehê ve di grêvê de ne. Komeke xebatkaran gotin heta ku daxwazên wan bi cih bên ew ê grêvê bidomîni. -
DYA ‘hêza fezayê’ ava dike, armanc serdestbûna li fezayê ye!
Alîkarê Serokê DYA’yê Mîke PenCe got ji bo serweriyê li fezayê jî bikin ew ê ‘hêza fezayê’ ava bikin. -
Şerîda Xazeyê li aramiyê vegeriya
Şerîda Xazeyê piştî şeveke dijwar li aramiyê vegeriya. Bala mirovan çû ser protestoya Filistîniyan. -
Rejîma Sûriyê ji şêniyên Idlibê xwest teslîm bibin
Rejîma Sûriyê xwe ji bo operasyona Idlibê kar û bar dike. Hêzên artêşê ji hewayê ve belavok belaav kirin û bang li şêniyan kir ku teslîm bibin. -
Moskowa: DYA’yê şerê aborî da destpêkirin
Serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev li ser guşarên aborî yên Washîngtonê yên li ser Moskowê got, ‘’Ragihandina şerê aborî ye’’. -
Talîban ketin bajarê Gazniyê
Hate ragihandin ku Talîban ketiye bajarê Gaznî yê Afganîstanê. Li herêmê di navbera Talîban û hêzên ewlehiyê de şer didome. -
Li Iraqê encamên hilbijartinê neguherîn
Encamên hilbijartina 12’ê Gulanê yên ku bi dest hatî kirin hate aşreker kirin. Hema hema qet tiştek neguherî. -
Li Ryanairyê greva dîrokî: 400 seferên balafiran hatin betalkirin
Şirketa rêwiyan a asîmanî Ryanair, bi greva herî mezin a dîrokî re rû bi rû maye. Li 5 welatan pîlot ketine grevê, nêzî 400 seferên balafiran hatin betalkirin. -
Şaredarê ku penaber dixwestin bi mirinê gef lê tê xwarin
Şaredarê Dusseldorfê Thomas Geisel ku ligel şaredarên bajarên Koln û Bonn ê Elmanyayê ji serokwezîr Merkel re nameyek nivîsandî û gotî, “Em dikarin penaberên li Derya Spî hatî rizgarkirin bigirin” bi mirinê gef lê tê xwarin. -
Li Ewrûpayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan zêde dibin
Li Ewrûpayê çalakiyên ji bo azadiya Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî destpêkirin, her ku diçe zêde dibin. -
Lî Nîjeryayê Boko Haram êrîş bir: 15 leşker hatin kuştin
Li eyaletta Borno ya Nîjeryayê Boko Haram êrîş bir ser leşkeran û 15 leşket hatin kuştin. -
Di bomberdûmana artêşa Îsraîlê de 18 Filîstînî birîndar bûn
Artêşa Îsraîlê li dijî Filîstînê êrîş li dar xist û di êrîşê de herî kêm 18 kes birîndar bûn. -
Li Yemenê otobusa zarokan bû hedef
Li Yemenê koalîsyona ku Siûdî Erebistan pêşengiya wê dike, li dijî otobuseke zarokan êrîşek li dar xist. Di êrîşî de 12 zarokan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. -
Ebadî gelek endamên wezareta elektrîkê ji kar stend
Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî ji bo sekinandina çalakiyên protestoyê yên qutkirina elektrîkê gelek rayedarên wezareta elektrîkê ji kar stend. -
Komên Filistînî avêtina guleyan a Îraîlê rawestandin
Li Filistînê Hamas û komên di nava îtîfaqê de ne ragihandin ku avêtina guleyên roketan a li hember Îsraîlê rawestandin. -
Hejmara miriyan li Endoneziya gihişte 319’an
Li girava Lambok a Endonezyayê Duşemê erdhej çêbûbû, ji ber erdhejê kesên ku mirin bûne 164. -
Pêkiriyên DYA'yê: Pere û Borsaya Rûs nirxên xwe winda dike
Piştî biyara pêkiriyên DYA’yê yên piştî bihinceta jehrkirina sîxûrê Rûs ê li Îngiltereyê û şûnde bi lez bazara darayî ya Rûsya û pereyê wê nirx winda kir. -
Washîngtonê hişyariya ‘Tengava Hurmuz’ li Îranê kir
Rêveberiya Washîngtonê got ew biryardar in ku çûnûhatina li Tengava Humuz ‘bi baldariyeke derasayî’ ewle bikin. -
Li Nîjerya lêhî û hezîn: 22 kes mirin
Li Nîjeryayê ji ber barana zêde lêhî rabû 22 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Endonezyayê bilanço giran bû: 164 mirî
Li girava Lambok a Endonezyayê Duşemê erdhej çêbûbû, ji ber erdhejê kesên ku mirin bûne 164. -
Bûyera Skrîpal: DYA biryara pêkanînê nû li Rûsya kir
DYA’yê ji ber îdîaya ku sîxûrê Rûs Sergey Skrîpal ê li Îngiltereyê hatibû jehrdan, ragihand ku li hemberî Rûsyayê biryara pêkanînan girtine. -
Li Kolombiyayê biryara naskirina Filistînê
Kolombiya ragihand ku ew biryara serbixwebûn, azadî û serweriya dewleta Filistînê dane. -
Bachelet bû Komîsera Mafê Mirovan a NY’yê yê
Michelle Bachelet a ku demeke dirêj serokatiya dewleta Şîlî kir, ji bo Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY’yê hate erkdarkirin.