CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Pûîgdemongt ji Elmanyayê derket
Lîderê Katalan Carles Pûîgdemont ku li ser daxwaza Spanyayê li Elmanyayê hate destgîrkirin û piştre bi şert hate berdan, biryar da ku jiyana xwe ya sirgûnê li Belçîkayê bidomîne. -
NYT: Dîplomatên DYA'yî bi dizî bi Talîbanê re hevdîtin kirin
Li gorî îdîaya rojnameya New York Timesê, rêveberiya DYA'yê bi rengekî dizî bi Talîbanê re hevdîtinek kir. -
Spanya bûye rêgeha nû ya koçberên qaçax
Piştî ku Îtalyayê sînorên xwe li keştiyên penaberan girt, ji bo koçberên qaçax ên dixwazin xwe bigihînin rojavayê Ewropayê, Spanya bûye rêgeha nû. -
Li Hindistanê lehî: 49 kes mirin
Li bakurê Hindistanê ji ber barana zêde lêhî rabû, rê û avahî hilweşiyan û herî kêm 49 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Afganîsatanê êrîşî dibistana pîrikan hate kirin
Li dijî dibistana pîrikan a li bajarê Celalabad yê rojhilatê Afganîstanê êrîşek pêk hat û herî kêm 3 kes birîndar bûn. -
Li Yewnanîstanê hejmara miriyan bû 88 kes
Bîlançoya şewata herêma paytexta Yewnanîstan Atînayê ku ev çend roje didome giran dibe. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bûn 88 kes. -
Serokkomarê berê yê Ermenistanê hate girtin
Serokkomarê berê yê Ermenistanê Robert Koçaryan, ji ber nelirêtiya hilbijartinê hate girtin. -
Welatiyên Iraqê li dijî nelirêtiyê daketin kolanan
Li Bexdayê ya ku paytexta Iraqê ye û bajarên mezin yên li başûrê welat, roja Înê ji bo protestokirina rêveberî û nelirêtiyê carek din çalakî lidarxistin. -
Bi fikar nêzî pêşniyaza Rûsyayê ya avakirina Sûriyeyê dibin
Rûsya dixwaze penaber vegerin Sûriyeyê, zextên Neteweyên Yekbûyî yên li ser Sûriyeyê were rakirin û ji avakirina wê alîkarî were dayîn. Welatên din bi fikar nêzî vê pêşniyazê dibin. -
Îsraîl wê jîngehên nû ava bike
Hikûmeta Îsraîlê ragihand ku wê li Şerîa Rojava ku di bin dagirkeriyê de ye û di rewşa niha de şer lê didome wê jîngehên nû ava bike. -
Ewropa dikele û dişewite
Germahiya li Bakurê Ewropayê îro jî didome. Germahiya ku bandorekî mezin li Ewropa dike, îro gihişte rekorê. Şewata daristanên li Yewnanistan û Swêdê jî dewam dikin. -
Di navbera Washington-Enqerê de ‘Qeyrana Brûnson’
Serokê DYA’yê Donald Trûmp, ji ber girtina Pastor Andrew Brûnsûn a li Tirkiyê, gefa fişaran li Enqerê xwar. Rojnameya Washington Postê nivîsî ku sedema rast a qeyranê “peymana pevguherînê” ye. -
Deryayên dest lê nehatiye dayin li ber tunebûnê ne
Li gorî lêkolînekê, okyanûs/deryayên li cîhanê yên heta niha mirovan xwe negihandinê, tenê ji sedî 13 li cîhanê mane. Di nava 50 salan de dibe ku ev jî tune bibe û sedema wê jî mirov in. -
Protestoyên li Nîkaragûayê 100 roj li pey xwe hiştin
Çalakiyên protestoyî ku li Nîkaraguayê li hemberî hikumeta Daniel Ortega destpê kirin, 100 roj li pey xwe hiştin. -
Li Kalîforniyayê agir bi daristanê ket
Li peravê başûr ê eyaleta Kalîforniya ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, agir bi daristanê ket. Ji ber şewatê 3 hezar kes neçar man malên xwe biterikînin. -
Xizaniya li Elmanyayê: Teqawît neçar dimînin ku bixebitin
Li Elmanyayê ku bi mezinbûna aboriya xwe û kêmbûna hejmara bêkaran pesnê xwe dide, hate ragihandin ku zêdeyî milyonek teqawît ji bo debara xwe bikin neçar dimînin ku bixebitin. -
Yekîtiya Ewropayê Plana Brexîtê ya Brîtanyayê red kir
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, plana Brexîtê ya ku hikumeta Brîtanyayê beriya çend hefteyan pêşkêş kiribû, red kir. -
Heyv wê îro demeke dirêj girtî be
Girtina Heyvê ya herî dirêj a sedsalê wê îro pêk were û saetek û 43 deqeyan bidome. -
Rêveberiya Yewnan: Dibe ku şewat bi zanebûn hatibe derxistin
Hate ragihandin, şewata li Yewnanîstanê ku bi rojan e dewam dike û zêdeyî 80 kesî jiyana xwe ji dest dane, dibe ku bi zanebûn hatibe derxistin. Lewma lêpirsînê dest pê kir. -
DYA'yê pêşî li alîkariya leşkerî ya ji bo Misrê vekir
Rêveberiya DYA'yê biryar da ku pêşî li alîkariya leşkerî ya ji bo Misrê bê vekirin. Alîkariya leşkerî ya ji bo Misrê di dema serokê berê Barack Obama de ji ber binpêkirina mafên mirovan hatibû rawestandin. -
Erdogan li Başûrê Efrîqayê hate protestokirin
Serokkomarê Tirk Erdogan ê tevlî vekirina Sefaretxaneya Tirk a nû li paytexta Başûrê Efrîqa Pretorîayê hate vekirin bû, hate protestokirin. -
Di hilbijartina Pakistanê de Îmran Han bi ser ket
Di hilbijartina roja Çarşemê ya li Pakistanê hate kirin de şampiyonên berê yê krîket û siyasetmedar Îmaran Han serketina xwe îlan kir. -
Li Marsê goleke rohn hate dîtin
Komeke astronom a navneteweyî, 25 Tîrmehê daxuyaniyek da û da zanîn ku cara yekem e li Marsê goleke rohn a binerdê hatiye dîtin. -
Li Pekînê li ber Sefaretxaneya DYA'yê teqînek pêk hat
Li paytexta Çîn Pekînê, li ber Sefaretxaneya Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) teqînek pêk hat. -
DYA: Koreya Bakur hîn jî materyalên nukleerî hildiberîne!
Wezareta Karên Derve ya DYA'yê îdîa kir ku tevî lihevkirina meha Hezîranê jî li Koreya Bakur hîn materyalên nukleerî tên hilberandin.