Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand, wê ji Misra bi rêveberiya Abdulfettah el Sîsî re alîkariya leşkerî ya ji 195 milyon dolarî bê dayin.
Berdevka wezaretê diyar kir ku rêveberiya Misrê ji bo bersivê bide fikarên DYA'yê yên li ser binpêkirina mafên mirovan, gav avêtiye û ji ber vê yekê biryar hatiye dayin ku alîkariya leşkerî pê re bê kirin.
Berdevk bal kişand ser girîngiya armancên hevpar ên DYA û Misrê yên li ser 'ewlekarî û têkoşîna li dijî terorîzmê' û destnîşan kir ku ew bi biryar in têkiliyên xwe yên stratejîk ên bi Qahîreyê re xurtir bikin.
El Sîsî sala 2013'an piştî darbeya leşkerî bû Serokkomar. Alîkariya leşkerî ya ji bo Misra bi rêveberiya El Sîsî ji aliyê rêveberiya serokê berê yê DYA'yê Barack Obama ve hatibû rawestandin. 'Encamên neyînî' yên li qada azadiya sivîlan û demokrasiya li Misrê weke hincet ji vê biryarê re hatibû nîşandan.