CÎHAN
Hemû Nûçe
-
DYA’yê alîkariyeke din a ji bo Filîstînê qut kir
DYA’yê alîkariyeke din a madî qut kir a ku ji Filîstînê re dişand. Piştî qutkirina alîkariya 200 milyon dolar, vê carê jî alîkariya maddî ya 10 milyon dolar hate sekinandin. -
Gefa bahoza Florence didome: Herî kêm 17 kes mirin
Bager Florence ya bandora wê li başûrê rojhilatê DYA’yê didome, heta niha herî kêm 17 kes mirin. Rêveber banga hişyariyê li gel kirin. -
Bahoza Mangkhûtê piştî Fîlîpînê li Çînê jî da
Bahoza Mangkhûtê piştî ku li Fîlîpînê bû sedema mirina 59 kesan vê carê jî li Çînê da. Hate diyarkirin ku li Çînê jî gelek kesan ji ber bahozê jiyana xwe ji dest dane. -
Eniya Rizgariya Oromo li Etiyopyayê vegeriya
Rêveberên Eniya Rizgariya Oromo li Etiyopyayê vegeriyan û li paytext Addîs Ababayê ji aliyê gel ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. -
Xwepêşandanên li Basrayê dewam dikin
Li bajarê Basra yê Iraqê, xwepêşandêr danê vê sibehê jî daketin qadan û pirsgirêkên aboriyê protesto kirin. -
Li Fîlîpînê 28 kes ji ber tayfûna Mangkhûtê mirin
Ji ber tayfûna Mankhûtê ku sibeha Şemiyê gihîşt peravên bakur ên Fîlîpînê û ji ber hêza xwe bi navê "super" tê binavkirin, 28 kes mirin. -
Li Meksîkayê êrîş: 5 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn
Li paytexta Meksîka Meksîkoyê, ji ber êrîşeke çekdarî 5 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn. -
Bahoza Florence: 5 kes mirin
Bahoza ku herî zêde bandor li eyaleta Bakurê Carolîna ya DYA’yê kir, 5 kes mirin, milyonek mal bê elektirîk ma. Di encama bahoza ber bi navenda bajar ve diçe, bû sedema herikîna çem û lêhiyan. -
NÛ BÛ- Serokê nû yê parlementoya Iraqê hate hilbijartin
Li Parlementoya Iraqê vê Şemiyê di rûniştinan de serokê parlementoyê hate diyarkirin. -
Bahoza li Floronceyê: 4 kes mirin
Bahoza Floronceyê roja Înê li peravên DYA’yê da. Ji ber bahoza xedar heta niha yek jê jin û yek jê zarok, herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Destê Serokwezîr Ebadî qels dibe: Şeş wekîlên din îstifa kirin
Hate ragihandin, şeş wekîlan ji Koalîsyona Nasir a bi lîderiya Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî îstifa kirine. -
OAS bi destwerdana leşkerî gef li Venezûelayê xwar
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Dewletên Amerîkayê (OAS) Lûîs Almagro got, ji bo têkbirina hikumeta Nîcolas Madûro divê alternatîfa 'destwerdana leşkerî' jî li ber dest be. -
Hûsiyan fuzeyeke din avêtin Erebîstana Siûdî
Hûsî ku hêzeke milîs a Yemenê ye, fuzeyeke din a balîstîk avêt Erebîstana Siûdî. -
Etiyopya û Erître wê mohra xwe deynin binê peymana aştiyê
Şerê Etiyopya-Erître wê bi peymana aştiyê ya sibe bi rengekî fermî biqede. Di vî şerê navbera salên 1998-2000'î de bi deh hezaran kes miribûn. -
Çavdêrên Swêdî qala hilbijartinên 24'ê Hezîranê kirin
Sîmon Johansson û Benny Gûstafsson ku hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê şopandin, li navçeya Soderhamn a Swêdê civînek li dar xistin û qala dek û dolabên di hilbijartinê de hatin gerandin kirin. -
Tê gotin, 'Trûmp wê baca li ser malên ji Çînê zêdetir bike'
Tê gotin, baca ku DYA û Çîn li hemberî hev zêde kir wê girantir bibe. -
Di xwepêşandanên Xezeyê de 2 kes mirin
Li herêma Şerîda Xeze ya Filistînê di navbera artêşa Îsraîl û Filistînê de şer îro ji nû ve destpê kir. Di encama şerê gulebarana dijwar a artêşa Îsraîlê de 2 Filistînî mirin. -
Sadr: Heke em li hev nekin ez ê tevlî nav muxalefetê bibim
Muktedar El Sadr ku li Iraqê ji bo hikûmetê ava bike bi Koalîsyona Fetîhê re li hev kirî got, ''Li ser namzetên teknoktrat û serbixwe me li hev kir. Heke ev çênabe em ê di nav muxalefetê de cih bigirin''. -
Kêm maye ku şerê Afganîstanê bibe şerê herî giran ê cîhanê
Şerê li Afganîstanê hefteyên dawî gelekî giran bû. Pispor hişyariyê didin û dibêjin, hindik maye ku ev şer bibe şerê herî giran ê cîhanê yê sala 2018'an. -
NY: Li Hudeydeyê li ser jiyana 100 hezar kesî taloke heye
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li bajarên peravê yê Yemenê Hudeydeyê jiyana bi 100 hezaran mirov di talokeyê de ye. -
Li Idlibê beriya operasyona mezin şer dijwar dibe
Hêzên hewayî yên Rûs ev çend roj in êrîşa hewayî nabin ser Idlibê, lê artêşa Sûriyê beriya êrîşa mezin operasyon li gelek niqteyan kir. -
Xizmên qurbaniyên komkujiyê hesab ji serokê îstîxbaratê dipirsin
Malbatên kesên di Komkujiya Noelê ya sala 2016'an de hatin kuştin, hesab ji serokê îstîxbarata Elman dixwazin. -
Pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê di rewşeke xetere de ye
Piştî ku serokdewletê nû dest bi wezîfeyê kir, pêvajoya aştiyê a li Kolombiyayê kete nava rewşeke metirsîdar. Ji ber ku hin fermandarên berê yên FARC'ê bi tedbîr nêzî pêvajoya aştiyê dibin, dadgeriyê ji fermandarê berê xwest ku helwesta xwe zelal bikin. -
Dadgeha Federal a Iraqê biryara girtina Waliyê Basrayê da
Tê gotin, Dadgeha Federal a Iraqê biryar daye ku waliyê bajarê Basra yê Iraqê bê girtin. -
Fransa, ji kuştina Aûdîn xwe berpirs nîşan da
Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron destnîşan kir ku wê berpirsyariya dewletê ya ji aktivîst komunîst Maûrîce Aûdîn ê di dema şerê Cezaîrê de hate êşkencekirin û kuştin nîşan bide.