Zarokê ku biguleya çeteyan birîndarbû jiyana xwe jidest da
Zarokê ku biguleya çeteyan birîndarbû jiyana xwe jidest da
Zarokê ku biguleya çeteyan birîndarbû jiyana xwe jidest da
Zarokê bi navê Mehmet Gunduz ê ku li navçeya Serêkaniyê ya Riha di dema pevçûnên di navbera YPG'ê û Eniya El Nusra de li mala xwe bi guleyê bi giranî birîndar bû jiyana xwe ji dest da.
Piştî li Serêkaniyê di navbera Eniya El Nusra û Yekîneyên Parastina Gel (YPG)'ê de pevçûnan dest pê kir, zarokê bi navê Mehmet Gunduz ê 16 salî bi guleya ji qada endamên Eniya El Nusra lê dimînin hat bi giranî birîndar bibû. Gunduz li Nexweşxaneya Zanîngeha Hacettepe dihate dermankirin û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Gunduz di 16'ê tîrmehê de li taxa Mehmet Akîf Ersoy ya herî nêzî sînor bu guleya li serê wî ketî bi giranî birîndar bibû û piştî mudaxeleya destpêkê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê hatibû kirin. Gunduz pişt re bi balafira ambulansa sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Hacettepe hatibû kirin û piştî 9 rojan di beşa lezgînî de hate girtin şevê din jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku, cenazeyê Gunduz bi balafirê anîn Rihayê û dê îro li Goristan Navçeya Serêkaniyê bê definkirin.
Li navçeya Serêkaniyê ya Riha berê jî zarokê bi navê Mahsum Ertugrul bi guleya çeteyan jiyana xwe ji dest dabû. Di dema pevçûnan de komên çete guleyan berdidin weletiyên li Serêkaniyê dijîn û heya niha ji ber vê yekê 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û 2 zarok 3 kes jî birîndar bûn.