Şêniyên Amedê: Divê Rêber Apo êdî azad bibe
Şêniyên Amedê gotin, ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşe, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, berdana girtiyên siyasî û aştiya mayinde divê dewlet gavên şênber biavêje.
Şêniyên Amedê gotin, ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşe, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, berdana girtiyên siyasî û aştiya mayinde divê dewlet gavên şênber biavêje.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêber Apo destpê kir, sal û nîvek li pey xwe hişt. Li gel gavên dîrokî yên ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve hatin avêtin, dewlet hîn jî sererastkirinên siyasî û qanûnî yên jê têne hêvîkirin bi cih nîne. Ev jî dibe sedema nerazîbûnan. Gelê Kurd ji bo rêveçûna pêvajoyê daxwaza gavên şênber dike. Ji bo aştiya mayinde û pêkhatina çareseriya demokratîk li bendê ye ku dewlet berpirsyariyên xwe bi cih bîne.
Şêniyên Amedê têkildarî bendewariyên xwe yên li ser pêvajoyê ji ANF'ê re axivîn.
'BIRÊZ OCALAN MÎMARÊ AŞTIYÊ YE'
Mûzaffer Hocaoglû diyar kir ku bendewariya wan a herî mezin bi dawîbûna şer e û got, "Bi rêbertiya Birêz Abdullah Ocalan em dixwazin ev pêvajo bi rengekî aştiyane temam bibe. Bila dewlet gavên pêwîst ji bo azadiyê biavêje û qedexeyan rake. Bila nîqaş û pirsgirêkên li welêt bi dawî bibin, çavkanî ji bo razemeniyan bêne bikaranîn ne ji bo şer. Birêz Abdullah Ocalan mîmarê aştiyê ye. Azadiya wî, wê tevkariyê li çareseriya hemû pirsgirêkan bike."
'BILA RÊBER APO AZAD BIBE, GIRTÎ HEMÛ BÊNE BERDAN'
Edîbe Eren jî destnîşan kir ku gelê Kurd daxwaza aştiyê dike û got, "Înşaleh wê gelê Kurd bigihêje aştiyê. Bila Rêber Apo azad bibe, girtiyên li zindanan hemû bêne berdan. Bila aştî, xwişk, biratî û wekhevî pêk were. Ev mîtîng jî bo aştiyê tê lidarxistin. Rêber Apo rêberê me ye. Em dixwazin di nava me de be, rê nîşanî me bide."
'HETA KU GIRTÎ AZAD NEBIN, AŞTÎ MAYINDE NABE'
Fîrgan Yildiz daxwaza ji bo aştî û wekheviyê anî ziman û got, "Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye û divê bê berdan. Dema ku ew azad bû wê aştî û wekhevî bê. Divê girtiyên li girtîgehan hemû bêne berdan, b taybetî jî girtiyên nexweş bibin xwedî derfeta dermankirinê. Heta ku girtî azad nebe nepêkan e ku aştiyeke mayinde pêk were."
'DIVÊ DEWLET XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERKEVE'
Vedat Ozer bang li gelê Kurd kir ku ji bo xwedîderketina li pêvajoyê dakeve qadan û got, "Em ê ji bo azadiya Rêberê xwe li qadan bin. Ciwanên li çar parçeyên Kurdistanê divê xwedî li vê pêvajoyê û Rêbertî derkevin. Ev pêvajo ji bo me pêvajoyeke dîrokî ye. Tevgerê heta niha gelek gavên şênber avêt, lê belê dewletê heman îrade nîşan neda. Divê dewlet bêalîbûnê bide aliyekî û xwedî li pêvajoyê derkeve. Azadiya Rêbertî azadiya gelê Kurd e. Em ê jî bi biryardarî vê têkoşînê dewam bikin."