Zarokan bi ‘Kobanê îro xemgîn e’ dest bi dersê kirin

Zarokan bi ‘Kobanê îro xemgîn e’ dest bi dersê kirin

Ji bo zarokên Kobanê li Konê Perwerdeyê ya li li konbajarê Viyan Amara hate vedan û dest bi dersê kirin. Zarokan bi strana ‘Kobanê îro xemgîn e’ dest bi dersê kirin û li Konê Perwerdeyê wê dersên Kurdî, Îngîlîzî, wêne û muzîkê bên dayîn.

Ji bo zarokên Kobanê konbajarê Pirsûsê Konê Perwerdehiya Amara Viyan hat vekirin. Li Konbajarê Kobanê, di konê perwerdeyê de bi pola dayikê re wê ji çar polan ders bên dayîn. Zarok niha wê dersên Kurdî, Îngîlîzî, wêne û muzîk bibînin. Zarokên bi zimanê xwe wê dersê bibînin, bi dersa muzîkê dest bi dersê kirin. Zarokan bi yek dengî strana ‘Kobanê îro xemgîn e’ gotin û di dersa wêneyan de jî wêneyên şervanên YPG-YPJ û malên Kobanê çêkirin.

NE TENÊ PERWERDE TERAPÎ JÎ ŞERT E

Mamoste Rodîstan diyar kir ku bi derfetên gelek kêm ev kon vekirine û wiha got: “Me îro dest bi dersê kir. Li vir perwerde zehmet e. Ev zarok hemû di bin bandora şer de mane. Hema hema her roj agahiya şehîdan digirin.  Li vir tenê perwerde têr nake, divê terapî jî bê kirin. Kon ji çar polên cuda pêk tê. Niha 45 xwendekar hatin qeydkirin.

STRANÊN KOBANÊ HATINE JIBERKIRIN

Rodîstan bi lêv kir mamoste hemû perwerdeya Kurdî dikarin bidin û got: “Hemû mamosteyên me Kobanî ne. Zarokan stranên Kobanê baş jiberkirine. Her wiha wêneyên şervanên YPG û YPJ’ê jî xêz dikin.”