'YPG’ê serê Kurdan li hember cîhanê bilind kir'

'YPG’ê serê Kurdan li hember cîhanê bilind kir'

Serokê Parlamenta Herêma Başûrê Kurdistanê di serdana xwe ya ji bo PYD'ê de destnîşan kir ku YPG/YPJ'ê bi berxwedana li dijî DAIŞ'ê re, serê Kurdan li hember cîhanê bilind kiriye.

Heyetek Parlamenta Herêma Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê bi armanca nîqaşkirina rewşa dawî û piştgiriya bi gelê Kobanê re serdana PYD’ê kir.

Di nûçeya Rojnewse de hat ragihandin, ku duh piştî nîvro li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê heyetek Parlamanta Herêma Kurdistanê bi armanca piştgiriya ji bo berxwedana Kobanê, serdana Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir. Heyet ji Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yusif Mihemed Sadiq, Parlamenter Dr. Şêrko Cewdet, Omer Eynayet û Şêrko Mihemed Emîn pêk dihat.

Heyeta parlamentê ji aliyê nûnerê PYD’ê yê Herêma Kurdistanê Xerîb Hiso û endamê Peywendiyên PYD’ê li Herêma Kurdistanê Newdîn Yusif ve hatin pêşwazî kirin û piştre derbasî cihê civînê bûn.

Piştî civînê li ser navê şanda Parlamentoyê Yusif Mihemed daxuyanî da û wiha got: “Îro me weke şandek ya Parlamenta Herêma Kurdistanê m serdana  partiya PYD’ê kir, ji bo em piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Kobanê rabigehînin. Her ji destpêkê ve helwesta me li hemberî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser gelê Şengal û Kobanê hebû. Wek tê zanîn weke serokê Parlamentoya Herêma Kurdistan me peywendî li gel welatên derve çêkir, ji bo bo dewlet piştgiriya gelê Kurd û gelê Kobanê li hemberî van êrîşên hovane bikin. Niha jî wek Serokayetiya Parlamentoya me Desteyek çêkiriye wê serdana Kobanê bikin û piştî vegeriyan, wê raporekê amade bikin û piştî hefteyekê wê vegerin Kobanê.”

Mihemed ragihand ku ew heyeta çûyîn Kobanê rêjeyek pere li gel xwe birine û ji bo alîkariyê bidin penaberên niha li Bakurê Kurdistanê.

Serokê Parlamentê destnîşan kir ku ew bi lehengiya şervanên YPG/YPJ’ê serbilind in û wiha got: “Wan bi lehengiya xwe ya 25 roj in serê gelê Kurdistanê li hemû cîhanê de bilind kirine.”

Piştre jî nûnerê PDY’ê yê Başûrê Kurdistanê Xerîb Heso ji daxuyaniyek da û wiha got: “Em bi serdana şanda Parlamentoya Herêma Kurdistanê pir keyfxweş bûn. Me di civînê de jî li ser rewşa Kobanê û êrişên li diî Kobanê axivî.”

Hiso wiha got: “Ji bo rewşek xerab encam nede û komkujiyek çênebe, Parlamentoya Herêma Kurdistanê dikare bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya hikûmeta Tirkiyeyê re alîkarî bigehînin Kobanê, ji ber peywendiya navbera Herêm û Tirkiyeyê heta astekê başe. Em hêvî dikin şanda Parlamentoyê demek zû de serdana Kobanê bikin. Herwiha me diyar kir ku Parlamentoya Herêma Kurdistanê di rewşekî wiha de dikare zêdetir rola xwe bilîze. Em hêvîdikin ev peywendî di navbera me û parlamentoya Herêma Kurdistanê de berdewam bike.”