YPG’ê li sê eniyan li dijminê mirovahiyê xist: 74 mirî
YPG’ê li sê eniyan li dijminê mirovahiyê xist: 74 mirî
YPG’ê li sê eniyan li dijminê mirovahiyê xist: 74 mirî
Li Kobanê şer bi hemû dijwariya xwe didome. Şervanên YPG-YPJ’ê bersiv dan şerê DAIŞ’ê. Şervanên YPG-YPJ’ê li sê eniyan çalakî pêk anîn û 74 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Şer û pevçûnên li eniya rojava, rojhilat û başûrê Kobanê bênavber didomin. Di rojên dawî de şer û pevçûnên herî dijwar duh êvarê rû dan. Şervanên YPG-YPJ’ê bersiveke tund dan êrîşên DAIŞ’ê. Di çalakiyan de çeteyên DAIŞ’ê windahiyên mezin dan.
Li rojhilatê Kobanê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bersiv hat dayîn û di şer û pevçûnan de 30 çete hatin kuştin.
Li eniya Rojava jî li gelek nuqteyan çalakî pêk hatin û di encama çalakiyan de 25 çete hatin kuştin û du wesayîtên wan hatin rûxandin.
Li eniya Başûr jî di çalakiyan de 19 çete hatin kuştin. Her wiha wesayîteke bombebarkirî ya aîdî çeteyan ji aliyê şervanên YPG-YPJ’ê ve hate ferqkirin û îmhakirin. Li Rojhilat jî rojek berê wesayîteke bombebarkirî hate îmhakirin.