YPG'ê li dijî êrîşan seferberî îlan kir
YPG'ê li dijî êrîşan seferberî îlan kir
YPG'ê li dijî êrîşan seferberî îlan kir
Fermandariya Giştî ya YPG, destnîşan kir ku piştî êrîşên Eniya El-Nusra yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê, bangên wan ên ji bo Koalîsyona Niştimanî ya Muxalefeta Suriyê û Artêşa Azad bê bersiv mane û bal kişand ku gelek komên girêdayî Artêşa Azad di êrîşan de cihê xwe girtine. YPG’ê diyar kir ku êrîşên koman veguherine merheleyek din, qetilkirina Îsa Huso jî encama vê ye û daxuyand ku ew li dijî êrîşan seferberiyê îlan dikin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê êrîşên komên çekdar û êrîşa bombeyî ya li hemberî Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya Desteya Bilind a Kurd û Endamê Dîwana Serokatiya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û TEV-DEM’ê Îsa Huso de, daxuyaniyek nivîskî weşand.
‘TABÛRÊN ARTÊŞA AZAD PIŞTGIRIYA ÊRÎŞKARAN DIKIN’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra seferberî îlan kir û hêzên xwe li herêmên Rojavayê Kurdistanê zêde kirin, bi armanca dagirkirina herêmê êrîş pêk anîne. Di daxuyaniyê de hate gotin ku tevî bangên YPG’ê yên ji bo Koalîsyona Niştimanî ya Muxalefeta Suriyê û fermandariya Artêşa Azad jî, van aliyan li dijî êrîşan û komên behsa mijarê helwesta xwe nîşan neda û ev tişt hatin gotin.
“Piştî ku di ser êrîşan de 2 hefte derbas bûn, derket holê ku piraniyan tabûrên Artêşa Azad alîkariya Dewleta Îslamî ya Iraq û Bilad El-Şam/Cephet El-Nusra dikin û ji Dêrikê heta Heleb û Efrînê bûne aliyekî êrîşan. Diyar bû ku gelek tabûrên Artêşa Azad ferman dane çekdarên xwe yên li deverên Suriyê ku bêne Rojavayê Kurdistanê û şerê kurdan bikin. Bi vê yekê dixwazin di navbera kurd û ereban de şer derxînin û vî şerî wekî şerê kurd û ereban nîşan bidin.”
‘EMÊ PLANAN PÛÇ BIKIN’
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku YPG ji destpêkê ve li dijî van hewldanan disekine û wiha hat domandin: “Em wekî YPG’ê ji raya giştî û hemû derdorên ku dilê wan li ser şoreşa rewa ya Suriyê re ne dibêjin ku em ji şerê mezhebî dûr ketine û em ê ji niha û pê de jî dûr bikevin. Em ê planên bi vî rengî vala derxînin.”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku şerê li Rojavayê Kurdistanê veguheriye merheleyek din û hate gotin ku êrîşa bombeyî ya li dijî Îsa Huso jî encama vê yekê ye.
Di dawiya daxuyaniya ku ji malbata Huso, hemû welatparêz û gelê kurd re sersaxiyê hate xwestin de, hate diyarkirin ku YPG wê bersiva êrîşan bide, di vê çarçoveyê de seferberî hatiye îlankirin û ev bang hate kirin: “Em careke din aşkera dibêjin ku em hêza parastina Rojavayê Kurdistanê ne û emê bersiva van êrîşan bidin. Em bang li ciwan û hemû kesên ku destên wan çekê digirin dikin ku di nava YPG’ê de cihê xwe bigirin û parastina herêmên xwe bikin. Di vê çarçoveyê de em ji bo parastina berjewendiyên gelê kurd seferberiyê îlan dikin.”