YPG'ê avêt ser Til Xelef: 12 endamên çete hatin kuştin

YPG'ê avêt ser Til Xelef: 12 endamên çete hatin kuştin

Komên çete Dewleta Îlsamî ya Iraqê û Bîlad-Şamd/Eniya El Nûsra yên ji Serêkaniyê hatin dexistin û li bajarokê stratejîk Til Xelefê bicih bûn, duh li serdegirtina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rast hatin. Di encama serdegirtina YPG'ê de 12 endamên çete hatin kuştin.

Şervanên YPG'ê, ji ber dijwariya êrîşên komên çete, duh êvarê avêtin ser gelek taxên Til Xelefê. Di pevçûnên li vê derê de 12 endamên çete hatin kuştin. 

Hat ragihand ku hêzên YPG'ê di van pevçûnan de wendahî ne dane û xwe li nuqteyên stratejîk ên bajarokê bicih kirine.