YPG’ê avêt ser El Qaîdeyê: 35 mirî, 10 birîndar

YPG’ê avêt ser El Qaîdeyê: 35 mirî, 10 birîndar

Piştî ku komên El Qaîdeyê bi topan êrîşî Serêkaniyê kirin, hêzên YPG'ê avêtin ser kozik û qereqolên komên çekdar ên li Til Xelefê û di encamê de 35 endamên çete hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, çeteyên ser bi Dewleta Îslamî ya Şam Iraqê û El Nûsra îro danê sibê saet di 04.00'an de bi topan êrîşî Serêkaniyê kirin. Di encama êrîşa hewanan de 4 sivîl bi sivikî birîndar bûn. 

Li ser vê yekê, hêzên YPG'ê li dijî çeteyan dest bi operasyonê kirin. Di operasonên li dijî kozik û qereqolên çeteyan ên li Til Xelefê de herî kêm 35 endamên çete hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn. Hat ragihandin, beşek ji kuştiyên çeteyan li erdê ne û komên çete nikarin wan bigirin. Piraniya birîndarên çeteyan jî rakirin Serêkaniya ser xetê.