YPG: Di 24 saeten dawî de 28 çete hatin kuştin
YPG: Di 24 saeten dawî de 28 çete hatin kuştin
YPG: Di 24 saeten dawî de 28 çete hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ'ê di roja 51. a berxwedana Kobanê de hewl didin bi çek û hêzên teqwiye êrîşên xwe dewam dikin, lê derbên giran dixwin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di pevçûnên 24 saetên dawî de li eniya rojhilat 16, li eniyên başûr û rojava jî 12 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) da xuyakirin, ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê, di roja 51. de dewam dikin. Navendê ragihand ku bi saya berxwedana hêzên YPG/YPJ, Bûrkan El Firat û hêzên pêşmergeyan êrîşên çeteyan têk diçin û hat gotin ku çete bi hêzên teqwiye û çekan dixwazin êrîşên xwe bidomînin.
Li ser encama şer û pevçûnên 24 saetên dawî de Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ev agahî bi raya giştî re parve kir:
LI ENIYA ROJHILAT 16 ÇETE HATIN KUŞTIN
"Li eniya rojhilat li herêma Kaniyan Kurdan, Kolana Şaredariyê û li Qada Azadî duh bi roj û şevê di navbera hêzên me û komên çeteyan de şer derket. Di şer de 5 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
Hêzên me 20 kîlometre li rojhilatê Kobanê di navbera gundên Baxdik û Karamoxê de hin çalakî pêk anîn. Di çarçoveya van çalakiyan de wesayîtek hat îmhakirin. Ji bo destwerdanê wesayîtek û motorsîkletek çeteyan hat, ew jî ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin. Di van çalakiyan de 11 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
LI ENIYÊN BAŞÛR Û ROJAVA 12 ÇETE HATIN KUŞTIN
Li eniya başûr jî di navbera hêzên me û komên çete de şer qewimî. Di vî şerî de wesayîtek çeteyan hat îmhakirin. Li vê herêmê 4 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin. Her wiha hêzên me li ser rêya Helebê wesayîtek îmhakirin. Li vê derê jî 2 çete hatin kuştin.
Li eniya rojava jî heta danê vê sibê di navbera hêzên me û komên çete de şer dewam kir. Hêzên me li vê herêmê 6 kuştiyên çeteyan tesbîtkirin."