YPG derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê dixe
YPG derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê dixe
YPG derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê dixe
Berxwedana şervanên YPG’ê li her sê aliyên bajarê Kobanê li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê berdewame. Îro piştî nîvro, di berxwedana hêzên YPG’ê de 2 wesayît û kamyoneke çeteyan hatin rûxandin û bi dehan jî çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şervanên YPG’ê komeke çeteyan li gundê Çol Beg ê rojavayê herêma Kobanê hedef girtin. Di encamê de wesayîteke leşkerî ya çeteyan hate rûxandin û 7 çete jî hatin kuştin û cenazeyê hemû çeteyan di destên şervanên YPG’ê de ne.
Li başûrê herêmê jî şervanên YPG’ê kamyoneke çeteyan ku bi bombeyan dagirtî bû, rûxandin û li heman deverê bi dehan çete hatin kuştin.
Li nuqteyeke din a başûrê herêmê şervanên YPG’ê wesayîteke leşkerî ya çeteyan rûxandin û gelek çete jî hatin kuştin. Der barê hejmara kuştiyên çeteyan agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Her wiha li nuqteyeke din li başûrê Kobanê konvoyek ji çeteyan hewl dan êrîşî şervanên YPG’ê bikin, rastî bersiva tund a şervanan hatin. Di encamê de şer û pevçûn di navbera şervan û çeteyan de bi dijwarî rû dan û bi dehan çete hatin kuştin. Cenazeyên çeteyan hê jî li erdê ne.