Yên ji destê DAIŞ'ê reviyan axivîn
Yên ji destê DAIŞ'ê reviyan axivîn
Yên ji destê DAIŞ'ê reviyan axivîn
7 kesên ji destê çeteyên DAIŞ'ê reviyan û hatin navçeya Mêrdîn Kerboranê, axivîn û diyar kirin ku çeteyên DAIŞ'ê jinan bi zorê dizewicînin û difiroş in.
7 jinên Êzidî yên di dema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Şengalê de dîl hatin girtin, reviyan û hatin Kerboranê. Besma Kasim Çulo (19), Semîra Mîrza Mehmûd (15), Hakîma Mehmûd Celo (18), Elvîn Mehmûd Celo (20), Celîla Şîvan Amo (25), Emîna Amo Meşo (30), Mence Emîn Meto (28) ên ji aliyê Şaredariya Kerboranê ve li wargeha li Taxa Sumerê hatin bicihkirin, dan xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê 3 mehan gefa destavêtin û kuştinê li wan xwarine.
Celîla Şivan Amo ya piştî serdegirtina li hemberî gundên wan hat revandin got, "Avêtin ser gundê me, mêr birin cihekî, jin birin cihekî din. Dûre jin û keç li cihên cuda bicih kirin. Yên ne zewicanî dibirin bajarê Reqqa yên Sûriyeyê. Ji me re jî digotin 'Ma jiyana we jî jiyane? bi me re bizewicin em ê jiyaneke nû bidin we'. Dema em li hemberî wan derdiketin, li me didan."
Amo diyar kir ku çeteyê DAIŞ'ê jina pê re dizewicî dûre difiroş çeteyekî din û got, "Ji bo em bizewicin her şêwe îşkence li me kirin, me jî ev qebûl nekirin û me ji wan re gotin me bikkujin lê em ê ti carî nezewicin."
Şîlan Ame ragihand ku ji Êzidiyên 6 salî mezintir dersa ol dihat dayîn û got, "Keçên 8-9 salî bi zorê dizewicandin. Henekê xwe bi baweriya me dikirin. Dema ji me dipirsî 'Hûn ji kê bawer dikin' me digotin ji Xwedê, wan jî bersiva 'Mûhammed ji Xwedê mezintir e, Kafirno' didan me."
Amo anî ziman ku wan bi dizî telefona bikar anîn, li xizmên xwe yên li Elmanyayê geriyane lê kesî alîkarî nedane wan û got, "Dema çeteyên DAIŞ'ê serê sibê çûn şer bikin, me ji zilamekî wesayît bikar dianî alîkarî xwest, dûre em anîn gundê herî nêz û em veşart. Ji bo me nas nekin em bi kinc û wesayîtên cuda tevdigeriyan."
Amo diyar kir ku di destê çeteyên DAIŞ'ê de gelek dîlgirtî hene û xwest, bala her kesî li vê mijarê be.