Yekitiya Saziyên Kurd a Navnetewî kuştina Îsa Huso şermezar kir
Yekitiya Saziyên Kurd a Navnetewî kuştina Îsa Huso şermezar kir
Yekitiya Saziyên Kurd a Navnetewî kuştina Îsa Huso şermezar kir
Serokê Yekitiya Saziyên Kurd a Navnetewî Mehrab Şemoyev, kuştina endamê Konseya Bilind a Kurd, endamê Dîwana Serokatiyê ya Meclîsên Gel ên Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Îsa Huso şermezar kir.
Serokê Yekitiya Saziyên Kurd a Navnetewî Mehrab Şemoyev daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê Kurd bûne yek û aramî pêk hatiye, lewma hin hêzên komploker hewl didin aramiya Kurdan xera bikin. Şamoyev da xuyakirin ku dixwazin aloziya li Sûriyê têxin herêma Kurdan, ji ber vê yekê serî li komkujiyên bi vî rengî yên qirêj û dijmirovahiyê didin.
Şamoyev bibîr xist ku ev demeke komên çete yên ji hêzên tarî piştgiriyê digirin êrîşî gel dikin û got, "Hêzên ku dixwazin aloziya li Sûriyê têxin herêma Rojavayê Kurdistanê, îro danê sibê endamê Konseya Bilind Îsa Huso bi hovane kuştin. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin û destnîşan dikin ku hêzên li pişt vê êrîşê wê ti carî negihêjin armanca xwe. Gelê Kurd êdî dizane bi çi bawer dike û divê were zanîn ku gelê Kurd bi van êrîşan jî re wê neyê bêdengkirin."