Yekîtiya Ciwanan: Bila hemû partî piştgiriya YPG’ê bikin

Yekîtiya Ciwanan: Bila hemû partî piştgiriya YPG’ê bikin

Yekîtiya Ciwanên Kurd, êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û bang li partî û rêxistinên Kurd kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û siyaseta xwe bikin yek, her wiha piştgiriya YPG’ê bikin da ku pêşiya êrîşên li dijî herêmê bigirin.

Yekîtiya Ciwanên Kurd, derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rojavayê Kurdistanê di demeke hessas û dîrokî de derbas dibe û wiha hate gotin: “Di vê demê de komên terorîst bi alîkariya hêzên derve ku li pişt  wan Tirkiye heye êrîşî gel dikin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêwîst e di vê demê de gelê Kurd bi hemû hêza xwe piştgiriyê bide YPG’ê û wiha hat domandin: “Ji ber ku YPG hêzek neteweyî ye û di dîroka Kurd a ku nû tê nivîsandin de efsaneyekê nîşan dide. Ji ber vê yekê hêzên YPG’ê bûne misogerkirina ewlekariya herêmê. Tiştên li Rojavayê Kurdistanê têne jiyan nîşan didin ku xwediyên resen ên şoreşa Sûriyeyê Kurd in.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li hêzên Kurd û çapemeniya Kurd û muxalefeta Sûriyeyê hate kirin: “Em bang li gelê Kurd û bi taybetî li ciwanan dikin ku li rex YPG’ê bisekinin û hemû alîkariya maddî û manewî bidinê. Her wiha em  bang li hemû partî û rêxistinên Kurdî dikin ku di vê demê de hemû nakokiyan deynin aliyekî û li dijî êrîşan nêrîna xwe ya siyasî bikin yek û alîkariya YPG’ê bikin. Di nakokiyên siyasî de tu feydeya gelê Kurd nîn e, tenê feydeyê dijminan heye. Em bang li çaqemeniya Kurd jî dikin ku dest ji berjewendiyên partiyan berdin û li dijî komên êrîşkar piştgiriya YPG’ê bikin. Em bang li Hukûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku Deriyê Sînor ê Sêmalkan vekin. Ji ber ku vê demê pêdiviya gel pê heye. Ger ku di vê demê de venekin bila di demên aştiyê de venekin. Em bang li Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê, Heyet Tensîq û Artêşa Azad ku xwe weke nûnerên fermî yên Sûriyeyê nîşan didin jî dikin ku helwesta xwe ya li dijî êrîşên terorîstî zelal bikin.”