Yekgirtû û Komele tevlî komîteya amadekar ya Kongreya Netewî dibin

Yekgirtû û Komele tevlî komîteya amadekar ya Kongreya Netewî dibin

Yekgirtiyûya Îslamiya Kurdistan û Komala Îslamiya Kurdistan li ser mijara komîteya amadekar a Kongreya Netewî a Kurd li hev civiyan. Herdu alî li ser nûnerê hevbeş ku wê di komîteya amadekar de nûnertiya herdu aliyan bike li hev hatin. Hate aşkera kirin ku, dê li ser navê herdu aliyan Xelîl Îbrahîm tevlî bibe.

Îro li bajarê Silêmaniyê endamên polîtburoya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistan û Komala Îslamiya Kurdistan li ser pirgirêka nûnertiya komîteya amadekar a Kongra Netewî îro hevdîtin pêkanîn. Di hevdîtinê de biryara nûnerê hevbeş yê jibo komîteya amadekar a Kongreya Netewî hate girtin.

Wek tê zanîn di komîteya amadekar de ji bo herdu aliyan yek kursî hatibû veqetandin û aliyan li hember vê yekê nerazîbûna xwe anîbûn ziman. Lê îro di hevdîtina herdu aliyan de biryar hate girtin ku ew dê bi nûnertiya kesekê ji bo herdu partiyan razibin û wê bi awayak aktîf beşdarî xebatên komîteya amadekar a Kongra Netewî a Kurd bibin.

Di hevdîtinê de ji endamên polîtbûroya Yekgirtû Ebûbekir Elî û Mihemed Ehmed û endamên polîtbûroya Komala Îslamî Mihemed Hekîm û Tofîq Kerîm amadebûn. Piştî kû hevdîtin bi dawî bû daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de endamê polîtbûroya Komela Îslamiya Kurdistanê Mihemed Hekîm wiha got; “Em li vê derê wek Komel û Yekgirtû li ser mijara li darxistina Kongreya Netewî a Kurd li hev civiyane. Hemû kes li bendê bû ku muxalefeta Herêma Kurdistanê (Goran, Yekgirtû, Komel) beşdarî kongreya netewî nebe. Bes em di asta bilind de beşdarî civîna kongreyê bûne û em li bendê bûn ku ew para diket ber Herêma Kurdistanê aliyên desthilatên herêmê beşdariya muxalefetê jî li ber çav bigrin û nûnerên hêrsê aliyan cihê xwe di nava komîteya amadekar de bigrin.”

Emîn di daxuyaniyê de wiha pêde çû; “Wek tê zanîn Komel û Yekgirtû beşdarî civina komîteya amadekar nebûn. Sedemê wê jî ew bû ku ji bo herdu aliyan tenê yek nûner hatibû eşkere kirin. Lê beşdarnebûna me ya civîna komîteya amadekar ne ji ber şerê kursiyê bû. Ji ber ku aliyên desthilatên herêmê PDK û YNK’ê helwesta pêwîst nîşanî me nekir ji bo wê me ev biryare girt.”

Herwisa Emîn balkêşand ser hevdîtinên nûnerên PKK’ê û KNK’ê yên bi Yekgirtû û Komela îslamî re û wiha got; “Jibo çareserkirina vê pirsgirêkê nûnerên PKK, KNK, PDK û YNK hatin bi me herdu aliyan re hevdîtin pêkanîn û xwestin em vê pirsgirêkê çareser bikin. Ji bo vê jî me wek Yekgîrtû û Komele pêwîst dît ku li hev bicivîn û vê pirsgirêkê li ser fikra berjewendiyên netewî yên her çar parçên Kurdistanê çareser bikin. Em naxwazîn li pêşiya pêkhatina Kongreya Netewî a Kurd bibin asteng. Gelek hêz û aliyên kû ji me hesnakin dixwastin me wek aliyên ku dibin sedemê pêknehatina kongreyê bidin nîşakirin. Lê îro em herdû alî li hev civîyan û me biryar da ku bi nûnerekê emê beşdarî komîteya amadekar bibin.”

Piştre endamê polîtbûroya Yekgirtû Ebûbekir Elî jî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û wiha got; “Hevdîtina me ya îro ji bo wê ye ku em bêjin ku serkeftina kongreya netewî ji bo me girînge. Herwiha nûnerê herdu partiyan ji kîjan partiyê be ew jî ji me re ne girînge û di vê mijarê de ti pirsgirêk tunene. Ji bo vê jî me herdu aliyan biryar girt ku ji bo serkeftina kongreya netewî barê dikeve ser milê me em dê pêkbînin.”

Di dawiya axaftina xwe de Elî da zanîn ku, wan wek Yekgirtûya Îslamiya Kurdistan û Komela Îslamiya Kurdistan di nava xwe de li hev hatine ku Xelîl Îbrahîm bibe nûnerê herdu aliyan yê komîteya amadekar.