Xwendekarên Kurd ên li Îtalyayê ji bo Ocalan îmzeyan kom dikin

Xwendekarên Kurd ên li Îtalyayê ji bo Ocalan îmzeyan kom dikin

Xwendekarên Kurd ên li Îtalyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 700 îmze kom kirin.

Xwendekarên Kurd li gel hewa germ jî, bi çalakiyan îmzeyan kom dikin. Ciwanên tevlî çalakiyên li bajarên Lîvorna û Pîsa bûn, di nava çend rojan de 700 îmze berhev kirin.

Xwendekarên Kurd ên li Îtalyayê dan xuyakirin ku wan xwe ji nû ve bi rêxistin kirine û ewê kampanya xwe ya berhevkirina îmzeyan dewam bikin.