Xwendekarê 15 salî 90 rojî di destê DAIŞ'ê de ma

Xwendekarê 15 salî 90 rojî di destê DAIŞ'ê de ma

Reşwan Derwîş ê 15 salî, ku yek ji 148 xwendekarên ji bo ezmûnê çûbûn Helebê û di rêya vegera Kobanê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû revandin, axivî. Derwîş diyar kir ku ji bo pevguhertinê ew hatine ragirtin û got, "Çeteyan ji me re digotin, 'PKK'yî nimêjê nakin, dest jê nakin, serî jê nakin. Ji ber vê yekê em êrîşî Kobanê dikin'."

Reşwan Derwîş ê 15 salî yê ji gundê Kesrê Cezîrê yê Kobanê, di meha Hezîranê de ji bo ezmûnê çû Helebê. Di vegerê de li gel 148 hevalên xwe ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tê revandin. Derwîş piştî dîlgirtina 90 rojî, serbest hat berdan. Derwîş ê li navçeya Heleb Minbicê di dibistanekê de dihat ragirtin anî ziman, ku çeteyan ji bo pevguhertinê ew revandine. Derwîş anî ziman ku ji bo pirsa wan a 'Hûn çima me bernadin' her tim bersiva 'Gava em ketin nava Kobanê em ê we berdin' dane wan û wiha axivî: "Dûre êrîşî Kobanê kirin. Lê belê nekarî bi dest bixin. Piştre balafiran êrîş kirin. Paşê jî ji me re gotin ku ew ê me berdin. Rojek piştre jî em berdan. Destpêkê ji 148 kesên ragirtibûn, em 100 kes mabûn. Ji van 75 berdan. Yên mayî jî gotin 'Bêyî em bikevin Kobanê, em Kobanê bi dest nexin, em ê bernedin'. Lê dîtin ku bidestxistina Kobanê ne pêkane, neçar man wan jî berdin. Em li Minbicê berdan. Me telefonî xizmên xwe kir, hatin em ji wir birin. Piştî ku êvarekê em li gundekî man, em derbasî Kobanê bûn û hatim Gundê Boydê cem malbata xwe."

'EM Ê DI DEMEKE NÊZ DE VEGERIN'

Derwîş da zanîn ku ne pêkane çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê bi ser bikeve û dema wan ji çeteyan sedema êrîşa li hemberî Kobanê pirsîne, bersiva; ew rastiyên Îslamê bicih tînin, ew êrîşî Kobanê û PKK a ku nimêjê nake, dest û serî jê nake dikin û heta serê mirovên li wir jê bike, ew ê êrîşên xwe dewam bikin, dan. Derwîş ê 4 mehan di destê DAIŞ'ê de dîl girtî bû anî ziman, ku piştî Kobanê bi temamî ji DAIŞ'ê hat paqijkirin, ew ê bi hemû xizmên xwe re vegerin Kobanê û ew bawer e ku ev yek jî wê di demeke gelekî nêz de pêk were.